“Weşanên Na” 5 pirtûkên Êzdînas Kemal Tolan çap dike

“Weşanên Na” 5 pirtûkên Êzdînas Kemal Tolan çap dike

Ev berhemên zanyarî li gelê kurd û Kurdistanê pîroz bin!

 

Weşanxane di anonsa xwe da dibêje, ku di nêz de ji weşanxaneya me seta Êzdiyatiyê ya ji pênc pirtûkên Kemal Tolan bi 1500 rûpelan va çap dibe.

 

Nivîskar-zanyar Kemal Tolan jî xwest ku malpera me van gotinan jî di ser nasînê da zêde bike:

 

-Xwedê û Tawisî Melek we heyîrîne ku hêjayan endam û birêvebirên Navenda Şêwirmendî ya Êzîdiyan li Almaniyayê (ZED) û ew alîkariya ku we daye min, ji bo hîn zêdetir hevgirtin, serxwebûna ol û netewa me qebûl bikin. Bila armanc, kar, bar û saxîya we li gorî dilê we be!

Berhemên di setê de ev in:

1-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – I –
2-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – II
3-Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de
4-Çîrokên ku şahidiya kevnariya mîtologiya Êzdahîtiyê dikin
5-Hevpeyvîn, Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan

Çend mijarên di van berheman de:

 

Di Êzdiyatiyê de Naskirina Xwedê?
Êzdiyatiya Berî Dema Şêx Adî li Ser çend Çîna Bûye?
Di Kurdîstanê de Erdên Êzdiyan?
Mîrgehên Êzdiyên li Bakurê Kurdîstanê?
Erdên Êzdiyên li Başûrê Rojavayê Kurdistanê?
Erdên Êzdiyên li başûrê Kurdîstanê?
Xwedan û Ocaxên Êzdiyan?
Sembolên Êzdiyan?
Ziyaret û hin cihên pîroz yên Êzdiyan?
Rewşa Êzdiyan a îro?
Rewşa Êzdiyan a demografik?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev