Nameya vekirî bo birêz Sultan Arslan

Nameya vekirî bo birêz Sultan Arslan

”Xayîn e, lê birayê me ye”?

Têmûrê Xelîl

 

Kekê delal, ez jî, tu jî zanin, ku em qedirê hevdu zanin, bêrîya hev dikin, di gelek pirsan da wekehev difikirin. Lê di vê pirsê da, ku te raberî me kirîye, em hema bêje dijminên hev in.

 

Ji bo xwendevanên me bizanibin ez behsa çi dikim, ezê nivîseke kek Sultan raberî we bikim, dû ra jî fikirên xwe bêjim. 

Sultan Arslan

 

Selahattin Demirtaş çi bike jî , ew endamê miletê Kurdistanê ye. Bi navê kurdayetî û weke terorîst ji alîyê tirkan ve tê binavkirin û darizandin. Erê Selahattin Demirtaş kurd e û endamê civata Kurdistanê ye.

 

Xetayê Selahattin Demirtaş dikare zêde bin û gelek zêde bin. Heta dikare kurdan re xayîntî jî bike, dîsa kurd e û dîsa rewşa kurdan e.

 

Çewqas zêdebin jî xetayê wî di nav kurdan de çêbû ye û ya kurdan e. Eger bê qanûnî tiştan kiribin jî dîsa li ser wî û hevalên wî, tenê kurd dikarin û mafê kurdan hene ku bigirin û ceza bidin wan. Tenê kurd dikarin Selahattin Demirtaş darizînin, ne tirk û ne dewleta tirkan. Çi mafê dewleta tirkan tine ku Selahattin Demirtaş an jî kurdên din li ser navê kurdan weke terorîst nîşan bidin û darizînin. Wijdana min bi hîç awayê qebûl nake ku dewleta tirkan, çi dibe bila bibe, kurdan weke terorîst nîşan bide û darizîne.

 

Îcar hesabê me bi Selahatin re çîye û çi nîye an jî em rêxistinê wan çawa dibînin û nabînin tiştek din e û divê ne mijara tirkan be, mijara kurdan be.

 

Divê kurd ne bi rîya dewletê an jî bi enîya dewletê re mijara Selahattin an jî rêxistina wî binêre û em nikarin bi dewleta tirkan re eynî rê vegerin.

 

Li ser vê mijarê û di vê zemînê de ya terorîst dewleta tirkan e, ewqas.

 

Ev jî fikirên min:

 

Ezê behsa wî kesî nekim, ku te behs kirîye, ezê piranî behsa kesên ser riya kesên wek wî bikim. Ji ber ku ez zanim gelek ronakbîrên me jî wek te difikirim, vê nameyê wisa qebûl bike, ku ez dixwezim fêm bikim, eger ez bême bawerkirin, ku tu û gelek kesên din di fikirên xwe da rast bin, belkî ez jî bêm ser ”dînê” we. Di fikira min da tune, ku eger ez rast derkevim, gerekê hûn bêne ser ”dînê” min.

 

Ezê fikirên xwe ji çend pirsan destpê bikim:

Gelo birê te (hilbet, ji dûrî birê te be) dizîya mala te bike tuyê pirtir biêşî, an eger dijminê te wê dizîyê bike? Gelo birê te Alaya Kurdistanê bişewitîne, tuyê pirtir biêşî, an dema dijmin wê alayê bişewitîne?

 

Ev fikirên min bo wan kesan in, ku dibêjin xayîn in, lê birayê me ne. Tenê nizanim bo çi li Amêrîkayê xayînan datînin ser kursîyê êlêktrîk û dikujin, li welatên Ewrupayê cezayê herî giran didin û xênji kurdan tu milet nabêje: -Xayîn e, lê birayê min e. Eger rast e, ku xayîn ji dijminan sed qatî xirabtir û xetertir in, wê demê eger em carekê şerê dijminên xwe bikin, gerekê sed carî jî şerê xayînên xwe bikin.

 

Gelo ew kesê tu behs dikî, rojekê Alaya Kurdistanê bilind kirîye? Na! Daxweza Kurdistana serbixwe kirîye? Na!

 

Hilbet, tu dikarî bêjî ne her kurdek mecbûr e Alaya Kurdistanê bilind bike, an daxweza Kurdistana serbixwe bike. Ez bi te ra! Lê wê demê emê bo çi wî kesî bi kurdan û Kurdistanê va girê bidin?

 

Gelo daxweza wî kesî û partîya wî a sereke çi ye? Ev e: -Em vê Tirkîyê naxwezin, em Tirkîyeke din dixwezin. Ma qey CHP û MHP ne eynî tiştî dixwezin? Wê demê ka kurd û Kurdistan?

 

Gelo ew kesê ku Kurdistan avîte çopê, mêrxas bû an xayîn bû? Partîya wî kesî ku wî ceza ne kir, mêrxas e an xayîn e? Serokê wî ku helwesta xwe ne got û deng ne kir, mêrxas e an xayîn e? Ew kes çi be, partî û serokê wî jî ew in! Û ew hemû jî di mêrxasîyê da jî, di xayîntîyê da jî şirîkê hev in.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev