Etnometodolojî

Etnometodolojî

Nasandina Çend Têgihên Felsefeyî

Ali Gurdilî

 

1- Aither (aither): Di zanista (bilim, science) xwezayê a Serdema Pêşîn de, ji elementa pêncan re hatiye gotin. Wekî tê zanîn elementên din jî ax, av, hewa û agir in. Heta sedsal berê jî, zanyaran wiha bawer dikirin ku aither madeyek e ku xwedîyê wesfeke vekişêrîyê (esneklik, elasticity) ye û cih (mekan, space), dadigire. Li gor vê yekê heta dawîya sedsala 19an, nêrîna fizikzanan ew bû ku aither jî mîna hewayê, pêlên elektromanyetîk vediguhezîne. Herwiha wiha difikiriyan ku giraniyeke aitherê tune, saydam e û dikare temamîya madeyên din, di xwe de derbas bike. Ligel vê yekê, ne xwedîyê hebûneke kimyevî yan jî fizikî ye û dorhêlek (pergal) e. Di fizîka modern de, piştî têgihiştina bingeh û binyada made û ronahîyê (şewq), ji bo têgiha madî a ku li ser pergaleke mekanîk nikare were sepandin, hatiye bikar anin. tr: esir / fr: éther

 

2- Esse est percipi: Di felsefeya îdealîst ya George Berkeleyî de, navê teza wî a ku ji bo kompkesan bikar aniye. Berkeley ji bo nesne yan tiştan, gotiye ku ‘hebûnatî, têgihiştin e’ û nesne yan jî tişt, bi tenê di hişê (mind, zêhn) heyînên giyanî yên ku têdigihêjinê wan de, ew kompleks in ku ji îdeyên sade (basîd) pêk tên. Felsefeya wî, bi îdealîzmê (idealism) re ne yek e. Lewre li gor nêrîna wî di demajoya têginî (algı, perception) de, divê hem îdeyên ku têne têgihiştin û hem jî, heyînên ku têdigihêjine wan îdeyan, hebin. Lewma jî, gotiye ku ‘hêbûnatî, têgihiştin e’. (Esse est percipi). Wate, hebûnatî yan têgihiştin e û yan jî, heyînê ku têdigihêjê ye. Ji ber vê yekê jî, Berkeley gotiye ku rastîtî (gerçeklik, reality) ne tenê ji îdeyan, ji wan heyînên giyanî yên ku têdigihêjine wan, pêk tê.

 

3- Essentia: Têgiheke latinî ye û wekî dijberê ‘existentia’yê (hebûn), di wateya cewher û naverokê de ye. Di wateya taybetîya tiştekî, a ku wî dike wî tiştî de ye.

 

4- Objeya Estetîk, Nesneya Estetîk (aesthetic object): A ku hilgir (barkêş) û xwedîyê nirxê spehîtîyê (delalî) ye ku mirovên xwediyê nirxê ecibandinê ne, berê xwe (bala xwe) didine wê. tr: estetik nesne / fr: objet esthetique / al: aesthetisch objekt

 

5- Barbira Estetîk, Subjecta Estetîk (aesthetic subject): A ku têdigihêje wê nirxê spehîtîya ku bar (nesne, obje), hilgirê wê ye. Barbira estetîk, ji objeya estetîk (aesthetic object) ketumet dibe û dikeve bin tesîra wê. Mirovên (heyîn) ku xwedîyê hest û nirxê ecibandinê ne û xwedîyê bîrewerîyê (bilinç, cosciousness) ne, wekî barbirên estetîk (subjeyên estetîk) têne pejirandin. tr: estetik özne / fr: sujet esthétique / al: aesthetisch subjekt

 

6- Esthesis: Di zimanê yewnanî de, hîs (entiment) û têgihîya (algı, perception) xwerû, ku di xwe de hêmanên têgihî, darazî û şiroveyî nahewîne. Malzemeya ku bi tenê ji daneyên têgihîya xwerû tê, yan jî çavkanîya wê, ew e.

 

7- Wekhevî (equality): Wekî îdealeke civakî û ehlaqî, ji aliyê pozisyon (cih, asûn) û qîmetê ve, rewşa wekehevîya mirovan, ku xwezaya wan heman xweza ye. Prensîpa ku dibêje hemû mirov hevguhêrbar (eşdeğer) in û ji ber vê yekê jî, lazim e di nav mirovan de cudakarî tune be. tr: eşitlik / fr: égalité / al: gleichheit, gleichung

 

8- Etnometodolojî (ethnomethodology): Di wateya gel û mirovan de, ji hevedudana ‘ethnos’ a yewnanî û metodolojîyê. Di jiyana rojane de beyî ku hay jê hebin mirov hinek rêgeh, yan jî rê û rêzikên çalakîyan bikar tînin, ku navê etnometodolojîyê li vê zanistê kirine. Zanînîya (knowledge) têgihiştina me (wekî endamê çînên civakî, wekî endamên komên civakî), a rastîtîya (reality) sosyal. tr: etnometodoloji / fr: ethnométhodologie

 

9-Eudaimonia: Bextewarî (dilşadî, bextiyarî). Bi wateyeke giştî, rewşa başbûnê. Di dawîya xwepêkanîna mirovî a xwezayî de, rewşa ku dertê holê, rewşa ku rû dide. Hedefa mirovan a herî raser û dawînî. Rewşa bextewar. Di felsefeya yewnan de, ji bo xwegihandina bextewarîyê, gelek ramanên cuda hatine raber kirin. Hinek feylesofan, gotine bi zanyarî û fazîletê û hinekan jî gotine ku bi coşîyê (haz), meriv dikare xwe bigihîne bextewarîyê.

 

10- Geometrîya Eukleides (Euclidean geometry): Geometrîya ku Eukleidesê yewnanî B.Z. di sedsala 4an de, di berhema xwe ya ‘Elements’ê de ku 13 cild e, destnîşan kiriye. Geometrîya ku Eukleîdesî di berhema xwe de amade kiriye, xwe dispêre hinek aksîyom û pêşhesêbîyan (önkabul, presupposition). Sebebê girîngîya vê geometrîyê, rêgehên ku Eukleidesî bkar aniye, ye. tr: eukleides geomelrisi / fr: geometrie euclideenne

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev