OSMAN SEBRÎ-APO

OSMAN SEBRÎ-APO

Gird Elî

 

Qehreman û lehengên hemû miletan yên binavûdeng hene. Bêguman yên me kurdan jî bi hezaran hene û divê ku em wan yad bikin û rêza bîrewerî û doza wan ya pîroz bigirin. Mejû û hişmendîya miletekî ancax bi vî awayî tên afirandin û xurt dibin.

 

Di dîroka me ya nêzîk da, gelek lehengên bêhempa û xwedîyên taybetmendîyên cihêreng ji nava me derketine. Em dikarin wan bi wêrekî, zanistî, fedekarî û gelek fezîletên cuda bi nav bikin. Bêşik ew hemû stêrên civaka me ne ku rêya me rohnî dikin. Dijminên kurdan bi fêlbazî dîrokek ji xwe ra afirandiye û bi qehremanên sexte ve dagirtine, bi wê jî nemane, gelek caran yên me jî dizîne û kirine malên xwe. Dîroka kurdan, dîroka leheng û qehremanên rasteqîn e û Osman Sebrî–Apo mînaka vê ya herî eşkere ye.

 

Leheng gelek caran bi cih û warên xwe ve, her weha bi kesayetî û serpêhatîyên xwe ve dibin mijarên vegotinan. Lê qalibekî welê ji bo nav û serpêhatîyên Osman Sebrîyî, bi tena serê xwe kêm e. Cih û warê wî, welatê wî Kurdistan bû. Kesayetîyek têra xwe welathez bû.

 

Serpêhatiyên wî, dîroka xelkê kurd bû, ew ji bo Kurdistanê tekoşêr û fedekar bû. Jîyana Osman Sebrîyî ya şer û berxwedanê ji nîvqirnekî zêdetir e. Di vê tekoşînê da, ew her tim pêşevanek bû, lê li qada şerî ya herî germ da jî pêşmergeyek bû. Wî zû fam kiribû ku ev doz bêyî tevgereka siyasî dê çareser nebe, loma li kî derê tevgereka kurdî çêdibû, wî tavilê xwe digihandê û dibû neferekî wê.

 

Bêguman, mirov dikare hinek ji vê cehd û bawerîya wî ya kurdayetîyê, bi perwerde û serpêhatîya wî ya malbatî şirove bike: Di serîhildana 1925an da, du apên wî -Şukrî û Nûrî- tên dardekirin û dibin şehîdên Kurdistanê. Lê em dibînin ku agirê di nava wî da, ji bo kurd û Kurdistanê bi demê ra her gurtir bûye. Bi dehan caran zindankirin û sirgûna bi dehan caran jî nikaribû rê li ber wî bigirta, lewra wî her carê xwe digihand Kurdistanê û karê kurdayetîyê. Girava Madagaskar û Okyanûsê jî nikarîbû ew rawestanda.

 

Pêşevanîya Osman Sebrîyî, ne bi tenê di xebatên sîyasî da bû. Hê di despêkê da, wî xwe gihand Mîr Celadet Bedirxanî û bû şagirdê wî û her weha nivîskarekî kovara Hawarê. Dr N. Zaza di 12.3.1980yî da behs dike, bê kurdînas Thomas Bois di pirtûka xwe ya ”Connaissance des Kurdes” (naskirina Kurdan) da, pesnê awayê nivîsîna Osman Sebrîyî çawa dide û kêfa xwe çawa ji çîrokên wî yên li ser nêçîr û nêçîrvanan tîne.

 

Bêşik xebata wî ya bêwestan û ev piralîya wî ji nifşekî ra bûn kanîyeka îlhamê û bi hezaran law û keçên kurd li ber sirûd û helbestên wî bi kurdayetîya xwe ve hisîyan.

 

Dijminên kurdan her tim jê tirsîyane û tu caran hedan nedana wî. Gava dijmina ew di payîza temenê wî da, ew xist zindanê, wî rewşa xwe bi van rêzikan ji dîrokê ra nivîsî:

 

Dawî vewestîm wa bûm kalemêr

Zindan ji bo min wekî rikeha şêran 7.3.1972

 

Osman Sebrî hê di destpêkê da, bandora asîmîlasyonê didît û ji ber vê jî girîngîyeka mezin dida xwendin û nivisîna zimanê xwe. Lewra ku navê berhevoka helbestên xwe ”Gotinin Xav Nepijîn bê tav” datîne û sedema wê jî welê destnîşan dide: …Lê gelek mixabin ku nehiştin ro serê me keve û em ji hemî mafên siyasî, civakî û zanistî bêpar hêlane. Ji ber vê ye ku min jî nivîsarên xwe holê bi nav kirin GOTINÊN XAV NEPIJÎN BÊ TAV 1.8.1977

 

Îro bi rehetî em dikarin bibêjin ku bawerîyên wî li nava xelkê kurd, li tevahîya Kurdistanê havên girtiye û geştir bûye. GOTINÊN wî pijîya ne, lewra ew û yên nola wî TAVÊN me bi xwe ne.

 

Bi navê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, di roja bîrewerî û yadkirina Osman Sebrîyî da, hezar silav li gîyanê wî yê pak be.

Gîyanê wî her şad be!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev