Intelektuel, desalat û lehengên Kurdistanê

Intelektuel, desalat û lehengên Kurdistanê

Tomas Carlyle (1795-1881): Nîşanî min bide mirovê tu hurmetê jê re digrî û ez ê bizanim tu çi kes î!

Suleiman Sulevani

Dema em behsa desalatê dikin yekser hizra mirov diçe desalata siyasî, jiber ku koma herî bihêz û bi hîkar desalata siyasî ye, lê analizên felsefî û civatî/sosyolojî diyar dikin ku gelek aliyên desalatê hene, weke desalata malbatê, desalata bavî, desalata eşîretê, desalata peran, desalata medya û hwd û loma intelektuel weke kesekê rexnegir, ew berê xwe nade, tenê desalata siyasî belku hemû rengên desalatê û wan rexne dike û dinerxîne.

Ser gotina ELÎT:ê (helbijarte) jî gelek dîtin hene. Hinek dibêjin, gereke civat guh bide vê grupê jiber ku di nav wan de kesên bazirgan hene, mirovên leşkerî û siyasetvan hene ku heya astekê ew xwedî zanîn, dîsîplîn û hinekî li xwe girtî ne û loma ew elît dikare civatê birêve bibe.

Rast e civat nikare xwe bi xwe, xwe birêve bibe lê ew grup ne yek e belku gelek grupên cudayên elît hene û ew di nav xwe de di nav rikeberî û konkuransekê de ne.

Intelektuel jî beşeke e ji ELÎT:ê. Ew intelektuel jiber cihê wan, hêza zanîna wan, cihê wan yê qanûnî û jiber hine avantajên wan, vêce ew avantaj çi qanûnî/neqanûnî be; intelektuel dikeve nav grupa elîtan û ew bi hine rolên taybet radibe. Me bivê nevê intelektuel dikare bi hin rolan rabe ku her kesek nikare pê rabe wek giftogoyeke zanistî, argumentasyoneke dîrokî, zimanê qanikirinê û pêbawerkirinê û hwd.*

Intelektuel dixwaze civatê biguhere ber bi başbûnê, ew xwe nêzikê kêşe û problemên civatê dike, tiştên giştîyên ku pê dizane, lê ev nêzîkbûn berî her tiştî nêzîkbûneke rexnegirî ye. Rexne zanîn e, ne gotinên dilxwaziyê ne, û loma intelektuel dikare ser bingeheke qayim, bûyer û rûdanan rexne bike û binerxîne. Ev rexne bêtir karekî moral/exlaqî ye hember civat û mirovatiyê!

Çeka intelektual jî tenê ziman e, gotina rast e, ne berjewendiyên teng e, ne durûtî ye, ne şelafî ye, ne gotinên vala ne, ne demagojî ye. Roleke intelektualan ya dîrokî heye, berpirsiyariya wan heye û erkekê wan yê mirovatiyê heye. Bi kurtî gereke ew rast bin digel xwe, wijdana xwe û miletê xwe. Bandora ziman jî ser guherîna civatê dimîne ser bihêzbûn û cihê kesê wan gotinan dike; ka ew kes kî ye û çi statuya wî/ê di nav xelkê de heye?!

Ser vê mijarê gotinên Tomas Carlyle (1795/1881) giring in mirov ser rawiste. Ew di pirtûka xwe de ”Li ser Lehengan û Perestiya Leheng (On Heroes, Hero-Worship)” vê mijarê xweş şirove dike. Ew dipirse: Gelo civat xelkê (take kes/individ) diguhure yan xelk civatê diguhere? Bersiva pirsê jî dide û dibêje; xelk, kesên xwedî karizma, xwedî zanîn û têgehiştin dikarin civatê û dîrokê biguherin. Dîrok jî dîroka wan kesan e, wan lehengan e. Dîroka kesên xwedî zanist, cerg, logîk û hêz e, kesên di rênîşan û rêveberiyê de şareza ne. Lehengên mezin radibin dema hewcedariya herî mezin bi wan hebe, ew jidayîk dibin bi xisletên taybet ku wan dike leheng, ew nayên çêkirin. Miletên bê leheng miletên mirî ne û dîrok nîşanî me dide ku miletên mezin têkçûne jiber nebûna lehengan.

Mirovê bêdewlet mirovekê kole ye. Jean-Paul Sartre dibêje koletî ne qeder e, belku helbijartin e, lê helbijartineke negativ û xirab e. Kesên pasivîst, pesimîst û reşbîn rewşa xirab û dijwariyan vedigerînin jibo qederê û dispêrin Xwedê. Ev gotinên Napoleon Bonaparte tîne bîra mirov dema cîgirê wî berî şerekê giran digel artêşeke dijmin ya boş û mezin, jê dipirse: Gelo di vî şerî de Xwedê digel me ye yan digel wan e? Napoleon bersivê dide û dibêje: Xwedê digel wan e yên ku çekên wan bêtir û bihêztir be!

Bindestbûna kurdan jî ne jiber qederê ye belku jiber nebûna wan lehengan e. Lehengên kurdan bûne xizmetkarê neteweyên din. Silhedînê Eyûbî lehengek mezin bû û mînakeke berbiçav e. Silhedîn bi kom Kurd xistin nav artêşa xwe û bi kom Kurd hatine koçkirin jibo welatên îslamî weke Misir, Filistîn, Yemen û gelek welatên din û di encam de Silhadîn ne tenê tiştek nekir jibo Kurdan belku ew komên Kurd jî pişavtin/helandin û kirin/bûn ereb. Çawa Yaşar Kamal nabe nivîskarekê Kurd her wisa Silhedînê Eyubî nabe lehengekê Kurd. Di dîroka Kurdan de mînakên wilo pir in. Erê, hine Kurd Silhedîn weke serfiraziyeke Kurd dibînin û rexneyên derbarî wî rast nabînin.

Tomas Carlyledi vê pirtûka li jor hatî navkirin li ser lehengan, behsa şeş (6) celeb/rengên lehengan dike û bi hûrî wan dide nasîn. Mirov dikare hinek dîtinên Carlyle rast nebîne, wan rexne bike û bêxe jêr pirsiyar, lê ew weke nivîskar, dîrokzan û bîrker hêjayî xwendinê ye, nexasim jibo me Kurdan.

Lehengên Tomas Carlyle** 6 mînak in:

  1. Leheng weke Xwedayek. Mînak Odin, Paganism û mitolojiya skandînavî
  2. Leheng weke pêxember. Mînak Muhammad: Îslam
  3. Leheng weke helbestvan. Mînak Dante, Shakespeare
  4. Leheng weke keşîs. Mînak Martin Luther (Reformation/çaksazî) û John Knox (Puritanism/safîkirin)
  5. Leheng weke nivîskar. Mînak Samuel Johnsson, Jean Jacques Rousseau, Robert Burns
  6. Leheng weke qiral. Mînak Oliver Cromwell, Napoleon Bonaparte: Şoreşa Modern

Gelo hinek leheng ji navKurdan jî wê derkevin û miletê xwe bigehînin girava azadiyê, wan bikin xwedî pasport û nasname, xwedî dewlet?! Kurd bê dewlet mehkumê têkçûn, bişavtin û mirinê ye. Helbet gelek sedemên bêdewletîya Kurdan û dagirkirina Kurdistanê hene, lê sedema serekî Kurd bi xwe ne. Cardin Kurd dikarin bindestiyê bikin serkevtin, dijminatiya hev bikin biratîya rast. Yekbûna xwe bihêz bikin, xwe dûr û paqij bikin ji xayinan, berxwedan û serhildana xwe bihêz bikin. Ti caran Kurd ewqas nêzikê dewletbûnê nebûye lê ti caran ewqas Kurd bêşerm û bêtirs jî xiyanet nekiriye. Dem e Kurd ji xewa giran rabin, rastiyên biêş ji hev bêjin ne ji bo êşandinê. Xwe xapandin tenê êşê dijwartir û dirêjtir dike!

Şev û roj planên aşkere û veşartî dij Kurdan heye û li hemû beşên Kurdistanê. Nuha li başûr fişareke mezin ji bo têkdana statuya Kurdan heye. Mêze bikin dewleteke faşil û têkçûyî weke Iraq bi hemû lawaziya xwe, dixwazin Kurdistanê bêxin bin kontrola xwe. Gereke her Kurdekê bixîret xwedî li vê statuyê derkeve. Dîtinên cuda û rexne normal e. Ew saxlemî ye, lê rexne kirin û dijminatî du tiştên cuda ne. Xirabtirîn dewleta Kurdî wê ji baştirîn dewleta dagirker be. Mirov dikare rexne li rêveberiya Kurdî bigre, rêxistin û kesayetiyên berpirs bi dijwarî bîne ziman lê rast be, bi wijdan be û xwedî li mala xwe, namûsa xwe û Kurdistana xwe derkeve. Başûrê Kurdistanê bi hemû kêmasiyên xwe, ew bi qatan ji dewleta Iraqê çêtir e, bigre ji demokrasiyê, hêminyê, azadiyê, diravî, avahî, paqijî û gelek sektorên din Kurdistan ji dewleta dagirker çêtir e. Mixabin hin Kurdên xayîn dixwazin statuya Kurdan têkbidin û Kurdistanê teslîmî Iraqê bikin, lê ew ê qet bisernekevin. Bi saya kurdên bixîret, kesên Kurdperwer, intelktuel û çima ne leheng; pêşeroja welatê rojê geş û ronî ye!

*Siminareke Dr. Alzawî Bigura, hinek ji têgehiştinan ji wir

** https://en.wikipedia.org/wiki/On_Heroes,_Hero-Worship,_and_The_Heroic_in_History 

Wêne: Xalid Satar

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev