NASEKÎ KEVN

NASEKÎ KEVN

Cemali Baran

Wê rojê rastî nasekî xwe yê kevn hatim.

Nasê min merivekî bîrewer e. Jîyana nasê min gelek rengîn e. Ku behsa wî bikim, şik tune, hûnê jî nas bikin…

Cara pêşîn ku me hevdu naskir, em herdu jî xort bûn. Ew Kemalîst, ango ”Atatirkçî” bû. Heyranê Mistefa Kemal û ”şorişên” wî bû. Digot : ”serokên wek Mistefa Kemal kêm têne vê dinyayê. Ewî milet û welatê me xilas kir, nuh kir! Fesa genî avêt, şewqeyê nujen da serê me. Jin ji çarşef û xêlîyê xilaskirin. Em ji nivîsara Erebî xilaskirin û nivîsara medenî da destê me û hwd…”

Bi xurtî şerê ”murtecîyan” dikir. Bi rîya wanî glower, bi mêjîyê wanî ”genî” henekê xwe danî. Di mala wî da sûretên Mistefa Kemal û Îsmet Paşa û ala Tirka dardakirî bû. Dem dema CHP bû…

Cara duwemîn ku me hevdu dît, salên 1950 bû. Merivê me bûbû ”Demokrat”. Heyranê Partîya Demokrat û Menderes bû. Digot, ”me serbestî û azadî di hukma Demokratan da naskir. Menderes Tirkîyê wê bike Amêrîka piçûk.” Di mala wî da resimê Atatirk û ala Tirkîyê dîsa li cîyê xwe bû; lê resimê Îsmet Paşa çûbû û cîyê wî yê Bayar û Menderes girtibû…

Di havîna sala 1960 da me dîsa hevdu dît: Vêcar merivê min bûbû ”27 Mayisçî”!

Tê bîra we, di 27’ê Gulana sala 1960 da, eskeran, di bin serokatîya General Cemal Gursel da hukumeta Menderes êxistin, Demokrat kirin hepsê û hukim girtin dest xwe. Min dît ku, merivê me, tevî xortên zanîngehê, ala Tirkîyê girtîye dest xwe û bi kûçeyên Enqerê ketîye, dibêje:

”Bimre Menderes, bijî leşkerê Tirk!”

Di mala wî da resmê Atatirk dîsa li cîyê xwe bû, lê yê Menderes û Bayar çûbû, cîyê wan yê Cemal Gursel û hevalên wî girti bû…

Wê wextê ez him îştîrakî bûm, min piştgirîya bîr û bawerîyên sosyalîstî dikir, him jî, dijî zordestîya ser gelê Kurd derdiketim û rizgarîya Kurdan dixwest. Lê nasê min digot:

”Na, tiştê tu dibêjî komunîstî ye û dijminê me yî herî mezin e! Kurdayetî jî welat parçe dike!”

Sal derbaz bûn, em di sala 1968’da li civîneke çepan rastî hev hatin. Hella hella, merivê min sûretê Lenîn li pêsîra xwe xistibû!.. Derkete kursî bi dengekî bilind qisekir, tişt gotin, ez şaş bûm mam. Şerê împeryalîzm û kapîtalîzmê dikir, pesna sosyalîzmê dida ku bi axaftina wî por li merivan gij dibû!

Gazî kir, em çûne malê. Vêcar resmê Atatirk jî, yê Gursel û hemûyên dinê jî rakiri bû. Li cîyê wan sûretên Marks, Engels, Lenîn, Stalîn û Mao dardakiri bû… Her usa jî ala Tirkîyê, ya bi hîv û stêr çûbû, cîyê wê ala sor girtibû!.”

Wê wextê em di Partîyeke sosyalîst da bûn û me eşkere kar dikir. Ew bi me qayîl ne dibû, digot:

”Hûn rewîzyonîst in, ne şoreşger in. Rêxistina veşartî û şerê çekdarî divê!” Me got:

”Heyran, ewqas lez neke, hêdî hêdî! Berê em millet hişyar kin…” Wî digot:

”Na, hûn tirsonek in! Hûn reformîst û oportunîst in!” Bo pirsa Kurdî jî digot:

”Nuha ne dema pirsa Kurdî ye. Berê sosyalîzm! Pirsa Kurdî nasyonalîstî ye û tevgera xebatkaran parçe dike!”

Di van salan da li Tirkîyê sazûmana 12 Îlonê hat û ne çû. Li dinyayê Gorbaçov hat û çû. Sovyêt belav bû. Hin welatan û hin partîyan dest ji sosyalîzmê kişandin.

Salek berê bû, Li Îstembolê, ji taxa Fatîh derbaz dibûm. Yekî deng li min kir, vegerîm, hella hella, ev kî ye?.. Yekî bi rîyek glower, bi kumek reş li ser… Got:

”Malava, te ez nasnekirim?! Ez filan kes!..”

Haa, ew nasê min… Lê ev hal çi ye? Dît ku ez şaş û metel mam, got ”mala min vaye li nêzik e, keremke qehwekî min vexwe.” Em çûn. Çawa di dêrî da ketim hundir, min dît ku di dîwarên malê da qet resimek jî tune; lê gelek dia hatine dardakirin. Hemû jî bi zman û nivîsa Erebî ne… Yek jî aleke kesk!..

Ji min ra qehwe çêkir. Axaftin hat ser şoreşê û ser sosyalîzmê. Wî got:

”Sosyalîzm êdî mir. Nuha dema şoreşa Îslamî ye, ew dikare me ji xirabîyên împeryalîzm û kapîtalîzmê rizgar bike. Tu jî keremke, were. Di Îslamê da dilpaqijî û sikûnetê dibînî.”

Min tiştek negot, nepirsî, jê ra nîqaş nekir; ne hewce bû. Min qehwa xwe vexar û em derketin. Ew çû mizgeftê, ez hatim rojnamê.

Salek derbaz bû. Çend roj berê dîsa em rastî hev hatin. Lê vêcar rî kurkirî û serqot bû. Cilên gelek teze û giran li xwe kiribû. Di binî da mersedesek teze hebû. Got sîyar be, ezê te piçek bigerînim. Ji dest xilas ne bûm, sîyar bûm. Ez birim hêla Bebekê, gazînokî ber behrê. Keçikên nîvtazî dilîstin û kilam digotin.. Xwest ji min ra wîskî îkram bike, lê ez razî ne bûm, min bîrayek xwest. Wî jî wîskî vexwar. Min got:

”Ev çi hal e, heyran? Misilmanî li ku ma?” Kenî û got:

”Ew jî dewrek bû, derbaz bû çû! Êdî îdeolojî tune! Ez merivekî azad im, serbixwe me! Tu dibînî, karê min baş e! Ez dewlemend bûm. Bi ya min dikî, tu jî dev ji van tiştên wala berde. Serhişk nebe! Ev dinya, dinya kapîtalîzmê ye. Kapîtalîzm wê her hebe…”

Bi wîskîyê serxoş bûbû û kilama kapîtalîzmê digot.. Min xatirê xwe jê xwest, li otobozekî suwar bûm û ber bi rojnama Azadî bi rêketim…

Ewî dixwest, piştî xwarinê mala xwe jî bi min ra nîşande. Digot, ”min koşkek stendîye û gelek xweşik e. Were bibe mêvanê min.” Lê ez ne çûm. Şik tune ku, di dîwarên mala wî da êdî diayên bi Erebî nivîsandî tunin, ala kesk jî êdî ne maye; lê herhal sûretê Mistefa Kemal şunda hatîye, tevî Demirelê gerdenga û tevî ala hîv û stêr… Û şiklê dolarekî mezin, di dîwêr da kolayî…

 

Çavkanî: rojnameya “Azadî”, hejmar 42; Sibat 1993; her usa ji Pirtûka Cemalî, “Şahînşahiya Goga Lingan”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev