30 sal bi ser mirina Xelîlê Evdile hosteyê bilûrê û zirneyê re bihurîn

30 sal bi ser mirina Xelîlê Evdile hosteyê bilûrê û zirneyê re bihurîn

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 2ê Sibatê 30 sal di ser koça dawî ya hunermendê navdar, bilûrvan û zirneçî Xelîlê Evdile re derbas dibin.

Wî li penaberiyê çavê xwe ji dinyayê re vekir û li penaberiyê jî çavê xwe jê re girt.

Xelilê Evdile di nava koma hunermenda navdar Sûsîka Simo de

Trajediya hunermendekî

Xelîlê Evdile roja 24/12/1940anli sirguniyê, li gundê Kîzîlka wîlayeta Oş ya Qirqizistanê hatiye dinê. Malbata wî jî, mîna bi sedan malbatên Kurd, tûşî xezeba Joseph Stalin bûbû. Sala 1938an di şevekî de ew barkiri bûn bo trena barhilgir û ji Ermenistanê ajoti bûn biyabanên Asya Navîn.

Dema Xelîl 4 salî bû, malbata wî vedigere Ermenistanê û li bajarê Erîvanê bicih dibe.

Di 9 saliya xwe de Xelîl bavê xwe Evdileyê Ebîl ji dest dide.

Hewesa Xelîl bo muzîkê hê ji zaroktiyê destpê bûbû. Di 11 saliya xwe de ew êdî bi fîq û mey (bilûr, balaban) û zirne melodiyên curbicur dijenî.

Diyar e, behremendî û huner ji Xelîlê Evdile re ji bav û bapîrê wî mîrat maye. Bavê wî Evdile Ebîl di dema xwe de bilûrvanekî navdar bûye û bapîrê wî jî bi jenîna tulum, an ku dizgar dihat naskirin.

Dema ku Xelîl digihêje 14 saliya xwe, li gel birayê xwe Celîl, ku ew jî daholvan bû û hem jî hemû amûrên fûyî dijenî, êdî diçûn dawet û şahiyan.

Piştî 3 salan Xelîl, li Erîvanê  xwe di koma govendê ya Kurdî de tomar dike û sê sal govendgeriyê dike. Lê dest ji jenîna bilûr (mey), zirne û fîqê bernade.

Di 18 saliya xwe de Xelîl weke bilûrvan û zirnejen  dibe endamê koma hunermenda navdar Sûsîka Simo. Ev kom bi berdewamî derdikeve tûrneyan û  salên dirêj li Gurcistan, Ermenistan û Azerbaycanê konsertan encam dida.

Xelîl yekemîn melodiya xwe di 19 saliya xwe de; sala 1959an di Radyo Erîvanê de tomar dike.

Ji xwe, hunermendiya Xelîl ya profesyonelî jî, ji wê demê destpê dike.

Hunermendên navdar ên mîna: Mecîdê Xalit, Mecîdê Firaz, Bêmalê Keko, Hesenê Gogo, Hesenê Epo, Şibliyê Çaçan, Mecidê Silêman, Sîsa Mecîd, Mehmedê Mûsa, Becoyê Hesen, Fatma Îsa, Karapetê Xaço û gelek yên din stranên xwe bo Radyoya Erîvanê bi jenîna Xelîlê Evdile tomar kirine.

Salane bi beşdariya Xelîlê Evdile 10-15 melodî bo Radyoya Erîvanê dihate tomarkirin. Di fona Radyoya Erîvanê de kilam, stran û melodiyên ciyêwaz ên ku bi jenîna Xelîlê Evdile hatine tomarkirin, ji 100an zêdetir in.

Lê Xelîlê Evdile xwe bi jenîna amûran ve sînordar nekiriye, weke bestekar melodî nivisandine û aranjeriya stran û kilaman jî kiriye.

Melodiyên ku Xelîlê Evdile beste kirine: “Feyza Kurdî”, “Kofî”, “Xilpanî”, “Marşa Govendê” ketine fona zêrîn a mûzîka Kurdî û êdî bûne klasîk.

Her weha melodiyên wî yên bi navê “Pakîzer”, “Kinyazî”, “Mirazê Dilê Min”, “Siyabendê Xecê”, “Lê lê Asê” ku sernavê hevjîna xwe û her sê kur û keça xwe beste kirine, melodiyên hît ên Radyo  Erîvanê bûne û îro jî li şahî û dawetan têne stirandin. Pey re Xelêlê Evdile melodiya “Siyabend û Xecê” ji nûve aranje dike, dikemiline û li Radyo Erîvanê tomar dike.

Ji bilî ku Xelîlê Evdile endamê komê bû û bi berdewamî li gel hunermendên din li radyoyê kar dikir, li tevaya Qafkasyayê jî, hema bêje ti dawet û şahiya Kurdan bêyî beşdariya wî birêve nediçûn.

Sala 1978an Xelîlê Evdile li Ermenistanê Koma Stran û Govendên Neteweyî ya Kurdî dadimezrîne.  Ev kom bi berdewamî beşdariya festival û şahiyan dikir û çendîn sal bi tûrneyan diçû gundên Elegez û Masîsê û konsertên taybet dida.

Rewşenbîrên Kurd ên Sovyetê jî qedrê hunera Xelîlê Evdile baş digirtin û rê lê xweş dikirin ku di çalakiyên hunerî yên di asta Sovyetê de ew jî nûnertiya çanda Kurdan bike.

Sala 1978an Koma Stran û Govendên Neteweyî ya Kurdî ya bi serkariya Xelîlê Evdile bi alîkariya Nado Mahmûdov, ku wê demê wezîrê hikumeta Ermenistanê bû, beşdarî Festîvala Çanda Neteweyan ya Lenîngradê dibe. Di Festîvalê de, ku bi televîzyona navendî  li tevaya Yekîtiya Sovyetê dihat pexşkirin, Koma Stran û Govendên Kurdî çendîn mînakên mûzîka Kurdî pêşkêş dike. Di heman Festîvalê de Xelîlê Evdile di beşa jenîna mey de weke solîst ciyê duyemîn digire.

Sala 1985an Xelîlê Evdile di  nava Koma Elegezê de cih digire.

Tûrneya Koma Elegezê ya sala 1988 li Asya Navîn ji bo Kurdên wê herêmê dibe weke cejnekî.

Kom, li tevaya gundên Kurdan ên Kazaxistanê digere û li her gund û li bajarê Almatayê konsertên mezin li dar dixe.

Destpêbûna şerê Ermenistan û Azerbaycanê, mîna tevaya Kurdên Qafqasyayê, jiyana Xelîlê Evdile jî serobino dike.

Ew, sala 1989an mala xwe bar dike û diçe Azerbaycanê. Lê, tevî rewşa aboriya giran û penaberiyê, Xelîlê Evdile nikare ji hunerê dûr bimîne.

Li Bakûyê bi beşdariya Kurdên Azerbaycanê û Kurdên penaber ên ji Ermenistanê komeke nû ava dike. Hem xortên Kurd fêrî govendên Kurdî dike û hem jî weke solîst di cejn û festivalan de bi çend amûrên cuda ve muzîka Kurdî pêşkêş dike.

 

Xelîlê Evdile, wekî hunermend ne tenê di nava Kurdan de bi nav û deng bû. Hunermendên Ermenî, Azerî, Gurcî û Rûs jî hunera wî, weke vîrtuozekî, ku ruhê xwe tevli muzikê dikir, bilind dinirxandin.

Lê mixabin, qeder pir bi xedarî li hember hunermendê mezin tev digere.

Sala 1991ê  Xelîlê Evdile li Bakûyê ji şaneşîna xaniyê xwe dikeve û bi giranî birîndar dibe. Hunermendê gel du hefte li hember mirinê li ber xwe dide. Lê roja 02/02/1991ê di temena xwe yê 51 salî de çavê xwe ta abadiniyê digire.

records Source:https://www.rudaw.net/kurmanci/culture-art/02022021?fbclid=IwAR0N2avVlyupSyE5DYg5Uz4k2Z95vqiC5H9GkjMMzQjURJE_2bXohgTCxX0

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev