Ji nimûneyên zargotina me – 233

Ji nimûneyên zargotina me – 233

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçardehan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema şeşan berdewama nivîsa ”RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

BER, QEBÎL -1

Ber û qebîl xeberêd kevnin. Zemanê arxayîk nav cmaeta gişkada jî hebûne ber (berek) û qebîl. Bi femdarîya kurdaye nha berek (bi zmanê ûrisî rod, latînî dens, huromî denos, ermenî tohm, fransizî clan û ûrisî plêmya, ermenî sêx û yêd din) komêd merîyaye usanin, wekî ji alîyê xûn û qinêtîyê nêzîkî hevin, bira-pizmamin.

Derheqa qeydemexlûqetîya qurnêd berê, bereka û qebîla gelek ulmdara nvîsîne.

Kurda bo evê koma xûn-qinêtîyê û usa jî bo xeysetê xwe xebera “Eşîr” jî didan û nha jî didne xebatê. Ew xeber ya erebîye, yanê ber, koma ji qebîla çûktir, lê kurd wê xeberê didin xebatê, fem dikin çawa qebîl yan jî koma qebîla, ya gelek meriva. Ew xeber etîmologîya zmanê erebî nîşan dide, wekî berê, usa jî nha, bal wan, dewsa bera didin xebatê xebera “eşîr”. Nêta vê xeberê bi ulmî wa tê şirovekirin, wekî zmana gişkada ser hîmê guhastinêd emrê cmaetê nêta xebera jî tê guhastinê, yanê nêta xeberê fire dibe, îlahî wexta xeberêd ji zmanê dereke tên hilanîn. Em derheqa wê yekê mesela naynin ortê, çimkî zmanê kurdîda nêta xebera “eşîr” fire bûye, ew etîmologîya zmanê kurdî îzbat dike.

Wê şûnda, bo koma bira-pizmama. Nav zmanê kurdîda heye xebeta ”Êl”-jî, wekî berê ewlin nîşan dide komeke mezin, koma bira, pizmama, wekî ji berekê yan jî ji qebîlekêne, paşê ji der û cînarane.

Wexta em dibêjin êl-eşîret, fem dikin koma bira-pizmama, merîyê gundekî, qewmekî yan jî merîyêd çend ber û qebîla, wekî li cîkî, nehîkêda, obekêda diman.

Wexta dibêjin ”êla Sîpka”, tê femkirin gelek ber, wekî dikevin nav Sîpkanîyê. Vê gavê jî li welatê dereke, cîyê ku kurd lê dijîn, hene ber, qebîl, êl-eşîretêd wana. Sîpkara digotin ”êl-eşîreta Sîpka”

Derheqa eşîrada Karapêtyan dibêje: ”Kurd parî ser qebîla, eşîreta dibin, ji du snifane: ya pêşin leşker, serek yan jî axalerêd wan, xweyêd xwelîyê û ya duda: rêncber, jêra dibêjin ”riat”(12). Derheqa qebîlada Karapêtyan rast dibêje, lê ew esker û neferêd qebîla tevhev dike, wekî neraste. Hela bal me nav kurdêd Sovêtîyêda jî nha hene paşmayînêd wana, nha jî bo naskirinê carna navêd ber, qebîla hiltînin, çika merîyê pêşber ji kîjan berê, qebîlêye. Derheqa wan paşmayîna emê paşê binvîsin. Pirsa hîmlî nha ewe, wekî em bêjin ew ber, qebîl, êl û eşîret ji ku pêşda hatine, çi celebî pêşda hatine, teşkîl bûne û mene çiye, wekî heta nha jî ew nav kurdada, usa jî nav gelek cmaetêd dinda mane? Mesele: nav cmaeta avarada heta vê gavê jî hene paşmayînêd ber, qebîla. Ewana jî mîna me didin xebatê xebera qebîl. Derheqa qebîlêd wan Z.A. Nîkolskaya dinvîse:

“Nav cmaetêda heta nîvê qurna XIX cîkî meşûr digirt komeke mezin: qebîlê. Neferêd qebîlê gişk derheqa pizmamtîya xweda rind zanin, ku ji silsiletekêne, ji bavekî pêşda hatine, wekî her sal, qebîlê bo hurmeta wî bavî teşkîl dikir eyda “Qêl”. Pizmamtî ser hîmê wê yekê dihat xweykirin. Ser riknê edetê avara, zewac nav qebîlêda dikirin, yanê qebîl nav cmaetêda hîmlî endogam bû”(13).

Meselêd wa em ji gelek cmaetêd din jî dikarin bînin ortê, mesele:wexta S. M Abramzon derheqa heleqetîya xûn-qinêtîya kîrgîzada xeber dide, dibêje:

-“Ne ku tenê komêd mezin (qebîl-E.E), lê komêd biçûk jî nîşan didin konglomêratîya tifaqa pizmamtîyê, yêd ku bi teherekî berevî dora serkarekî dibin, navê wî serkarî jî li komê dikin(14).

Meselêd wa gelekin, wekî em naxwezin bînin ortê. Pizmamtî, xûn û qinêtî, çawa îzbat dikin qnyatêd arxêologîyê û folklore: ji zemanê bereka jinê tên, ew sîstem bûye û bi fraza meriv nikare ji wê sîstêmê zû xilazbe, yanê derheqa wê bi cûrekî rehet nêta xwe bêje.

Derheqa pêşdahatina ber û qebîla, heleqetîya wana, xûn û qinêtîyê ulmdarê mezin F. Êngêls nvîsîye: Mortan, Maklênan û vê axirîyê jî M. O. Kosvên, Xaçîk Samvêlyan jî gelekî nvîsîne. Ewana derheqa gelek mileta xeberdane û mesele ji emrjîyîna wana anîne ortê, lê derheqa kurda, teşkîla cmaetîya wana başqe gotî zemanê meda, kêm hatîye nvîsandin. Berê jî raste, geleka, çawa Elîzê Rêklyû, Rîtêr û yêd din, nvîsîne derheqa teşkîla komêd kurda, lê ne gotine derheqa pêşdahatin û spêsîfîkasîya wan, mqabilhevbûna snifîyê nav kurdada. Her S. Exîyazaryan pir-hindik rast nvîsîye derheqa kurdêd dora Yêrêvanêda, ewî xênji mqablîhevbûnêd snifîyê, qewmandinêd emrjîyîna kurda rast şirovekirîye, emrjîyîna kurda mina Elîzê Rêklyûyê fransiz yan jî Rîtêrê alman tevhev nekirîye, rind daye kivşê, çimkî nav wanda derbaz kirîye, haj emrjîyîna wan hebûye.

Çawa berî rêvolyûsîya Oktyabrê nav ulmdarada, usa jî başqe gotî nav ulmdarêd Sovêtîyêda, bi terîqa qeydemexlûqetîya qurnêd kevnra grêdayî, hatîye û tê enenekirin pirsa pêşdahatin û heleqetîya ber û qebîla. Vê axirîyê nav ulmdarêd Sovêtîyêda nêtêd wa pêşda hatin, wekî berê ewlin qebîl pêşda hatîye, paşê berek. Caba wê pirsê gerek bê dayîn ser hîmê faktêd arxêologîyê û êtnografîyê.

Bo şrovekirina pêşdahatin û heleqetîya ber û qebîlêd kurda îzbatîyêd arxêologîyê lap kêmin, lê yêd êtnografîyê pirin. Emrjîyîna ber û qebîlêd kurda, paşmayîyêd wan dikarin gelekî komekê bidin şrovekirina têorîya pêşdahatin û heleqetîya ber û qebîlêd zemanê arxayîk.

Ber û qebîlêd kurda usa kevnin, çiqas yêd îrokêza, wekî derheqa wan zef xeberdane, Morgan û F. Êngêls nvîsîne.

Heyetîya ber û qebîlêd kurda nha, paşmayêd emrjîyîna wana nîşan didin, wekî cmaeta kurda kevne, usa, çawa cmaetêd Rohilatêye din: hind, ereb, fariz, ermenî, gurc û yêd mayîn. Bo diha rind femkirina emrjîyîna ber û qebîlêd cmaeta kurd, heleqetîyêd wana, bo rast şrovekirina qewmandinêd cmaetîyê û teşkîla wê lazime em çend glîya bêjin derheqa qeydemexlûqetîya qurnêd kevn, ber û qebîlêd wî zemanî, pêşdahatin, teşkîlbûn, heleqetîya wana, paşmayêd emrjîyîna wana, wekî heta îro jî nav gelek cmaetêd dinyayê, usa jî nav cmaeta kurdada hene.

Çawa me jorê got, nha jî nav gelek ulmdarada hucet heye derheqa pêşdahatina berek û qebîlada. Em ji terîqa merivayê rind zanin, wekî berî teşkîlbûna berek û qebîla hebûye orda (kom), wekî terîqa marivayêda uzeka pêşin em dikarin hesab bikin. Heta sala 1935a jî hela hebûn têorêtîk, wekî digotin berek nîbûye, wekî pêşîyê pêşda hatîye. Wana wedekî dirêj dikirin orta ordayê û berekê û digotin, wekî orta wanda hebûye “orda totêmîyê”.

Ew têorîya ne rast bû, lema jî ulmdarêd me dest jê kişandin û hatin ser wê nêtê, wekî merivayî tenê ji ordayê derbazî bereka bûye. Eva pirsa nha nîne, wekî hatîye danîn, caba wê pirsê bi temamî û kûraya xweva daye F. Êngêls, xebata xweye “Pêşdahatina kulfet, hebûna arizî û dewletê “-da.

Wexta F. Êngêls derheqa kulfetê Pûnalûa xeber dide, wekî ser riknê xûn û qinêtîyê hatibû teşkîlkirin, dibêje, ku “Çawa dixuêne, berek gotî hîmlî ji kulfetê Pûnalûa pêşda hatibûna”(15).

Kulfetêd mîna kulfetêd Pûnalûayê nav gelek cmaetada hebûye. Nav ewî curê kulfetda hevraderbazkirina kur û dê, zewaca birê û xûşkê qedexe bûye, hema wî çaxî jî pey ordara, wexta teşkîlbûna kulfetê Pûnalûa, pêşda tên berek. Ew kulfet ji bereka yan jî ji qebîla pêşda nehatîye, lê pey batmîşbûna ordara teşkîl bûye, ew jî wî çaxî, wexta neferêd kulfet bi deranînêva mijûl dibûn, wexta ewana diha dixebitîn, hacet çêdikirin, xwelî bêcer dikirin. Ew wext terîqêda tê hesabkirin destpêkirina nêolîtê. Derheqa vê yekê X. Samvêlyan rast gotîye, wekî ”Hema destpêkirina nêolîtêda destbi pêşdaçûyîna qeydê bereka dibe”(16).

Ser hîmê teşkîlbûna kulfet jî ji alîyê dê pêşda tê silsilet, dê serkarî li wê silsileta xwe kirîye, lema jî bo wî zemanî em didin nave dê, ew zemanê matrîyarxatêye, zemanê komtîyê. Bi gotina F. Êngêls kulfetê Pûnalûa jî dikeve tev kulfetê komtîyê, wekî zef zûda hebûye, eger em hesab nekin çend spêsîfîkêd wê, qedexebûna hevraderbazkirina kur û dê, zewaca bira, xûşkê û yêd din. F. Êngêls derheqa kulfetêd komtîyêda gotîye, wekî “Wexta cure kulfetê komtîyê gişkava ne eyane, gelo bavê zara bûyî kî bûye? Lê dya zarêva eyane. Eger dê zarêd kulfetê tomerî gişk zarêd xwe hesab dikir û borcê dayîktîya wan hildanî ser xwe, lê ewê zarêd xweye helal ji yêd din dikaribû bibjêre”).

Bi vî teherî ferih tê femkirin, wekî wexta zewaca komtîyê her ji alîyê dê zaru dihatin naskirin, dê bi xwe serkarî li zarêd xwe û neferêd mala xwe, koma dikir, lema jî em wî zemanîra dibêjin zemanê hukumdarîya dê-matrîyarxat. Wekî usane, zemanê arxayîk silsilet ya dê bûye, bi nave neferêd kulfet hatine naskirin. Wexta neferêd kulfet pir bûne, wekîla temamîya silsiletê dê bûye. Wekî usane, berek gotî berê cema kulfetê dê bûye, paşê bûye ya bavê wexta cîyê matrîyarxatê girtîye patrîyarxatê.

Gerek em bên ser wê nêtê, wekî pey kerî-sûrîyê zemanê berêra pêşda hatîye qeydemexlûqetîya berektîyê, lê qebîl berî berekê tunebûye, berek ji qebîla pêşda nehetîye, lê qebîl cema berekane, yanê çend berek ketine nav qebîlekê yan jî qebîl ji çend berekane, wekî usane, berê berek pêşda hatîye, paşê qebîl.

Wexta F Êngêls derheqa bereka Îrokêzada xeber dide, dibêje: “Mîna curê evê bereka zûdaye klasîk, Morgan başqe hiltîne bereka qebîla Sênêka, heyşt berekêd vê qebîlê hene, navêd berekêd wan ser navêd heywanane: 1. gur, 2. hirç, 3. kûsî, 4. kûxb, 5. gakûvî, 6. qirik, 7.çay, 8.teyrê baz” (17).

Eva nîşan dide, wekî nav Îrokêzada berek çûk bûye, lê qebîl mezin. Usa jî nav kurdada berek ji qebîla çûktir bûye. Ewê yekê îzbat dike qinyatêd êtnografîya kurda. Nav kurdada, em hildin berêd Beşa, Korkotîya û yêd din, çawa paşmayîyêd bereka, dikevin nav qebîla Bela (Aparan): berêd Hesenler, Welîler, Alvatar, Tovûklar, Momler dikevin tev qebîla Alamşaklera (Laçîn) û yêd din.

O. Kosvên jî wexta derheqa pêşdaçûyîna cmaetê xeber dide, dibêje:

“Wextê pêşdaçûyîna teşkîla berekêd paşwextîyê, ew parevekirina dualîye prîmîtîv yan jî ya fratrîyê ji ortê dertê û wî çaxî qebîl tê teşkîlkirin ji pir-hindikaya bereka”(18).

Berekêd pêşin jî yêd dê bûne, wekî me jorê derheqa wana got û diha em naxwezin biwekilînin. Ewana çawa îzbat dikin qnyatêd arxêologîyê, êtnografîyê û folklorê, wextê Nêolîtê teşkîl bûne. Hebûn berekêd biçûk û mezin. Wextê talankirinê, şera û qewmandinêd cmaetîye din berekêd mezin (neferpir) zor didan yêd biçûk, lema jî ewana bi hevra timê ceng û qalêda bûn. Vêderê ferih tê femkirin, wekî berekêd biçûk nikaribûn teyamîş bûna, çimkî qewata wana ji alîyê malhebûnê, şerkirinê kêm bû, gelek cara ewana ber berekêd mezin teyamîş nedibûn, zû batmîş dibûn. Lema jî lazim bû, wekî berekêd biçûk, berê ewlin ser hîmê pizmamtîyê qewata xwe bikirina yek, şerkirana pêşîya dijmin. Paşê berekêd mezin û yêd çûk, dîsa ser hîmê xûn û qinêtîyê dighîştin hev, dibûn qebîlekê. Bi wî teherî pêşda dihatin qebîl.

“Di forma berekêd cmaetîyêda, – dibêje X. Samvêlyan,- heye koma sosîyalîyêye diha mezin: ew qebîle. Evana eynî tifaqêd berekane”(19).

Eva yeka nîşan dide, wekî ser hîmê heleqetîyêd pizmamtîyê, malhebûnîyê û seferîyê berek dighîştin hev, dibûn komeke mezin: qebîl. Cîyê ku şer û dew lê zef bûn, qebîl wêderê zû dihat teşkîlkirin, çimkî, çawa me jorê got, bo talana, şera û qewmandinêd mayîn tifaq lazim bû, lema jî berek zû dighîştin hev, dibûn qebîl. Bi wî cûreyî dibûn qewatek û hevdu rind xwey dikirin. Awa, bona teşkîlbûna berek û qebîla faktora pêşin malhebûn bû, paşê xûn û qinêtî, pizmamtî. Berek (nha ber) û qebîlêd mezin berê bi tradîsî, îro jî em dibînin nav kurdada, usa jî nav gelek cmaetêd dinyayêda dinda. Gerekê xwendevanêd me orda, bereka, ber û qebîla tev hev nekin. Berek zûda (wexta qurnêd kevn) hebûne, lê ber nha jî hene, ji alîyê serecema xweda ji hev tên ayrîkirin. Usa jî berek, wekî uzeka merivayêye pêşin bûye, ji ordayê tê ayrîkirin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev