KULÎLKÊN ÇÎYA

KULÎLKÊN ÇÎYA

Lokman Polat

 

Di salên 1974-75-an de tevgerên siyasî û rêxistinî yên kurdan di nav gel de û bi piranî di nav xort û keçên ciwan de dest bi xebateke baş kiribûn. Di wan salan de gelek partî û rêxistinên kurdan hatibûn damezrandin û kovarên siyasî dest bi weşanê kiribûn.

 

Di navça me -Licê- de jî xortan piştgiriya partî û rêxistinên kurdan dikir û gelek xort bûbûn endam û alîgirên wan. Ez jî yek ji wan xortan bûm ku min piştgiriya partiya sosyalîst dikir û min ji bo belavkirina kovar û hunandina rêxistinî di nav gel û xortan de kar û xebat dikir. Herçiqas me xwe weke sosyalîst dihesibandin jî, me giraniya xwe didan ser mijara doza netewa kurd û Kurdistanê. Me digot ”em sosyalîstin, lê ji bo têkoşîna rizgariya welatê me merhela yekem şoreşa netewî û demokratîk e, merhela duyem şoreşa sosyalîzmê ye.” Lewre jî me giraniya xwe dida ser pirs û pirsgirêkên netewî.

 

Kovarên rêxistinên kurdan yên ku di wê demê de derdiketin bi giranî tirkî bûn û naveroka wan îdeolojîk û siyasî bû. Lê, di nav me xortan de ji bo dîroka kurd û Kurdistanê û teoriya li ser pirsgirêkên millî întrese hîn zêde bû. Digel vana jî, ji bo xwendina berhemên kurdî daxwaza me hebû û me dema nivîseke yan jî pirtûkeke kurdî bidîtana, me bi heyecan û bi keyf û zewq dixwend.

 

Wê demê, min sirf ji bo ku di kovara “Rizgarî” û “Devrîmcî Demokrat” de nivîsên kurdî hebûn, min wan kovaran dikiriyan û dixwend. Nexwe, heger ne ji nivîsên kurdî bana, ez li dijê îdeolojî û siyaseta herdu kovaran bûm û divê min kovaran nasendana. Kovara ku min siyaseta wê diparast “Ozgurluk Yolu – Riya Azadî” bû. Vê kovarê di hejmara xwe ya heftan de dest bi weşana kurdî kir. Paşî rojnama “Roja Welat” bi kurdî û tirkî dest bi weşanê kir.

 

Di wê demê de çend weşanxaneyên kurdan hebûn, lê wan pirtûkên tirkî diweşandin. Pirtûkên ku wan weşanxaneyên kurdan diweşandin, heger li ser rewşa civakî ya kurdan bana, yan jî li ser dîroka Kurd û Kurdistanê bana, me dikiriyan û dixwendin. Tê bîra min, ez çûm Amedê -Diyarbekirê- min li wir pirtûka Xalfîn ku ji alî weşanên “Komal”ê ve hatibû weşandin, min kirî. Di riya navbera Amedê û Licê de kontrola cendirmên tirkan hebû. Min pirtûkê di nav qumateka bebika jinek de berşê da û min anî Licê. Dema yekî pirtûkeke li ser kurdan yan jî pirtûkeke kurdî bianiyana Licê, me di destê hev de digerand û bi dor dixwend.

 

Di sala 1979-an de li Kurdistanê hukmê leşkerî bi ser navê “sikiyonetim”ê pêk hatibû û rewşeke gelek dijwar hebû. Di wê rewşa dijwar de, pirtûka helbestvanê kurdê Kafkasyayê Eskerê Boyik bi navê “Kulîlkê Çîya” di nav weşanên “Rîya Azadî” de derketibû. Min girtina xwe jî da ber çavên xwe û min vê pirtûkê bire Licê û li vir belav kir. Pirtûk bi saya fedekariya min gihîşt destê  xwendevanên kurd yên Licê.

 

Di navberê de 24 sal derbas bû, ez rojek çûm Pirtûkxana Înternasyonal ya li Stockholmê û min vê pirtûkê li wir dît. Ji bo ku ez li ser helbestê pirtûkeke amade dikim (navê pirtûka min a li ser helbesta ”Helbest – Hunera Ziman e” û di beşa dawî a pirtûkê de wek mînak hinek pirtûkên helbestan yên bi kurdî didim danasînê, dema min pirtûka Eskerê Boyik dît, ew salên paşerojê kete bîra min.

 

Ez dixwazim, vê pirtûka ku min 24 sal berê xwendibû di pirtûka xwe de bi kurtî bidim danasînê û bi saya vê danasînê careke din dîsa vê pirtûkê bixwînim.

 

………………………………………….

 

Piştî 24 salan, xwendina min a duyem, weke xwendina min a yekem, di min de heyecan û coşiyeke pêk neanî. Wê demê, ji ber tunebûna pirtûkên kurdî, dema me pirtûkeke kurdî didît û dixwend di xwendina me de heyecan û di ruhê me de coşî hebû. Wê demê pirtûkên kurdî yên ku me didît û dixwend ji deh tiliyên destan nediburiya. Min bi xwe, di wê demê de pirtûka Cegerxwîn “Sewra Azadî” , ya Ereb Şemo “Şivanê Kurd” ya Eskerê Boyik “Kulîlkê Çîya” û ya Musa Anter “Qimil” xwendibû. Digel xwendina van pirtûkan, min hinek nivîsên kurdî di kovarên kurdan de xwendibû û hew…

 

Min wê demê ji helbestan ewqas fêm nedikir, lê ji bo ku helbestên wî yên bi sernavê “Kurdistan” , “Çîya çîya ne” , “Govenda kurdan” û hwd, hebûn xweşa min çûbû. Ez niha li helbestên Eskerê Boyik dinêrim, bi rastî jî helbestên wî ji alî naveroka xwe ve xurt in û têde hest û rihê kurd û kurdayetîyê heye.

 

Pirtûka Eskerê Boyik ji alî Baran ve ji bo tirkî hatiye wergerandin û bi tirkî û kurdî weke yek pirtûkek li Enqerê -Tirkiyê- hatiye weşandin. Wî ji bo pirtûkê bi kurdî û tirkî pêşgotineke jî nivîsiye. Pirtûk hemû li ser hev -kurdî û tirkî- 150 rûpel e. Di pirtûkê de 57 helbestên kurdî û tirkî hene. Çapa yekem a pirtûkê di sala 1972-an de li Erîwanê hatiye weşandin.

 

Temaya helbestên wî evîna welat û hezkirina naturê (xwezayê) ne. Wî di helbestên xwe de welat, evîn û hêjayiyên naturê gelek xweş taswîr kiriye. Wî di helbesta xwe ya destpêka pirtûkê de helbesteke anku kilameke xweş li ser kilamê gotiye. Ew dibêje : “Kilamê min kadê çiya ne, / Tendûra dil da pijiyane, / Ser rê dirbê çîya rijîyane, / Tamkin, tamkirinê hêja ne…/

 

Helbestvan Eskerê Boyik hezkirina xwe ya ji bo çîyan jî weha tîne zimên : ” Ez hez dikim / Çîyayên xemilî bi kulîlkên al / Gelîyên bi xezal / Bin kolozê ewr qodêt wanê kal / Û golêd zelal./

 

Di çand û jîyana kurdan de govend ciheke taybetî digre. Kurd ji govendê gelek hez dikin û ji sedî nodê kurdan dizanin govend bigrin. Şev û şahî, dawet û dîlanên kurdan bi ximxima govendê tê xemilandin. Li rojhilata navîn ti neteweyek bi qasê kurdan girîngî nadin leyistika govendê. Hest û ruhê kurdan bi govendê pêl dide. Eskerê Boyik ji vê rewşa kurdan anku ji hezkirina wan a govendê hayidar e û wî jî bi helbesta xwe seriyeke govendê kişandiye. Ew di helbesta xwe ya bi sernavê ” Govenda kurda” de taswîra govendê dike û hem bangê rabûna govendê û hem jî daxwaza temaşekirina li govendgiran dike. Ew dibêje :

 

“Werin bigrin govendê,

  Bigrin govenda kurda,

  Rabe dinya temaşa

  Van gozela û rinda.”

 

Helbestvanê kurd bi hest û ruhê welatparêziyê bawerî û hêvîya xwe ya ji bo damezrandina Kurdistana azad di helbesta xwe de diyar dike. Ew bi bîr û bawer e ku, dê rojeke Kurdistana azad bê damezrandin. Ew van hestên xwe weha pêşkêş dike :

 

“Ez zanim Kurdistan ê çêbe,

  Azadî ala wê be,

  Edilayî tlaqa wê be,

  Ez zanim Kurdistan ê çêbe.

  Tavê pênûsa wê be,

  Çavê alemê lêbe,

  Ez zanim Kurdistan ê çêbe,

  Lawê kurd egîtê wê be,

  îro be, yan ê sibê be,

  Ez zanim Kurdist ê çêbe!”

 

Dilê helbestvanan zîz e. Ew bi rindiyê baş dizanin û pir xweş taswîra spehîbûnê dikin. Keçên kurdan rind û xweş in, weke xezalan bedew in. Eskerê Boyik di helbesta xwe ya li ser keçên kurda de rindî û delaliya wan rave dike. Ew ji bo keçên kurda dibêje :

 

” Keçên çîyayê me

  Mîna xezala kubar in,

  Mîna kulîlka delal in,

  Mîna kanîyan zelal in,”

 

Helbestvan ji bo keçeke kurd a xweşik ku govendê digre, helbesteke gelek xweş nivîsiye. Diyarkirina spehîbûna keçek wisa xweş hatiye rave kirin ku, mirov dixwaze van gotinên wî ji bo evîndara xwe bîne zimên. Di çavên her evîndarî de evîndara wê rinda cîhanê ye, bedew e, spehîye, gula berdila dilê wî ye. Ka li vê helbestê binêrin, her evîndar dikare bi dil û can, bi hest û ruhê evîndarî vê helbestê diyariyê evîndara xwe bike. Min dema vê helbestê xwend, evîndara min hate ber çavên min û herwekî ku ez vê helbestê ji bo evîndara xwe dibêjim.

 

“Te çavê xwe / Reş kil daye / Biskê zêrîn / Zer badaye.

  Bejna bilind / Kirye kulîlk, / Xemilandiye / Bi nexş û nik.

  Daye ber xwe / Kemera zîv, / Xizema te / Bûye çav hîv, /

  Ketî destê xortekî, / Û dilîzî ser dilê min /”

 

Hinek helbestên Eskerê Boyik weke şêweya stranan hatine nivîsîn. Ez ne şaş bim, gelek helbestên wî ji alî dengbêjên kurd ve hatine strandin. Ji xwe dema mirov helbestên wî dixwîne, têde tehm û lezeta stranan û kilamên kurdî dibîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev