
Kerem bikin, helbest ku dikarin welatparêzîya
di nava miletê me da, hizkirina dînê me – êzdîtîyê,
miletîya me – kurdîtîyê û welatê me – Kurdistanê xurttir bikin.
Eskerê Boyîk
Em Êzdî ne, em Êzdî ne,
Bawarîke esmanî ne,
Bi xerqe ne, cil sipî ne
Ber Lalişa Nûranî ne.
Tawis nûr e û xudan e,
Ew melekê erd – esman e,
Ew him dîn e, him îman e,
Sond û due´a me Êzdiyan e.
Şems şemal e û qulbe ye,
Kanîya emir ew e, heye,
Şevereşa dewrana da
Ew ronaya mala me ye…
Em Êzdî ne, em Êzdî ne,
Xweyê ala xwe rengî ne,
Dost-xêrxwezê her kesî ne,
Li pey rêça Şîxadî ne…
Welatê me Kurdistan e,
Serhed, Şengal û Botan e,
Hekarî, Wan, Bedînan e…
Buhuşteke rû erdan e…
Sal-zemana ji Şerq û Şam,
Hatin neyar bi şûr – ferman,
Wêran kirin cî-warê me,
Herimandin dîn û îman.
Em hin Kurd in, hin Êzdî ne
Li pey doza netewî ne
Welatê kal – bavên xwe da
Em bê star û bê cî ne.
Lê em zêr in, zêrê zer in,
Neyar çiqas bên û herin,
Heta cihan, jiyan hebin,
Emê bijîn, em namirin.
Em Êzdî ne, em Êzdî ne,
Bi xerqe ne, cil sipî ne,
Li pey rêça Şîxadî ne,
Ber Lalişa Nûranî ne.
Riataza