Ji Weşanxaneya APECê du kitêbên klasîkên me

Ji Weşanxaneya APECê du kitêbên klasîkên me

Mistefa Uzun: ”Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî û Destana ”Sîyabend û Xecê”

 

Ji klasîkên kurdî du kitêbên nû ji bo zarokan hatine amadekirin li gel pirtûkên xebatê

Jinûve nivîsandina Mistefa Uzun.

 

Mem û Zîn a Ehmedê Xanî

 

Ji nûve nivisîn: Mistefa Uzun

Îlustrasyon: Wolf D. Köpfer

Weşanxaneya Apecê, 2021

ISBN: 978-91-88333-20-9

 

Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî yek ji helbestvanên herî navdar yê kurdan e. Weha tê bawerkirin ku ew sala 1651ê li gundê Xanê yî bi ser Colemêrgê ve hatiye dinê. Ehmedê Xanî di jîyana xwe ya kin de pir berhemên edebî nivîsandine. Berhemên ku îro li ber dest in ev in: 

Mem û Zîn,

Eqîda Îmanê,

Nûbihara Biçûkan

 

Sîyabend û Xecê

Jinûve nivisîn: Mistefa Uzun

Îlustrasyon: Necmedîn Birî

Weşanxaneya Apecê, 2021

ISBN: 978-91-88333-67-4

 

Destana Sîyabend û Xecê yek ji klasîkên folklora kurdî ya herî bi nav û deng e. Îro li seranserê Kurdistanê, gelek çîrokbêj û dengbêjên kurd, bi gelek varyantên cuda vê destana nemir, distirên û vedibêjin.

Destana Sîyabend û Xecê bi gelek varyantan ve hatiye nivîsîn, fîlmên wê hatine çêkirin û wek tiyatro hatiye lîstin.

Mistefa Uzun jî destana Sîyabend û Xecê ji bo zarokan ji nû ve nivîsî.

Di vê xebata xwe de min pirtûka Ahmet Aras ya Sîyabend û Xecê mîtolojîya kurdî de destaneke evînî ji xwe re wekî bingeh û referens girt. Birêz Ahmet Aras jî pirtûka xwe li ser varyanta dengbêj û çîrokbêj Sebrîyê Gundê Xellê (ji Bilanixê) nivîsîye. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev