”DILNAME” WEKÎ PIRTÛK JI NAV WEŞANÊN ”SÎTAV”Ê DERÇÛ

”DILNAME” WEKÎ PIRTÛK JI NAV WEŞANÊN ”SÎTAV”Ê DERÇÛ

ROJNAME DI SALA 2010 HETA 2011’AN LI KOBANÊ WEŞAN DIKIR

Kahir Bateyi

 

Pirtûk ji Komhejmara Rojnameya Dilname ya rojnamevan û pêşkêşvanê televizyona Rûdawê Imer Kalo pêk tê.

 

Hejmara yekem ji Rojnameya Dilname ya rewşenbîrî, bi zimanê kurdî û li ser kaxezê bi çapa rengîn, roja 01/12/2010’an de ji aliyê rojnamevan Imer Kalo ve li bajarê Kobanî derçûbû.

 

Rojnameya Dilname piştî ku 9 hejmarên wê derçûn, roja 01/09/2011’an weke rojnameya çapkirî rawestiyabû.

 

Lê Rojnameya Dilname heta 01/12/2014’an weke rojnameyeke elektîronîk bi Kurdî û Erebî berdewam bibû.

 

Pirtûka Komhejmara Dilname, tevahiya hejmarên Rojnameya Dilname yên çapkirî li xwe digre û ji 234 rûpelên rengîn pêk tê.

 

Pirtûk dagirtîye ji nivîs, gotar, helbest û pexşanên bi dehan nivîskarên cuda cuda. Naverokeke têr û tijî ye pirtûka Dilname û tameke gelek cuda dide xwendevan.

 

Pirtûk bi kaxiza kûşe û rengîn hatîye çapkirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev