LI PÊ BAO

LI PÊ BAO

Raif Yaman

Roja şemîyê ji min ra gotin li gund gelek berf barîyaye. Gotin rîya gund hatîye girtin. Lê negotin sû ne disû ewê biqedîna çelê zivistanê ra çelê şîna bao dest pê bike? Ewê kê ji ku zanibûya? Lê wer xwîyaye te zanibûye. Dibêjin van çend rojên dawîn te gelek caran bangî dîya xwe û bavê xwe kirîye ji bo werin te bibin cem xwe. Te ji zindîyan pirtir bangî mirîyan kirîye. Xwezika te carê bangî me jî bikira me carek din bi çavê dinê hev bidîta.

Îro berî nîvro ji min ra gotin do rê vekirine, lê berfa spî şara reş li serê xwe girê daye. Porê belekîyên berfa ber Tata Gund spî bûye. Dema ez gihîştim gund, min bi çavên serê xwe ev rastîya tal dît. Hindik dibêjin qeşa ye. Hindik dibêjin ji pûzikîna berfê ye. Hindik dibêjin bayê kurrvê hêvar û şeva duşemîyê qet  nesekinîye, lê îro dema taştîyan bi carê sekinîye. Ewrên baranê li ser Dîyarê Kozan,Girikê Brîm û Darbenîşkêxwîya bûne. Di demek kin da ezmanê Gomaîgê bi ewrên reş tarî bûye.Carek din ronî nebûye. Ewrên baranê û ewrên berfê ketine nav hev. Hêsrên ewran qeşa girtine. Dilopek jî nehatîye xwarê. Perpulên berfê qerisîne. Ne hûrik hûrik berf barîyaye,ne jî peşkên baranê li pencera Hoda Jorînxistine û xwe bi ser caman da zûka berdane jêr.Her kes tiştekî dibêje.Begê Dîyarê Gazê berî her kesî gotîye“ev elametên dawîn ên şîn û şîvanê ne”. Wer xwîyaye tenê wî a rast gotîye. Roj roja wî ye. Ewrên li ser gund digerrin jî di rastîya xwe da ne ên berfê ne, ne jî ên baranê, lê ên şîn û şîvana li XanîyêJorîn ê li ser kaşê Kanîyêin.

Ez hatim gund. Tu li mal tune bûy. Tu li Hoda Jorîn tune bûy. Doşega te rakiribûn. Dermanên te ên li quncikê çepê ê ser misenderê ne xwîyabûn. Baola te a li bin misenderê jî nexwîyabû. Gopalê te ê li paş paldanka alîyê çepê ê pencera hodê jî vêxwedî mabû. Di hodê da bêdengî hebû. Bêdengîyek pirr gran. Bêdengîyek ji dengên bilindtirînê qîrînan jî bilintdir her derê hoda te dagirtibû. Lê tu tune bûy.

Ji min ra gotin, wê serê siwê canê te û bedena te di danê taştê da cara dawîn bi hev ra nan xwarine, av vexwarine. Paşê bi dengekî bê deng, bi dengekî zindî nikanibin bibihîsin hêdîka ji hev xatir xwastine. Pêşîyê canê te ji hodê derketîye, berê xwe daye jîyanek bê cî, bê dem, bê destpêk û bê dawî. Mîna başûkekî ji qefesa xwe a bi deh salan azad bûbe, baskên xwe vekirî û ber bi kûrahîya asîmanê şîn firîyayî, ber bi jîyanek bê beden, bê zeman û bê mekan çûye. Meyîtê te li hodê tenê hiştîye, û çûye. Piştî canê te derketîye û çûye, meyîtê te jî bi lez û bez berê xwe daye mezelê xwe ê li Dîyarê Gazê. Can û bedena bi deh hezaran rojî bi hev ra temenekî dûr û drêj jîyabûn di demek meriv hew kanibe çavê xwe bigire û veke da rîya xwe ji hev cîhê kirine. Dinya derewîn bi derewên wê ra rû bi rû hiştine, û çûne…

Ji zaritîya xwe bi vir da çend caran di ber Dîyarê Gazê ra, di Hewşê Gêrmîyan ra, di paş Dîyarê Gazê ra debas bûme bi rastî nizanim. Tiştê zanim carekê jî mîna vê carê ev dîyarê di nav vî alî û wî alî jîyanê da bi min ewqas tal nehatibû.

Berî bigihêm Erxenî, ji min ra gotin “Bao mala xwe bir Dîyarê Gazê”. Min gotibû heta ez bigihêm malê bisekinînin. Lê te lez kirîye ji bo kêlîyekê bi pêş da meyîtê xwe bigihînî mezelê xwe ê li Dîyarê Gazê. Xwezî te ewqas nelezanda. Xwîyaye te gotî dema ez bi van çavan nikanibim bibînim bira ew jî min nebîne. Canê te ji bedena te jî bi leztir bûye. Di nav çend deqan da mîna ku ji her kesî û her tiştî xeyîdî be derketîye çûye. Ne pencerên girtî, ne derîyê dadayî ne jî dîwarên qalindên kevirî kanibûne bidin sekinandin.

Nêzîkî de û pênc salan tim min ji te xatir dixwast. Min digot “Bi xatrê te”. Te digot “oxir be”. Vê carê ez hatim ji te ra bibêjim “oxir be”. Vê carê rêwîyê rîya dûr tu bûy. Tu ne tenê rêwîyê rîya dûr bûy. Rîya te pirr dûr bû. Rîya te pirr nêzîk bû. Hem dûr bû. Hem nêzîk bû. Warê te ê nû, mala te a nû, hoda te a nû bi qasî rîya te a dûr û nêzîk, hem berbiçav û hem jî neberbiçav bûn.

Zanim ewê bedena te li Dîyarê Gazê li bin wê axa sar, di wî mezelê teng da ta demeke nedîyar li nêzîkî malên gund, çend metro bi ser rîya Erxenî ra be. Lê ewê kesek nikanibe bi çavên dinê cihê canê bibîne. Ne ronahîya çavê me têrî dîtina bêmekantîyê dike, ne jî temenê me yê kurt têrî dîtina bêzemantîyê dike. Canê bê beden çiqas serbest e, çiqas nine? Kane çi bike? Nikane çi bike?Li vê dinê kes bersîvên van pirsan nizane. Êdî tu zanî. Ta roja canê me jî mîna ê te ji bedena me cihê bibe, em’ê nikanibin bi çavên serê xwe te bibînin. Em’ê bêrîya te bikin. Dibe ku tu bikanibî bibînî. Ji berê da tê gotin ku canên bê beden kanin hemî hebûnên zindî û nezindî ên li her derê bibînin. Lê tenê tê gotin.

Zanim dinya derewîn bi derewên xwe ra êdî gelekî li dûte maye. Lê kes naxwaze bi vê bawer bibe. Mîna ku ji berê da gotinên xwe kiribin yek,gişk bi carê dibêjin“Mala xwe birîye Dîyarê Gazê.”Nizanin ku Dîyarê Gazê tenê mala meyît e, mala bedena bê can e. Can rastîyek bê dem û bê cî û war e. Mevlana Celaleddînê Rûmî ê Belhî li ser vê rastîyê gotîye “beden zîndana can e, bi mirinê ra can azad dibe”.

Em hatin ser mezelê te. Me zanibû canê te kaneli her derê, di her demê da me bibîne. Lê me li çamûra reş a ser te meyîtê te mêze dikir. Me dixwast tu bi wan çavên xwe ên bi deh salan te pê em dîtibûn carek din me bibînî. Bê guman me zanibû ev ne mumkûn e. Tu jî zanî ne rehet e meriv di çend saet û çend rojan da vê rastîya ji jarê taltir qewul bike.

Zanim çûyîn ji hatinê ye. Bi hatinê ra dikeve rê. Heta canji bedenê cihê neke, neşîne warê jê hatî, rêwîtîya wî bi dawî nabe. Ne roj dibêje, ne şev dibêje,ber bi sekna xwe a dawînmîna newal û çemên diherrikin zeryayên dûr û kûr bê sekin dihere û dihere.Tu ji me çêtir zanî, di demên şîn û şîvanê da dil guh nade serî. Mîna zarên şûmdi deqê da carê “ji min ra çi dibêje” û tiştekî din nabêje. Tu zanî, gava Memet got “Bao em hatin!” û bi dengekî bilin dest bi grî kir,ji bo min hemî gotin bi carê bê mane man. Eynî mîna vê kêlîyê, li vê derê, bi xwe bi xwe hêsir ketin çavên min, lê min nehiştin werin xwarê. Cara pêşîn hundirê çavên min şewitî, ar pêket.

Zanim canê te ne di bin wê herrîya reş da ye, ne jî di nav wî kefenê spî da. Lê bedena te a canê te pê bi deh salan xwe bi me dabû xwîyakirin, pê dilê me girtibû, pê dilê me hiştibû, bi kurt û kurmancî rastîyên tal û şîrînên jîyanê bi me dabûn zanîn li wê derê bû, di nav wî melkanê sipî da, di bin wê çamûra reş a sar da bû. Dilê te êdi rojên me ên teng da bi me şewitî bû, êşîya bû; di rojên me ên xweş de geş bûbû, xweş bûbû; çavên te pê emdîtibûn, çavên te ên li rîya me, li benda dîtina me qetîya bûn, di rojên me ên teng da mîna peşkên barana buharê hêsir jê hatibûn xwar; destên te ên di ser serê me ra çûbûn û hatibûn, destên te ên em parastibûn, destên te ên em xwedî kiribûn, gir kiribûn, dabûn xwendin, ji bo em xweş bijîn di karên têra xwe zor û zehmet da qelişîbûn, nasirên wan mîna keviran hişk bûbûn; serê te ê ji bo me êşîya bû; porê te ê ji derd û kulan berfa Çîyayê Spî lê barîya bû, buharan belekî nediketinê, havînan jî nedihelîya; zimanê te pê ji me ra hem gotinên xweş gotibûn, hem gotinên ne xweş gotibûn; erê bao, ji porê te ta bi nînogên pêçîyên te bedena te a ji serî ta binî bi deh salan ji bo em bi xweşî bijîn di karê xelkê da têra xwe betilî bû, têra xwe qarûqotika vîyan û wîyan kişandibû; ev gişk li wê derê di bin wê çamûra reş da di nav wî melkanê spî da bûn. Zanim ewê rojek were, demek were mêjî dîsa a xwe bi dil bide qewulkirin. Lê ew roj ne ev roj e.Ew dem jî ne ev dem e.

Xwengên te, brayên te, qîzên te, lawên te, nevîyên te, hemî merîyên te ên nêzîk ên haya wan ji çûyîna te heye, û ên haya wan ji çûyîna te tunegişk jî li ser çûyîna te stûxwar in. Jin û qîz bi deng hêsran dibarînin. Mîna pirranîya mêr û lawan hêsrên xwe venaşêrin. Min çend caran kir ku xwengên xwe teselî bikim. Lê bi ser neketim. Dîya me mîna her demê sebr û metanetekbê dawî nîşanî me dide. Ji bo êşa dilê me aram bike, kêm bike çi ji destan tê dike. Dibêje “a xwedê ye” û tiştekî din nabêje. Gundî û der û cîran mîna her demê eynî gotinan dubare û nizanim çend bare dikin. Lê ew bi xwe jî ji rêwîkirina rîya çûnûnehatê ya merîyên ji can û bedena xwe rind dizanin ku ewqas qîmeta wan gotinan di van deman da tune. Ji bo berdewamtîya edetê heta nuka çi kirine eynî tiştî nuka jî di şîna te da dikin.

Îşev xew neket çavên min. Jîyana te a têra xwe tije zor û zehmetî mîna fîlmekî di ber çavên min ra derbas bû. Nuka ez şîyar im, lê ew rojên jîyana me a bi hev ra ji ber çavên min narin. Di zartîya me da rojên tu ji xewatê vedigerîyay malê. Rojên te di dema rezbirrînan da li Tarkêberkê û Newala Şîrê dersa xwendina Quranêdida me. Roja ez û te û Memet em di bin Tonêla Koro da bûn, di carê da trêna ji Erxenî dihat ketibû hundir. Memet xwe şaşkiribû, berbi trênê bazdabû, te bi zorê ew avêtibû ber dîwêr. Rojên leşkerên ji merivahîyê bê par mayîbi zanetî bi ewtîna kûçikênli ber derê xwe çavsorî û tade li te kiribûn. Rojên te li paş derîyên hessinî derbas kiribûn. Zivistanên çogek berf diket erdê, te berfitîlka xwe digirt û diçûy berfa xanîyê Keyê gund û ên çend malêndin diavêt. Şeva min tu li fabrîka kremîtan a li nêzîkî Xarpêtê di nav tozûtewarê da dîtibûy. Li wê fabrîkê xebitîna te a li ser koza arê sor. Sal û meh û rojên xweş û nexweş yek bi yek di ber çavên min ra derbas dibin. Mîna trajedîya senaryoya wê nehatî nivîstin, spîyên her du çavên min ji xwe ra kirî perde û li ser xwe bi min dide sêrkirin.

Tu bi bedena xwe îşev li Dîyarê Gazê nîvanê dê û bavê xwe yî. Bi gotnek din nîvanê dapîr û bapîrê me yî. Gelek bedenên nas û nenasên gundîyan ji a te ra dibêjin “tu bi xêr hatî.mala xwe a bê veger”. Tu bi canê xwe îşev nîvanê gelek canên nas û nenasên wî alî yî. Nuka jîyana wî alî bi te didin nasandin, û di derbarê jîyana li vî alî da li te guhdarî dikin. Ya jî em wer dibêjin. Kesî ji wan deran vegerîyabe dinê û ji me ra behsa wê derê kiribe tune.

Mihoê te ê piçûk di hoda te da geh bi vir da geh bi wir da deri û tê. Mîna hevalekî xwe wenda kiribe li vî alî û wî alî mêze dike. Te nabîne. Sinix e. Pir sinix e. Bavê wî, çar apên wî, brayê te ê ji Dîyarbekir hatî û nîvan li hoda te rûniştine. Yek caran jê dipirsin, dibêjin “Ka Kalo?” Dibêje “çûye malê”.Carê got “lala kirîye”. Mezinê me ê li hodê rûniştî hêdîka heq dayê, got “rast e çû mala xwe”. Tu çêtir zanî, Miho bi pirranî ji te ra nedigot “kalo”. Wî jî mîna bavê xwe, ap û metên xwe ji te ra digot “bao”. Îro dû taştê ra Mihohat Hoda Jorîn, li cihê doşega te a êdî ne li wir bû mêze kir, çar pênc caran pirsî, got “Ka bao?” Pêşîyê min got qey bavê xwe dipirse, lê dema têgihîştim ku pirsa te dike, bi rastî dilê min pê şewitî. Derewan nekim, dilê min bi wî şewitî, bi te şewitî, bi min şewitî ya jî bi me gişkan şewitî, rind nizanim. Em dikin nakin nikanin pê bidin qewulkirin ew’ê êdî nikanibe bi çavên dinê te bibîne. Ew’ê êdî nikanibe dengê te bibihîse. Tu’ê bibêjî zar e, ew’ê zû ji bîr bike. Tu ji me rindtir zanî, heşê wî nagire.Nizane mirin çi ye.Nizane zindî û mirî çi ne. Qed nebe di xewnên şevan da yek caran Mihoê xwe ê piçûk bibîne. Dibêje “Kabao?” û tiştekî din nabêje…

Erê, bao, te li vî alî bi rastî pirr êş û elem dîtin. Bi deh salan tu li ser ningê xwe şikîyayî kulîyay û gerîyay. Tu dewçar salan di nav cîyan da may; te nikanibû li ser ningên xwe bigerrî. Nuka ez’ê li xwe mikur bêm, rastîyekê ji te ra bibêjim. Min ev ji te ra negotibû. Min ji kesî ra negotibû. Ji roja tu ketî nav nivînan û ji ningan bûy ta îro, vê roja dawîna çelê zivistanê, vê roja pêşîn a meha sewatê di xewnên min gişkan da tu li ser pîyan bûy û digerrîyay? Di yekê da jî tu nexweşê nav nivînan nebûy. Erê, bao, te gelek kul û derd dîtin.Ew gişk êdî li pey te man. Bûn derewek û çûn. Tewş negotine “dinya derewîn e, me dixapîne”. Tu ji derîyê vê dinyaqeda lê ketî êdî derketî, di derîyê jîyana bê dawî ra ketî hundir.Ez û kesên ji te hez dikin gişk ji dil û can dixwazin êş û jan û derd û kulên li vî alî rûyê xweşîyê bi te nedan dîtingişk ji te ra bibin kefaret û li wî alî canê te bibe xwedî jîyanek aram, xweş û geş. Oxir be,bao. Xwedayête di ewqas sal û meh û rojên temenê xwe da bi dilekî pak pê bawerîya xwe anîbû te bi rehma xwe şad bike. Sed û bîst û çar hezar pêximber û kitêbên xwe ên pîroz rêber û harîkarên te bin. 02.02.2021

Derkenar: Min ev nivîs bi zanetî, bi granî bi şêwezarê gundê Gomaîgê nivîsîye. Gomaîg (Gomayîk) gundekî li ser Erxenî ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Raif Yaman

Raif Yaman ji Diyarbekirê ye. Li Universita Enqerê Filologiya Fransizî xwendiye. Li Universita Artuklu ya Mêrdînê li ser ziman û cultura kurdî master kirîye. Du kitêbên hozanan û gelek nivîsên edebî, linguistic û politic nivîsîne. Bi kurdî, turkî, fransizî, îngilîzî û almanî dizane. Bengîyê zar û zimanê kurdî ye…

Qeydên dişibine hev