Xwedî li DALKURDê derkevin

Xwedî li DALKURDê derkevin

Banga DIAKURDê

 

DALKURD FF komele û klûbek fûtbolê ye ku ji hêla koçberên Kurd ve di 2004 de li Swêdê hatiye damezrandin. Vê klûbê serkevtinên mezin tomarkirin, ew ji amatoriyê geheşte  lîga 1-a Swêdê.

DALKURD yek ji girîngtirîn deskewtîyên Diaspora kurde û divê hebûna wê, berdewamîya wê û serkevtinên wê bi her awayî bêne parastin.

Serkevtinên DALKURDê ji bo xort û keçên kurd li derveyî welêt bûye çavkanîyeka girîng. Hezkirina ala kurdî, hezkirina neteweyatîya kurdî bi saya DALKURDê karibûye bêtir geştir be. Ev derfeta zêrîn divê were parastin.

Herweha DALKURD û rêveberiya DALKURDê divê baş bizanibin ku, DALKURD konsepteka serkevtî ye û bi xwedîderketina milyonan Kurdên hemû besên Kurdistanê bûye malê Kurdan.

Komîtek rêvebir û sponsoran ku nû hatîne hilbijartin hewl diden ku, nav û logoya DALKURDê  biguherin. Endam û alîgir bi çi şêwan razî nabin. Diyare di rêkevta  02/23/21-an de kongra giştî ya DALKURDê dê li Stockholmê pêk were, ku tê de desteya nû ya rêveberiyê dê bête hilbijartin û ew dixwazin konseptek nû bidene pêşiya xwe.

Em hêvîdarîn DALKURD konsepta xwe ya heyî, wek dezgeheke kurdî bi logo û rengen xwe yên alaya pîroza Kurdistanê biparêze.

Em dîsan hêvî dikin, DALKURD bi şêweke rêk û pêk tir xwe rêxistinî bike. Malperek bi gelek zimanan û mecalên endambûne asantir amade bike.

Gelek hevadar û layengîrên DALKURD ê li hemû cîhanê hene, belkî gelek ji vana çi ji fotbolê jî fahm nakin lê ji ber pîroziya wê logoyê û wan rengan ji DALKURDê hez dikin. Xiyalên wan neteweperweran neşikênin.

DALKURD divê di meşandina karûbar de rêz li prensîbên demokratîk û sefafiya aborî bigre, endam û alîgirên DALKURDê rast agahdar bike, rê bide ku endamên DALKURDê di pirsên wê de xwedî pêsniyar û bandor bin.

DALKURD ê bi tenê nahêlin. Bibin endam û piştgirî bidin DALKURDê da ku çîroka serkevtinê berdewam be.

DIAKURD

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev