Bîranîna Akadêmîk, Prof. Şekroyê Xudo Mihoyî (12.04.1930 – 01.02.2007)

Bîranîna Akadêmîk, Prof. Şekroyê Xudo Mihoyî (12.04.1930 – 01.02.2007)

Dr. Îbrahîm Mahmûd

Xwendevanên hêja, nav û xebatên endamê Akadêmiya zanistî a Ermenistanê û Russiyayê, serokê Navenda lêkolînên kurdî li Yerîvanê û Moskoyê, dîrokzan û kurdperwerê mezin Prof. Dr. Şekiroyê Xudo di nav gelê me de dîyare! Jibo bîranîna roja koҫa wî a dawî, ez dixwazim hevpeyvînekê, a ku min berî 25 salan bi navê Arî, weku rêdaktorê kovara HEVGIRTIN “Organa rêxistina derve ya Partiya Hevgirtina gelê Kurd li Suriyê” pê re kiribû, careke din bê destkarî (ҫawa di hejmara 18an de, avdara 1996an de) biwșênin; jiber, bi dîtina min dûrbîniya bîrkirin û ramanên wî, gotin û șîretên wî îro jî pêwistiya me û nifșê nû bi wan heye!! 

 

Hevpeyvîn bi prof. Şekroyê Mihoyî re, serokê navenda lêkolînên kurdî Ii Mosko

Di dawiya sala buhurî de prof Ş. X. Mihoyî bi serdanekê (beşdarî li konfiransa ku li ser 300 saliya Ahmedê Xanî hatibû li darxistinê) hatibû Elemanya. Nûçevanê me jibo xwendevanên kovarê ev hevpeyvîna jerîn li ser kar u xebata wan pê re ҫêkir.

P- Mamoste Şekro, win dikarin bi kurtî naveroka gotina xwe li ser A. Xanî bêjin?

B- Ahmedê Xanî di qonaxeke wise de xebat kiribû, ku hemu tişt, weke irf, adet, rabûn-runiştin û xwendin di bin bandora ola îslamî de bûn. Dewletên ku Kurdistan dagîr kiribûn ev faktor ji xwe re didane xebatê, da ku kurdan bindest û çav kor bihêlin. Loma jî, ji Selahedînê Eyubî bigre û hetanî Mela Îdrîsê Bidlisî û Kerîm Xanê Zendî u.h. ewan gişkan di çarçeva wan dewletan de xizmeta dînê îslamî dikirin. A. Xanî hest pê kir, ku bêtifaqiya me bûye sebebê bindestî û belengaziya me! Ev yek di nav hemû berhem û efrandinên wî de têne xwiyan. A. Xanî xwedî zanebûna ensîklopêdî bû, ewî pirr baş dîrok dizanîbû, ne tenê zimanê zikmakî belê her wiha zimanê tirkî, farisî û erebî jî baş dizanîbûn. Ji destana wî a nemir ”Mem û Zîn” tê zanîn, ku wî zaniyariyên (ulmên) mayîn jî wek kîmîk, fîzîk, ulmê kosmogêniya (erşê esman) û gelekêd mayîn jî baş dizanîbûn. A. Xanî yek ji wan kesan bû, ku cesaret kir bi zimanê kurdî binvîsê, lewra em baş dizanin wê çaxê (di bin te`sira ola îslamî de) tenê bi erebî yan jî bi farisî dihate nivîsandinê.

Xanî dikarîbû pirr baş bi herdu zimanan jî binivîse, bighêje qesir û qonaxên bilind, jiyaneke dewlemend û hêsan bijî, lê ewî ew yek ne kir! Di peşgotina ”Mem û Zîn” ê de ewî bedew bersiva vê pirsê daye; çima bi kurmancî nivîsiye, ew dibêje: ”min dikarî bû bi erebî yan jî farisî binivîsa û li dunyayê bihata naskirinê, lê min ev yek nekir û bi zimanê xwe nivîsand, daku xelk sibê nebên, kurd qedrê gotina bedew nizanin û bê lîtêratur in (wêje)…”. Bi kurtî ev bû naveroka gotina min di konferansê de. Lê ji min re weke dîroknivîs giring bû bizanibim, gelo A. Xanî xwe wek perçek ji ola îslamî hesab dikir, yan jî xwe û miletê xwe wek dunyake cuda hesab dikir! Ji timamiya nivîsarên wî tê kifşê, ku kurd miletekî cuda ye; kultur, irf û adet, rabûn û runiştina wî cuda ye, loma jî mafê wî heye serbixwe bijî û dewleta xwe damezrîne. A. Xanî ji dilşewatî digot: “heger tifaq û yekîtiya me hebûna; me yê xulamtiya cînaran ne kiribane, belku cînaran wê ji me re bikra xulamtî…”! Di dawiya vê pirsê de, ez dixwazim bînin bîra xwendevanan, ku tiştê Xanî berî sê sed salî gotibû îro jî, ji me re pêwist û derman e!!!

 

P- Zor supas jibo vê bersivê, bi rastî li ser A. Xanî pêwiste bi kûrî û ferehî bê rawestan, hêvîdar im rapora we di demeke nêzîk de were weşandinê, da ku bîr û baweriyên we bi ferehî rohn bibin. Lê çavpêketina me ya îro li ser xebata we ya zanistî ye, li ser damezirandina Navenda we a lêkolînê ye, ya ku hîmê wê berî 2-3 salan hatiye avakirinê û win serokatiya wê dikin…

B- Weke ku win jî dizanin di Yekîtiya Soviyêt (Y.S.) a berê de û hîn di Rûsiya kevin de jî tradîsyonên kurdzaniyê kûr in. Kurdzanên Rûs, wek: Lêrx, Mînorskî, Vasîliyêva, Nîkîtîn û gelekêd mayîn di cîhanê de nav dane. Senterên kurdzaniyê li Moskoyê, Lênîngiradê û Yerîvanê hebûn û hîn jî mane. Lê belê piştî hilweşandina Y. S. xebata wan senteran pirr lawaz bû, ew binav mane! Car-cara xebatên piçûk dikin, lê rastî problêmên mezin wek: jiyana aborî a kurdzanan, çapkirina pirtukan û. h… hene. Ji ber wê me komek hevalan biryar da, ku navendek a lêkolînên zanistî li Moskoyê damezrênin, da qena xebata Kurdnasiyê neyê vemirandinê! Bi vê armancê me sala 1993 an, heyva avdarê dest bi karê xwe kir. Navenda me rismî (bi fermî) hatiye pejirandinê. Kar û xebata wê ji aliyê 6 Profêsoran, 4 Doktoran û hin xebatçiyên mayîn ve bi rê ve diçe. Navê wan eyane: prof. Lazarêv, prof. Hasratyan, prof. Vasîlêva, prof. Zerê Yûsupova û ez; û doktorêd me: Jîgalîna, Beşîr Resul, Zabolov, Bavê Nazê. Armanca me a sereke, ku em tradîsyonên kurdnasiyê bi pêşve bibin. Ew jî bi du tiştan tê cih; Yekem: lêkolîn li ser pirsên ku hetanî niha nehatine kirinê û Duhem: em şaşîtî û naheqiyên ku di xebatên berê de (bi hoyê siyaset û têkilîyên Y.S. yên Navneteweyî) hatibûn kirinê serrast bikin; ji bilî wê jî me biryar daye ku dîroka Kurdistanê ji nû ve, bi giştî û pevgirêdayî (wek yek parҫe) binvîsin. Ji talebexta re (bextê me yê reş) ew dîrok hetanî vê rojê perçe, perçe hatiye nivîsandinê. Bi serbilindî ez dikarim bêjim ku ew xebat îro bi zimanê Rûsî hazire; ji aliyê me 5 kesan: Lazarêv, Hasratyan, Jîgalîna, Vasîlêva û min ve hatiye nivîsandinê. Em vê gavê rêdaktoriya wê dikin, kêm û kurtî, rastî û ne rastiya wê didin ber hev û hêviya min mezine wê nêzîk bê wergerandin li ser zimanê Kurdî û êd mayîn jî. Armanc ewe, ku ev lêkolîn ji gelê me û cîhanê re bibe pasporta pênasînê: Em kî ne, ji kû ve tên û bi kû ve diçin?!! Herwise me biryar daye, periodik (li pey hev) cildekî mezin bi navê –Almanaka Kurdî– ji gotarên cure-cure li ser lîteratur, folklor, ziman, dîrok, etnografî û h.w. biweșênin. Berî hatina min me pirtukek bi zimanê Rûsî “Kurdistana îro” li ser her çar parçan çap kir. Ew tê wergerand li ser zimanê kurdî (herdû zaravan); dibe ku hinek șașîtî jî tê de hebin (mirovê kar nekê șașîtiyan jî nake), lê sînga me ji bo rexne û têbîniyan vekirî û fereh e. Îro pirtukek din jî bi zimanê rûsî li ser Kurdistana Îranê (rewșa Kurdistana Îranê ya civakî, siyasî û aborî ji salên 1960î ve tanî 1980î) hazire. Bi baweriya min ew lêkolîneke zanistî pirr hêja ye, ji ber hetanî niha kêm li ser wî parçeyî hatiye nivîsarê… Herwisa du xebatên hêja li ser ola me a berî îslamê (êzîdî) jî: kîtaba Celwe û Meshefa reș li gel têkistên wan hazirin; em niha mijulî şirovekirin, komentar û wergerandina wan li ser zimanê kurdî dibin. Bi kurtî ev in xebatên me yên hazir (di çentê me de ne)! Pilan û ramanên me pirr in, lê wek dibên “gereke em lingên xwe li goriya lihêfa bavê xwe dirêj bikin…” Problêma me a sereke aborî ye, heger ew çareser bibe, bi dîtina min emê bikaribin xebatên hêja û kêm nemûne di warê çand, lîtêratur, dîrok, ziman u. h. w. pêșkêșî gelê xwe û ên cihanê jî bikin!

 

P- Wek ez dizanim çend senterên kurdnasiyê yên li Y. S. a berê hîn jî mane; Yek ji wan ya Yerîvanê ye, heger ez ne șaș bim hetanî vê gavê jî win serkêşiya wê jî dikin? Gelo win çawa kordînasyon û li hevhatinê dixin xebata xwe de…

B- Yek ji armancên me ewe, ku em têkiliyan (danûstandin) bi hemû senter û mijûlvanên mesela kurdî re xwirt bikin. Ji ber wê pêwendiyên me bi wan senteran re jî hene, wek nimûne; car-car em gotarên wan di weşanên xwe de çap dikin, bîr û raya wan li ser hin pirsan distînin. Me projeyek hazir kiriye (heger rewșa aborî çareser bibê) ji bo lidarxistina konferanseke zanistî li ser kurdzaniyê. Em xebata kurdzaniyê borcê (erkê) xwe hesab dikin û kî wê xebatê bike emê destên xwe bidine wan!

 

PHelwêsta (nerîn, mewqif) hukumeta Rûsî beramber navenda we çi ye?

B- Helwêsta hukumeta Rûsî eşkere ye, ew ti astengiyan ji me re çê nakin. Nîşana wê jî ewe, ku navenda me resmî pejirandine. Têkiliyên me bi şaliyara (wezareta) netewî re pirr başin, ew bi dil û gotin bi me re ne, lê ji ber xerabûna rewşa wan a aborî, ew nikarin vê gavê alîkariya madî bikin. Ez di wê baweriyê de me, heger rewşa aborî hinekî baş bibê, ewê komekî bidine me…

 

P- Rewşenbîrên (Intêlîgênsiya) kurdan belav bûyî ne û ne li ser hevin! Bi baweriya we, di vê qonaxê de ҫi tê xwestinê, daku wan nêzîkî hev bike?

B- Wek win dizanin, rewşa xebata çandî û azadiya bîr û bawer li Kurdistanê xerab bû û hîn jî xerab e, loma îmkana berdewambûna xebata rewşenbîran dimîne tenê li derveyî welat, bi taybetî derfeteke fereh li Europa û Amerîka çê bûye. Îro pirr senter, komele û navend hene, ji xên wan jî gelek mirovên zaniyar (ulmdar) yên navdar û xwedî ked hene, pêwist e piştgiriya wan bê kirinê. Ew erk û borcê partî û rêxistina ye, gereke li wan xwedî derkevin, jiyana wan biparêzin û topî (civandin) ser hev bikin!

 

P- Bibuhire, bi dîtina we çi konkrêt ji wan tê xwestin, ku vî karê bi nirx bikin?

B- Ev pirseke pirr giringe, loma jî bersiva wê ne hêsane. Em dizanin îro di nav pirr partiyên me kurdan de, ne tenê nakokî di bîr û bawer de heye, belê talebext re, şer û kuştin jî heye!! Ez bawerim ku, serokên rêxistinan jî naxwazin ev şer berdewam be, lê mixabin hîn kultur û tradîsyonên siyasî, giftûgo, li hevûdû guhdarîkirin, hurmeta bîr û bawer di nav me de pêşve neçûne. Ew partiyên kevin, xwedî ked û dîrok, dikarin rewşenbîran topî ser hev bikin, heger manfîetên (berjewendî) siyasî yên teng ber çav negirin. Çawa tê kifşê, rewşenbîrên rast û têgehîştî pirr li ser manfîetên rêxistinî yên teng ranawestin; jiber wê heger piştgiriya wana hebe, ew dikarin roleke mezin ne tenê di pêşvebirina çand û kultura me de bileyizin, belê herwise ew dikarin bi rola navberî û li hevhatinê de jî rabin. Bêgoman hebûna partiyên cûre-cûre tiștekî normale, sibê heger Kurdistana me rizgar bibe, gereke bîr û baweriyên cuda hebin, lê di pirsa netewî de armancên yekem, duhem… u.h. hene. Pirsa sereke ji me re pênasîn û rizgariya Kurdistanê ye; pêwist e hemû li ser vê yekê hevbigrin. Îro li Kurdistana Bașûr șensekî dîrokî yê mezin jibo danîna bingeha dewleteke kurdî peyda bûye; borc û erkê hemû kurdan e, wê biparêzin û bi pêșve bibin, ne ku di bin hinceta: ev kursî ê mine û ew kursî ê te ye û li ser hev bikujin û wî șensî ji destê xwe berdin! Ew malwêranî ye!

Bi dîtina min partiyên me yên sereke û xwedî ked, yên weke: PDK, YNK û gelekêd mayîn dikarin roleke mezin di berhevanîna rewșenbîran de bilîzin; bêgoman xebateke ne hêsane, lê gereke her kes bizanibe, ku rewșenbîrê rast, zana, welatparêz û li ser hișê xwe hevûdu nakujin… Ew giftûgo û pevguhestina bîr û baweriyan bi hev re dikin. Em gereke ne tenê bedew (rind, xweșik) biaxivin, belê her wise bi hêminî, rind û mervanî li dengê hemberî xwe jî guhdarî bikin, hela ka ҫi tê gotinê… Rûs dibêjin: “rastî ne bi pirraniya dengan tê naskirinê…”. Carina diqewime, ku di pirsekê de mirovek rast e û sed jî șașin…

 

P- We di destpêka gotina xwe de got: A. Xanî berî sê sed salî gotibû; heger îtîfaqa me hebûna wê… Îro her kurdekî bîra vê yekê birîye! Lê dîsan jî pirsiyar ewe, gelo pirsgirêka vê ne “îtîfaqê” bi baweriya we, weku kesekî dîrokzan di kû dê de ye?!

B- Bêgoman rewșa îro û ya sê sed salî berî niha ne weke heve. Berê mesela me a netewî bi îdêolojiya îslamîzmê ve hatibû girêdan. Di îslamîzmê de ramana netew (U’me) heye; miletên serdest û bindest tune ne; ev di têoriyê de wise ye, lê di praktîkê de ne wise bû: arabîzim, farisîzim û piștre turkîzim jî lê zêde bû. Miletê kurd bi wan dewletan ve hatibû girêdan û bû qurbana siyaset û berjewendiyên wan. Lê îro rewș hatiye guhertinê, tevgera milî a kurdistanî, xwedî program û bernameyên serwextî ye, loma bê ҫareserkirina pirsa kurdî ti pêșketina siyasî, aborî û civakî di Rojhilata Navîn de nabe. Ji aliye din ve îro problemên mezin di nav dewletên ku Kurdistan di nav xwe de parҫe kirine hene. Carina hin partiyên kurdan xwestine sûd li wan nakokiyan werbigrin, ev tișt normale, lê mixabin hetanî niha ziyan bûye, pirrê caran ji bo qezenciyên biҫûk me mala xwe wêran kiriye … Ha, ҫima yekîtî tune? Tevî ku îro partiyên me xwedî program û armancin jî, lê tradîsyona li hev guhdar kirinê û hurmeta bîr û bawer hîn pașde maye. Ji xên wê jî tunebûna tradîsyona dewletê û bi rêvebirina welat șopa xwe kûr li ser me hiștîye; ne tenê li ser miletê sade, belê her wise li ser serok û rêberan jî. Ez naxwazim tu kesî bi nav bikim, lê ji gelekan re wise hatiye famkirin ê (têgehîștinê) wekî gereke Gel xizmeta rêxistinên siyasî bike, ne ku rêxistin xizmeta Gel û welat bike! Ev tiștekî ne normal e. Ev bûye kelemek, ku nahêle em li dora masekî bi hev re rûnin. Ji aliyê din ve kultura siyasî jî di nav me de pirr nimze; weke nemûne: rexnegirtin li ba pirraniya partiyan gunehekî mezin e!

Ê ku rexne bigre, ew tê hesab dijmin! Ez tiștekî dinê jî bêjim; bê ku ti navan bênim ser ziman, heger yek carekê bû serok, edî ew hetanî mirinê dimêne serok, bi dîtina min ev jî ne raste, gereke helbijartin ҫêbin û xwîna teze û gênc ligorî demê were serkirdayetiyê… Ev in bi kurtî astengên navxweyî. Lê dijminên kurdan jî zîrekin (bi aqilin), ew bi hostayetî nakokiyên nav me dijî me didin xebitandinê, weke nimûne; îro pirr kes hene hêsran li ser êzîdiyan (ez xwe-xwe jî êzîdî me) dibarênin: dibên, ku ew miletekî cuda ye! Yan jî pirsa zaza didin peș û carina soran û kurmancan jî ji hev cuda dikin… u. h. Gereke tevgera me li hember van tiștan hișyar be û nekeve d’afikên dijminên hundir û derve! Bi baweriya min mesela kurd bê alîkariya derve ҫareser nabe û wê tim lawaz (zeîf ) bimîne, lê gereke em jibîr nekin, ku ne li serheviya me hiștîye ku em liber xelkê lawaz û biҫûk bimînin, îcar ev mêkanîzim (pevgrêdan) jî bûye yek ji astengên sereke li ser riya yekîtiya me… Gilî, gazin û lav-lav li ber deriyê xelkê feyde nade! Di siyasetê de ev tișt tune, eger menfîet (berjewendî) a dewletan tunebe, tu kes li me napirse! Problema me siyasî ye, ne gezek nan û potkê cila ne, gereke ji bingehê ve were ҫareserkirinê…

 

P- Supas Mamoste Șekiro jibo vê ҫavpêketinê, hêviya min ewe, ku tevgera me sûd ji van gilî û gotinan bigre û di jiyana rojane de bikar bênê. Bi navê xebatkar, xwendevan, heval û hogirên me, serketinê ji Navenda we re dixwazim, da ku bikaribe bi rola xwe di pêkanîna armancên gelê me de, rabe!

B- Ez naxwazim soza bidim. Ҫimkî ji gotin û sozdayinê tiștek hêsanîtir tune, lê tiștê ji destê me bê der, emê di vê rêyê de bikin. Em ketine nav vê govendê… Zor supas ji bo we jî û serketinê ji xwendevanên we re dixwazim…

Lê giliyekî min ê dawî maye ezê bêjim: Rastiyek heye gereke em weke guhar têxin guhên xwe de; îro zanebûn, famdarî û kultura siyasî ji șûr û tivingê zêdetir komekî (alîkarî) dide miletê me!!

Elemaniya- ҫirya pașîn 1995. Arî ҫavpêketin ҫêkir. 

Di wêne da: Prof. Şekroyê Xudo Mihoyî û Dr. Îbrahîm Mahmûd

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev