Xanima ku xwekujî kir

Xanima ku xwekujî kir

Yaqûb Kurmanc

 

Şivan şagirtekî kurd bû. Wî li gundekî biçûk ser bi bajarê Makûyê bi navê Topê dijiya. Dema xwendina xwe ya seretayî qedand ji bo xwendina xwe ya navîn çû bajêr.

 

Wê demê li gundê Topê erebe tunebûn, li devera ku ew dijiya tenê otobûsek hebû. Carna rêwîyên wê wisa zêde dibûn ku êdî ji hedê xwe yê normal derbas dibû. Wan salan berf û baraneke zêde dibarî û rêyên gundan dihatin girtin û şagirtê kurd Şivan mecbûr dima ku peya biçe gundê Adexanê ku bikaribe li wir erebeyekê peyda bike û biçe bajêr.

 

Wê demê li Topê tenê du kesan li bajêr ders dixwend. Şivan û hevalê wî Celîl bû. Ewan li dibistana navincî ya şevûrojane a Ş. Recayîya Makûyê dixwendin. Rojên betlanê divê şagirt biçûna malên xwe û li dibistanê nediman. Demsala zivistanê bû. Berfeke zêde barî bû û rêyên gundan hatibûn girtin û otobûs nehat. Loma Şivan û Celîl biryar girtin ku peya herin gundê Adaxanê. Birayê Celîl, Reso jî li gel wan bû. Hê roj bilind nebû û her der tarî bû û çav çavan nedidît.

 

Reso ji xwe re çek jî anîbû. Şivan kete fikaran û bi Celîl re got: -Çima Reso li gel xwe çek jî aniye?

Celîlî got: -Ma tu dengê zûrezûra guran nabihîzî?

Şivanî got: -Erê, mînak ku dixwazin êrîşî me bikin û me ûrt bikin.

Şivan dîsa ji Celîlî pirsî: -Çima Reso çek di bin kincên xwe de veşartiye?

Celîlî got: -Ji ber ku hilgirtina çekê qedexe ye û cezayê wê giran e.

Şivanî di dilê xwe de got: -Ma ji bo parastina can û malê xwe jî hilgirtina wê qedexe ye?

 

Ew pey hev di berfa hûr de meşiyan da ku gihîştin Adaxanê. Solên wan tijî berf bûn û lingên Şivan li ber sir û seqemê cemidî bûn. Ew wisa hejar bû ku heta nikaribû ji bo xwe goreyekê jî bistîne û pê bike da lingên wî germ bibin. Şivan û Celîl çûn xarika gund. Ew bêbext bûn ji ber ku hemû erebe çûbûn bajêr û tu yek di gund de nemabûn. Hewa pir sar bû. Wan bi hilma devê xwe destên xwe germ dikirin. Lê hilma devê wan jî êdî bersiv nedida. Yek ji şêniyên gund ji wan hate rehmê û ew birin mala xwe. Ew dema ketin hundir malê tîn û germahiya sobeya tijî êzing hest kirin. Xanim jina malê bi penêr û rûnê xwemalî û nanê sêlê ji wan mazûvanî kir. Di heman demê de nişkêve çavê xanimê bi lingên bêgore û cemidî ên Şivanî ket. Wê sîngê xwe kuta û got: -Kurê min te çima goreyên rîs pê nekiriye û tu ketî vê rewşê?

 

Şivanî bi hêdîka got: -Metê goreyên rîs li malê tinebûn.

 

Xanimê hazûka rabû ser xwe û ber bi sindoqa darîn a kêleka dîwarî ve çû û goreyeke rîs jê derxist û anî da Şivanî û got:

 

– Lawo min ev gore bi destê xwe çêkirine û îro pêde êdî ya te ye û pê bike û bila lingên te can bigirin.

 

Şivanî wisa kêfxweş bûbû ku êdî sir û seqema wê rojê ji bîr kir. Tîn û germahiya ku lingên Şivanî di goreyê rîs de hest dikir ji ya sobeyê zêdetir bû ji ber ku ew gore bi germahiya destê xanimê hatibû çêkirin.

 

Di dawiyê de erebe li bajêr zivirîn û ew çûn dibistana xwe. Şivanî ti carî ew qedirbilindiya xanimê ji bîr nedikir û tim ew bi bîr dianî.

 

Rojekê Şivanî xeberek nexweş bihîst û agehdar bû ku xanimê ji ber pirsgirêkên civakî xwekujî kiriye û dawî bi jiyana xwe aniye. Şivanî bi bihîstina wê nûçeya nebixer gelekî diltezîn û dilbirîndar bû û di ber xwe da got: -Hemû dijwariya jiyanê li ser milê jinê ye û mafên wan ji aliyê civaka bavsalarî ve têne binpêkirin û ew zilm û nakokî dibin sedem ku jinên kurd xwe bikujin.

 

Heta ku jin azad nebe civak ji koletiyê rizgar nabe. 

Têbînî: Ev çîrok rast e lê wêne arşîvî ye.

 

Riataza

 

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev