Pîêsa Xelîlê Çaçan ”Memê û Eyşê”

Pîêsa Xelîlê Çaçan ”Memê û Eyşê”

Bîranîneke xweş ya berî zêdeyî 40 salan, ku îzbata karê pîroz yê ronakbîrên kurdên Sovyeta berê ye.

Nimûneyeke zargotina me a delal, bi qelema nivîskarê kurd yê Sovyet, berpirsê radyoya Rewanê Xelîlê Çaçan va nivîsî, bi artîstîzma xwezayî ya gundîyên Elegezê, ku di têatroya kurdî da lîstin, bi qîmetkirina zaneyên hunerê dramatûrgîyê yên kurd û ermenî, berî zêdeyî 40 salan di nav gelê me da deng da, bi qelema rojnamevanê meşûr Prîskê Mihoyî pêşî di rûpelên rojnameya ”Rya teze” da, dû ra di rûpelên kovara ”Roja Nû” da çap bû, niha jî ji bo qîmetê wê yê bilind malpera me wê raberî we dike.

Em wê jî bêjin, ku ev pîêsa delal, herwiha destana bi navê ”Memê û Eyşê” berî çend salan ji alîyê Weşanxaneya ”Lîs”ê li Amedê wek pirtûkên cuda çap bûne.

 

Prîskê Mihoyî,

karmendê berê yê rojnameya ”Rya teze”

 

Beyt-serhatîya “Memê û Eyşê”, ku nimûneyeke zargotina cimaeta kurdaye here belavbûyî û hizkirî ye, ji alîyê gelek nivîskar û şayîrêd kurd û ermenî da hatiye veçêkirin, bona wan bûye kanîya efrandarîyê.

Xelîl Mûradovê rehmetî jî yek ji wan efrandaran bû, ku ev cewhera zargotina cimaetê veçêkir, kir destan û di berevoka xwe уa bi navê “Du роêm” da çap kir.

Xelîl Mûradov, ku xudanê pîêsêd “Elenewêrek”, “Gerekê meriv pêşekê bizanibe” û yêd mayîn e, li ser bingehê vê efrandina cimaetêye delal “Memê û Eyşê” usa jî pîês nivisîye, ya ku çendekî pêşda, cara pêşin Têatroya Elegezê (navçeya Elegezê) ya kurdan li ser dikê nîşan da.

Artîstêd têatroyê, ku merivêd bi pêşekêd cuda-cuda bûn, dilqêd (rol) xwe bi hostatî qedandin. Lîstika wan, xwazma lîstika Dîlbera Rostem (di dilqê Wetê da), Razmîkê Erfût (di dilqê Memê da), Şikoyê Çerkez (di dilqê Elî Axa da), Hinara Takê (di dilqê Eyşê da) layîqî qimetê pêşekzanan ya bilind bû.

Di lîstika hemûyan da profesyonalîzm dihate kivşê. Em hildin dîdema kuştina Memê. Di vê dîdemê da xeberdan kêm e, qewimandin (bûyer) para zêde digre, bi serî, mîmîk û jêstan bûyer raberî amadekaran dikin. Ew yek ji Dîlberê ra bi awayekî serketî li hev hat.

Şikoyê Çerkez, Razmîkê Erfût artîstêd têatroyê yên sereke û hizkirî ne. Ew timê jî dilqê sereke diqedînin. Lîstika wana di vê pîêsê da jî li teva xweş hat.

Artîstêd têatroyê yên mayîn – Xanoyê Tîtal (di dilqê Eylaz Gilavî da),Yûrîkê Ezîz (di dilqê Mexsûd da), Besa Hesen (di dilqê Zozanê da), Toksîna Mecît (di dilqê Hevsê da) jî zef baş lîstin.

Piştî nîşandayîna pîêsê, pêşekzan û mêvanêd ku ji paytext û merkeza nehîyê hatibûn, di nav wan da karmendên Wezîreta Çandê ya Ermenîstanê, fikra xwe gotin di derheqa destanîn û kêmasîyan da. Memûrê wezîrata Komara Ermenîstanê yê derece bilind Haykaz Yêranosyan, şayîr-dramatûrg Eskerê Boyîk û şayîr Tosinê Reşîd, rejîsorê têatroyê ê sereke, xebatkarê Komara Ermenîstanê yê çandê (kulturayê) emekdar Sêrgêy Xanbêkyan, ku di nava axaftina xwe da xebata kolektîva têatroyê bilind qîmet kirin, usa jî çend pêşdanîn kirin û kêmasî dane kivşê.

Xebata şikilkêşê (wênekêş) pîêsê Lyova Tokatlîyan jî baş hate qîmetkirin. Kolektîva têatroya Elegezê ya kurdan, ku di nava salêd heyetiya xwe da weke bîst pîês hazir kirîye û nîşan daye, repertûara (bernama lîstikê) xwe bi vê pîêsê va jî dewlemendtir kir.

Piştî nîşandana vê pîêsa delal, nûnerên Wezîreta Çandê ya Komara Ermenîstanê, ku dema nîşandayîna pîêsê amade bûn, bi mohr û îmze, bi fermî biryar kirin ku ev berhema dramatûrgîyê dikare li her deran bê nîşandan.

Zûtirekê têatro wê bi vê pîêsa teze – “Memê û Eyşê” va, ne tenê li ber binalîyêd nehîyê pêşda bê, lêbelê usa jî wê bibe mêvanê xebatkarên nehîyêd komarê yêd mayîn.

 

Çavkanî:

Rojnameya ”Rya teze” sal 1985.

Kovara ”Roja Nû” hejmar14, sal 1986, rûpel 20 – 21

 

Di wêneyan da:

Wêneyê pêşin Dîlbera Rostem di dilqê Wetê da

Wêneyê duduyan Koma Têatroya Elegezê ya kurdan

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev