Ji weşanên ”Nûbihar”ê kitêbeke delal: ZIMANŞÛJIN

Ji weşanên ”Nûbihar”ê kitêbeke delal: ZIMANŞÛJIN

Ev berhem hemberî şaşaxaftina Kurdî rexneyek û hişyariyek e

 

Li hemberî bayê felekê, feleka kambax, her ku diçe dem li me teng dibe. Her sal, her meh, her roj, her saet em ji xwe, ji çand û zimanê xwe pirr tiştan wenda dikin. Ji ber ku dewlet, sazî û dezgehên me bes tunene, yên wek gelên serbixwe me pêşda di warê çand û zimanê me de.

 

Loma em ber bi qelsbûnê ve diçin, bi taybet jî di zimên de. Her ku canik û camêrekî me yên tenê Kurdîzan in koça dawî dikin, bi xwe re tama zimên û hezar peyvî jî dibin. Çimkî wana rastaxaf in, zimanê wan paqije û ji kanîya zimanê dayîkên xwe av vexwarine.

 

Li Bakurê Kurdistanê, di salên dawîyê de Kurdî û Tirkî di devê gellek Kurdan de tevahev bû û “Tirkmancî”yek derkete holê. Êdî her dawîya hevokan bi “…mîşkir”an diqede. “Qapî qapamîş” dikin, “seyretmîş” dikin, “konişmiş nabin û anlamîş” dikin û filan û bêvan… Pirtûka Zimanşûjin, li hemberî şaşaxaftina Kurdî rexneyek û hişyariyek e. Li her der û deverê Zimanşûjin, li dijî vê rewşa sosret derdikeve û dixwaze hişmendiyekê peyda dike.

 

Pirtûk, di sala 2020 an de, ji weşanxana Nûbiharê derçûye. Nivîskarê pirtûkê Abdurrahman Benek e. Nivîskarê Zimanşûjinê rewşa zimanê me wiha tîne ziman: “Li Bîrecikê, navçeya Rihayê gulek vedibe; Gula Reş. Ew gul tenê li wira reş e. Bigirî, bibî li dereka din biçînî, ew gul tu car reş nabişkive.

 

Zimanê me Kurdan wek gula reş, li dûrî ax û hewa xwe ket. Loma jî rengê xwe wenda kir û li şûna Kurdîya dewlemend û şêrîn “tirkmancî”yeke sosret girt. Çima? Ji ber ku em Kurd bes girîngiya zimanê xwe nizanin û ji xwe re nakine qisawet.

 

Zimanşûjin, li nav Kurdan, li wir û vir, rexneyeke şaşaxaftina Kurmancî, li dij derketina “tirkmancî ye. Ji bo miletekî qedîm, zimanekî dewlemend û şêrîn, ev bi serê xwe trajedîyek e. Em trajedîya xwe dikin komedî û bi hal û ehwalê xwe yê pêwîste em bigirîn, em dikenin.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev