Kurd û Cihû

Kurd û Cihû

Arian Shaddadi 

Daneber hev a rewşa kurdan û cihûyan di awayê kar û xebata ji bo avakirina dewleteke serbixwe wê me bibe nava pûnjîneke kûr û dûr:

Sala 1897’an yekemîn kongreya cihûyan çêbû û biryara avakirina dewletekê da. Li pey wê pêngavê êdî şev û rojan plan-projeyên wan ew bûn ka çawa hîmê dîwarekî bihêz yê dewleta xwe bidin darijandin. Ferqên kurdan û wan wiha ne:

– Cihûyan qet şerê hev nekirine, lê kurda biqasî ku şerê dagîrkeran kirine, ewqas jî şerê hev û di kirine. Ji sed sal berê heya niha her dema hêzeke kurd a bi bandor çêbûye, derbeya yekê ji hela hêzeke din a kurdan rastî wê hatiye. Ji şikestina hêza bi bandor aliyê duyê heta dawa havkariyê ji dijminên doza xwe ango dagîrkeran jî kiriye. Me herî dawiyê dehbarebûna senaryoyek wiha li Kerkûkê, Şengalê û Xaneqînê dît. 

– Hêzên kurd berevajî cihûyan bawerî bi hêza xwe nebûne û bi aşkerahî behsa dewleta kurdî ya serbixwe nekirine. 

– Ti hêzeke siyasî ya kurd ji bo demeke dirêj nekariye piraniya kurdan li dora xwe kom bike û hêza wan a hemû alî ji bo meremên weke avakirina dewleteke serbixwe bikar bîne. Biqasî perçebûna axa Kurdistanê ew jî di erdnîgariya perçekê bihêz bûne lê nekarîne li beşên din bibine xwedî hêzeke mezin. 

– Ji berê de heya roja îro xwendina rêberên rêxistinên kurdan ên siyasî li ser civakê, olên wan yên ji hev cuda û êş û daxwazên wan kûr nebûye. Cihû salên dirêj ketin pey vê mijarê û civaka xwe a berbelav ji armancên wan yên pêşerojê re amade kirin. 

– Piraniya hêzên kurdan ên siyasî bi rêberê rêxistinê ve girêdayî bûn û bi ji holê rabûna wî/ê ew rêxistin jî hêdî-hêdî bi perçebûnê re hatiye dawiya jiyana xwe. Em rewşeke wiha di nava cihûyan de nabînin. 

– Di salên berê de û di praktîkê de berevajî gotinên xwe, rêvebirên partiyên kurdan yekrêziya kurdan ji hev belav kirine û ev jî ji ber nebûna demokrasî û prensîbên wan ên dîktatoriyê çêbûne. 

– Rêvebirên cihûyan hemû tiştek ji gelê xwe re, lê piranîya yên kurdan jî ji bo mayîna xwe û hêza xwe ya takkesî û malbatî heta şerê hev jî kirine.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev