Berhemên kurdzanên me – 233

Berhemên kurdzanên me – 233

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970)”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa yekê bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970) -1

 

Rewşa pirsa Kurdan di salên dû şerrê pêşîn da

 

Serketina Yekîtiya Sovyêtî li ser Almanya faşîzmê û Japona empêryalîst di şerrê hemcihanî yê duda da, wek xuya ye, alî kûrtirkirina hilweşandina sazûmana empêryalîzmê, bilindbûn û geşbûna şerkariya millî-azadariyê li welatên Rohilata Nêzîk û Navîn kir.

 

Kurdên Iran, Iraq û Sûriyê jî rabûn şerkariya azadariyê. Tenê li Tirkiyê şerkariya Kurdan gurr û germ, ji ruyê têrora eskerî-polîsî û admînîstratîf, nîn bû. Bilî wê, komên Tirkiyê yên serokatîkir dema şerr û di salên pey wî yên pêşîn da piraniya hêzên xwe yên çekdar li wilayetên welêt ên rohilatê, yên ku dikaribûn bi kar bên bona pêşîgirtina her awayê bêtabetî û nerazîbûna Kurdan, xwedî dikirin.

 

Nenihêrî wê yekê, dîwana Ankarê nikaribû Kurdên Tirkiyê ji wan qewimandinên ku li perçeyên Kurdistanê yên mayîn diqewimîn dûr bixe. Ewha, çend welatparêzên Kurdistana Tirkiyê di nava pevgirêdanên nêzîk da, tevî Partiya Daxuliqandina Kurdistanê-JK (37) (Kurdistana îranê) û “Hîwa” (Kurdistana Iraqê) (160, r. 36), da bûn. Di tebaxa sala 1944 da, li ser çiyayê Daînpera (li ser tixûbê Iran û Tirkiyê) rasthatina dêlêgasyonên her sê perçeyên Kurdistanê, ku tê da ji nav hêzên Kurdistana Tirkiyê yên millî Qazî Muhemed Wehab hazir bû, hat derbas kirin. Dema wê rasthatinê, dêlêgasyona pirsa di derheqa “hevkarkirina tevayî … ji boy navê Kurdistana Mezin” enene kir (92, r. 396).

 

Zinar Silopî di derheqa karkirina rêxistinên Kurdan a wê demê da ewha dinivîse : “Komela Xoybûn ku hildida ser hesêb ku dikare biqewime ku guhartinên bingehî bikevin nava rewşa dewletê ya siyasî, û guhartin dikarin li dawiya şerrê hemcihanê yê duda da pêk bên, bi rêxistinên Kurdan ên siyasî yên cihê-cihê ra, yên navçeyên Kurdistanê ra gihîşt hevraqailbûnê di derheqa lazimiya hereketên tevayî da bona pêkanîna armancên tomerî. Girêdayî wê yekê, komela “Xoybûn” kete nava hevrakarkirinê tevî nûnerên komela “Hîwa” Fazil û … Refîq Hilmî Beg ra. Ew komele li Kurdistana Başûr hatibû saz kirin” (145, r. 176). Di dûmayîkê da wî nîşan da ku ji ber wê yekê ferzend çê bûye ku dû şerr ra ne tenê Kurdistana Tirkiyê aza bikin, ku armanca partiya “Xoybûn” bû, lê usa jî hemû perçeyên Kurdistanê, loma jî wê partiyê dev ji karkirina xwe berda (145, r. 179). Vê carê rêxistinên Kurdan ên siyasî yên nuh dest pê kir armancên şerkariya Kurdan pêk bînin.

 

Bi tomerî hildayî, Kurdan dema şerrê hemcihanê yê duda ji bo kara dewletên hevalbend rehet bû, şerr ne dikir bona “li navça giring dijwariyan saz neke” (156, r. 12). Ew bi hêvî bûn ku paşê daxwaziyên wan ên gelî ewê bên razî kirin.

 

Tevî wê yekê, serokên Kurdan mêmorandum û bang ji dewletên mezin ra dişandin û tê da hêvî dikir ku piştgiriya safîkirina pirsa Kurdan bikin. Mêmorandum û gaziyên usa di 30 tebax 1943, 30 adar 1945, 31 adar 1945, 21 tîrmeh 1945, 10 îlon 1945, 26 cotmeh 1945, 9 çiriya pêşîn 1945, 26 hezîran 1946, 10 adar 1947, 31 adar 1947 da ji dewletên mezin ra hatin şandin (246, 1949, No 6, r. 1).

 

Salên pey wan ra, bangên bi wî awayî ji Koma Milletan ra jî hatin şandin : ji bo nimûne, 30 tîrmeh 1947 , 29 cotmeh 1948, 15 çiriya paşîn 1949, 13 îlon 1950, 27 îlon 1950, 18 cotmeh 1951, 30 cotmeh 1952, 5 tebax 1945, 7 îlon 1955, 3 adar 1956 (156, r. 13).

 

Gelek hewaskar e ew nama nûnerê Kurdan ku li ser navê serokên dêlêgasyonên kongreya li San Fransîskoyê hatibû şandin. Em li jêr wê nameyê bi hinek kurtkirinan va didin :

 

“Maqûlê mezin ….

 

“Hurmeteke mezin bi min ra ketiye ku ez bi navê Lîga Kurdan vê banga di derheqa pirsa Kurdan da ji we ra bişînim. Mithîmtiya (rehetî, guhseqirî, stabilî) aşîtiyê li Rohilata Navîn, û hela li temamiya cihanê, ewê tu nebe bêy safîkirina vê pirsa ku di derheqa gelê 9 milyon da ye û li ser axa 500.000 kîlometrên çargoşe dijî …, û ku serbestiya wî bi peymana Sêvrê hatiye nas kirin”.

 

“Erdê Kurdan, ku bi temamî ketiye bin destê dewletên biyanî, helbet nikare di wê kongrê da bê raber kirin, loma jî ez hêvî ji we dikim ku hukmê dêlêgasyona we û dêlêgasyona hukûmeta we bona van armancên jêrîn bi kar bînin :

 

  1. Kongrê prensîpa naskirina mafên wan gelên ku hela serbestiya xwe bi dest ne aniye qebûl bike, û ew gel bikaribin di derheqa daxwaziyên xwe da li ber meclisa navneteweyî bêjin. Bixwe tiştekî têgihîştinê ye ku bi qebûlkirina wan prensîpan ra tevayî divê kefîltî jî (garantî) bên qebûl kirin ku pê hukûmet divê dijî wan kesên ku nahêlin ku wan mafan bi kar bînin derkevin.

 

  1. Di civîneke kongrê da pirsa Kurdan bikin nava pirsa rojane.

 

  1. Projeya raberkirin an jî piştgirtinê divê deynin ber komîsyona navneteweyî ku divê bi pirsa Kurdan ra bibe nas û safîkirina wê amade bike. Hesabdayîna wê komîsyonê dikare bibe bingeh bona safîkirina wê pirsê û kongreya Aşîtiyê dikaribû di wê hêlê da alîkarî bikira …”

 

“Dû şerrê hemcihanî yê yekê ra, di dema dewrana mandatan da, ewê Kurd di zemanê rejîmên anegor da pêş va biçûna, wek gelên Rohilata Navîn ên mayîn, û ewê riya xwe ya serbestiyê bigirtana. Lê wê demê, gava hinek gel bi pêşketina cihanê ra bûne nas, ji çi dereca wan bilind bû, piraniya Kurdan di bin hukmê Tirkiye, Iraq û Iranê, ku dicedand wan bi fîzîkî qir bikin, dest davêt mihacir-kirin, bombekirin, lêdan û zêrandinê, an jî bi moralî ew pêpes dikirin û bi destê zorê di nav xwe da dihelandin, da bûn”.

 

“Bona her dewleteke ku perçeke Kurdistanê stendibû, axa Kurdan dima wek koloniyeke usa ku jê ditirsiyan ku ewê ji destê wan here. Dicedînin ji wî erdî bêtir bac hildin û bêtir esker berhev bikin bona hincirandina gelê wira. Temamiya sinaetên cî tê hilweşandin, rûxandin, ji bo xatirê endustriya ku li ser wê axa ku tê da milletên biçûk dimînin pêş va diçû. Hema ku filan an bêvan dewlet xwe bi hêz texmîn dikir, ewê bi destê zorê ew milletên biçûk ên nav wê da asîmîle bikira, ji ber ku ew bêçare û sexîr bûn”.

 

“Gelo dikarin mafên Kurdan ên millî bidin kefîl kirin bêy guherandina xerîta (karta) Rohilata Navîn a siyasî ? Bona parastina wan mafan bê tirs bikin, divê di her yek ji wan dewletan da kontrola welatên muttefiq, ku divên ewqas kardar bin ku serbestî di wan welatan da tiştekî resteqîn bibûya, testîq bikin … Di nava 20 salên dawîn da, jimara şehîdên Kurdistanê gelek zêde bû. Dibe ku tiştekî dûrî aqilan bê hesibandin ku ew hemû tiş t di dewraneke gelek pêşdaçûyî da diqewime; di demên me da Kurdan ewqas êşkence û zordarî dîtin ku tu di tu dema nava dîroka xwe da ne dîtine. Lê ew paradoks tenê bi rû va usa ye; di tu dewraneke mayîn da şerkariya millî ewqas bi sext û berk ne bûye … Û di wê cihanê da, ku pey peymana Sêvrê ra naskirina mafên gelan ên millî îlan kir û xwefehmberiya Kurdan bilind bû, Tirkan û Farisan ne dixwest bona safîkirina pirsa Kurdan riyeke mayîn bibînin, bilî wê riya ku bi destê zorê wan bînin ser rê. Cihana paşerojê nikare izn bide ku ocaxên neheqî, zordestî û zêrandinê di qulçekî cihanê da hebin”.

 

“Heyetiya Yekîtiya Sovyêtî ku li hemû kongreyên navneteweyî parastvana gelan e, ew şertê safîkirina pirsa Kurdan di paşerojê da, bi riya sazkirina Kurdistana aza û serbest, kefîl dike” (100, r. 408-411).

 

Şuxulkarên şerkariya Kurdan a millî-azadariyê, ku name, mêmorandum û bangên bi wî awayî dişandin, li ser wê hêviyê bûn ku pirsa Kurdan li Tirkiye, îran û Iraqê bi aşîtî safî bikin. Girêdayî vê yekê, mêmoranduma partiya Kurdan “Rizgarî” jî (38), ku ji serokê Koma Miletan ra hatiye şandin, hêjayî guhdariyê ye. Di nava wê mêmorandumê da qîmeta siyasî û aborî ya rewşa gelê kurd hatiye dayîn, usa jî tê da dîroka şerkariya bona azadiyê, mafên gelî tên ber çavan, usa jî ew siyaseta hukûmetên her sê dewletên li jor nîşandayî, ku di hindava gelê kurd da pêk aniye, anî ber çavan. Em wê dokumentê bi hinek kurtkirin va tînin :

 

“Partiya Kurdan “Rizgarî”, ji rêxistina bi nav û deng ra serketin û destanînan dixwaze boy navê serketina we di hemû derecan da …”

 

“Partiya Kurdan “Rizgarî”, ku rêxistina gelî bixwe ye, pirsdanîna xwe ya yekemîn raberkirina rewşa Kurdan a xerab hesab dike, usa jî dixwaze di derheqa wê zulmê da bi we ra gilî bike ku empêryalîzm û hukûmetên bêbext çi tînin serê Kurdan û daxwaziyên wan xwînmijan li cihanê anîne ber vî şerrê bi kuştin. Hukûmetên Tirkiye, îran û Iraqê hela hê li ser wê baweriyê ne ku bi karanîna hemû mecalên bin destê xwe va dikarin Kurdên li bal xwe yên dîl Û qûl qedexe bikin, bi riyên resmî ber bi rêxistina navneteweyî bibin û de’wa mafên xwe bikin, bêjin ku divê zordar bersîva dîrokê bidin û ew hetanî nuha ji ber wê yekê “lingê xwe li guhê xwe dixin” û bê gunehkarkirin dimînin, ji bo ku rêxistineke navneteweyî ya rasteqîn wek Koma Milletan hetanî nuha tu nebû”.

 

“Partiya me mecbûr e ne lêgal kar bike. Hetanî nuha çareke wê hebû bangên xwe bi destê mirovên biyanî, usa jî rêxistinên îran û Sûriyê yên pêşverû ji we ra bişîne”.

 

“Partiya me şikber nîn e ku hûn gelek ji nêzîk va rewşa rêjîmên Tirkiye, îran û Iraqê yên ne dêmokratîk dinasin, usa jî dizanin ku ew hukûmet çiqas xerab ber bi riya Kurdan dibin, xweliya wan zevt kiriye û di nava xwe da par ve kiriye. Bona isbatkirina gotinên xwe, em borcê xwe hesab dikin ku çend isbatan bînin ku zanebûn û haypêhebûna wan ewê alî we bikin ku di riya safîkirina pirsa Kurdan da, ku pirseke herî sereke ye û ku aşîtî û xweşbextiya gelên Rohilata Nêzîk bi wê va girêdayî ye, heq bibînin. Anegorî peymana aşîtîyê ya pey şerê hemcihanê yê pêşîn û peymanên pey wê ra, Kurdistan bi destê zorê, bêy qayilbûna Kurdan, di nava çar dewletan da – Tirkiye, îran, Iraq û Sûriyê – hate perçe kirin û ew yek bona wê hate kirin ku kara welatên empêryalîst li Rohilata Nêzîk bê bêtirsandin û xurt kirin. Di van welatan da qeyde-qanûnên dîktatoriyê hatine testîq kirin, lê di hindava wê cimaeta am û tam da hemÛ ferzendên pîs hatine bi kar anîn bona ku wan ji mafên millî bê par bikin, nehêlin ku ew azadiya xwe bistînin, bi zimanê xwe yê dê bipeyivin û binivîsin, aza fikra xwe bêjin. Helbet, Kurd bi wê perçekirina kêmkirinê ra ne razî bûn û dicedand mexlûqetiya cihanê bidin bawer kirin ku daxwaziyên wan zagonî û makkirî ne. Mixabin, ew hemû cedandin bêfeyde bûn, ji ber ku empêryalîstan ne dixwest guh bidin Kurdan, eşkere bend datanî pêşiya wan ku ew nikaribin rewşa xwe bigihînin cihanê. Kurdan, ku texmîn kir ku nikarin bi riyên aşîtiyê bigihîjin naskirina mafên xwe, dijî rêjîmên Tirkiye, îran û Iraqê yên dîktator rabûne qal û cengê û di nava 25 salan da şerrekî mêrxasiyê kir ji bo azabûna xwe ji zulm û zordestiyê …”.

 

“Tiştekî gelek liberxweketinê ye ku nuha, gava temamiya cihanê li ber dergehê aşîtiyê ye, gava pirr kongre li ser lênihêrandin û safîkirina problêmên cihê-cihê diqacqicin, Kurd nikarin dengê xwe bigihînin wan kongreyan û de’w bikin ku bi prensîpên dêmokratîk, anegorî ruhê şarta Atlantayê li pirsa wan binihêrin. Rewşa vî awayî herdem li wan welatên ku tê da cellad û hukumdar serokatî dikin û bi karkirina xwe va dijî kara millet in heye”.

 

“Usa jî ew yek tiştekî liberxweketinê ye ku Ingiltere û DYA hukûmeta Tirkiyê wek dêmokratîk hesab dikin û îzn didin wê ku nûnerên xwe bişîne Koma Milletan. Loma jî divê şaş-metel nemînin çima dengê Kurdên Tirkiyê, û bi wî awayî jî dengê wan Ermeniyan ku di wê rewşê da ne, nayê bihîstin.

 

Bona wê rewşa giran, partiya me de’wê dike ku wan zulmkarên ku xwe wek hukûmet bi nav dikin ji text bavêjin …”

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev