TÊKILÎYA ÎNSANAN BI HEVÛDU RE

TÊKILÎYA ÎNSANAN BI HEVÛDU RE

Sultan Arslan

 

Rikke Høgsted zanyarekî derûnnas e û danimarkî ye, dibêje; ”Pêşîya kû mirov bikaribe pêywendî bi yêkî din re dane, divê mirov bi xwe re têkili dane û xwe nas bike. Heke mirov xwe nas bike, bizanibe çi difikire, çi hestên xwe hene û wesfê xwe û ramanê xwe bizanibe, hingê dikare bi yêkî din re pêywendiyên berbiçav dane ku bibe pêywendiyên watedar.

 

Danîna pêywendî û tekilîyan de axaftin, têgihiştin û ragihandin (komunikation) esas e ku mirov bikaribe bi hevûdu re pêywendîyên bi wate ava bike. Rikke Høgsted amaje dike, pêywendîyên her kesayetîyekî şêwazê xwe heye.

 

şêwazê êrişker (aggressiv), 

sêwazê peltek (pasif)

şêwazê pasîf hêrişdar

şêwazê bixwebawer.

 

Hemû însan bi şêwazên xwe tekildarê civakê dibe û bi lewnên xwe yên ku pê re mezin bûne pêywendîyên xwe li gel yên din re datîne.

 

Şêwazê pasîf

 

”Karakterê mirovên pasîf; Şexsiyetên xwe nas nake û bi xwe ra berdewam negatîf e. Mirovên bi wê lewnê tê naskirin ku gotinên xwe û baweriyên xwe ve berdewam dikeve şikê û ji xwe re astengîyan çê dike. Ji berpirsyarîyan dûr dikeve û dixwaze her carî hewl bide ku berpirsyarî bixe li ser mirovên din, lewra mirovên pasîf hîs nakin ku berpirsyarîyên wan jî hene. Dema xeletîyek wana çê dibe, dest bi hesûdî dikin û dixwazin xeletîyên xwe bixin li stûyê yekî din û rewşekie wisa dirûst dikin ku neheqî li ser wan hatine kirin. Ew mirovên pasîf naxwazin xeletîyên xwe biperijênin û dixwazin berdewam yên din tawanbar bikin.”

 

Şêwazê hêrişker

 

”Mirovên hêrişdar berdewam dixwazin hikûmdarî bikin û bandorên xwe li ser hindekan danin. Kesayetîyên hêrişker dixwazin her car biserkevin û qezenc bikin.” Ev rewş we lê dike ku mirovên herişker dixwazin nêrînên din ê ji dervê xwe biçûk bike û bê mane bike. Mirovên êrişker gotinên xwe rasterast û yekser dibêjin, lewra gotinên wana dikare kesên din biêşîne û bi êşandinê kesayetîya xwe li ser yên din disepîne. Karaktarê ew şexsana ew e û weha bawer dikin ku ”baştirin parastin, hêrişkirin e. ”Bi şêweya hêrişkirin dixwazin hêza xwe biparizînin.

 

Şêwazê pasîf û hêrişdar

 

”Ev şêwaz têkilhevîya li herdu şêwazên binavkerîyên din e. Karakterê ew kesayetî ên pasîf û hêrişdar ew e ku daxwazîyên xwe bi rêya manîpulationan û bi lewnekî veşartî dikin. Ji ber ku ev kesana ji xwe razî nînin. Dixwazin bi lewnêkî devken, rûken xwe bidin naskirin, lê bi şiklekî dizî veşartî hêriş dikin. Hestên xwe bi vekirî naynin holê û gunehbarîyên xwe têxin stûyê yêkî din.” Tifinga wana yê mezin ew e ku bi hestên kesayetî yên din re mijûl dibe. Her carî xwe û egoya xwe têxin pêş, şexsan biçûk dikin û piştre jî bi lewnekî veşartî gotina kesên din bê rûmet dikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev