Berhemên kurdzanên me – 234

Berhemên kurdzanên me – 234

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ” PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970)”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa duduyan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970) -2

“Gava şerrê hemcihanî yê duda xelas bû, hêviyên gelên bindest, herweha yên Kurdan jî ku bi hemî hêzên xwe va piştgiriya wan hevalbendên xwe ku dijî faşîzmê ne digirt, hişyar bûn. Gelê kurd berê jî, nuha jî, hêviya mezin datîne ser wan sozdayînên ku şuxulvanên hevalbendanên dewletê dane ku ew biqedînin. Ew usa jî hêviya xwe datîne ser pêkanîna wan şertên ku şarta Atlantayê û dêlêgasyonên Moskow dane bona ku mafên gelên ku wek milletên biçûk hesab dibin bên nas kirin û ew divên azadiya tam bistînin, xwe bi xwe bextê xwe qirar bikin û li karê xwe bi xwe serokatî bikin”.

 

“Partiya me bi navê gelê kurd de’wê dike ku empêryalîstan ji welatê me derxin, terka dûgera mirovan bidin û nehêlin ku hukûmetên wan welatên ku hukumdariyê li gelê me dikin û em di nava xwe da perçe kirine usa bi zulmkarî ber bi riya me bibin”.

 

“Gelê kurd li ser a xwe sekiniye, bona ku mafên wî bên dasekinandin û ewê bibe gava pêşîn li ser riya serbestiyê. Divê ji bîr nekin ku gelê kurd rola giring di nava parastina aşîtiyê da dilîze û bi azadî û serbestiya wê va gelek girêdayî ye, ka çika li Rohilata Nêzîk û Navîn aşîtiya çawa ewê hebe. Em bawer dikin ku dewrana neheqî û qûlîtiyê derbas bûye û demeke nuh hatiye ku hemû gel ewê bi awakî azadiya xwe ku ji bo navê wê milletelên ittifaqdar şeş salên reş şerr kir texmîn bikin” (94, r. 103-110).

 

Lê ev de’wkariyên partiya “Rizgarî” yên heq, herweha daxwaziyên mayîn, ku pirsa Kurdan, ku ewê bi dilê hemû Kurdan bibûya bi aşîtî safî bikin, bê guhdarî man. Sekretariya Koma milletan ne tenê li wê mêmorandumê ne nihêrî, lê qet di derheqa stendina wê da jî ji kesî ra ne got.

 

Di nava van şertan da, hukûmeta Partiya Gel a Komarî ku mafên gelên biçûk inkar dikirin, pey şerr ra jî wek berê di derheqa pirsa Kurdan da xwe kerr kiribû. Wê dicedand usa nîşan bide ku li Tirkiyê Kurd tu nene, loma jî pirsa Kurdan jî tu neye. Ew yek rojnamevanên welatên derve jî ku li Tirkiyê dixebitîn nîşan dida. Ewha, nûçegihanê rojnama “New York Post”, Murer, di nîsana 1946 da nivîsî : “Li Tirkiyê Kurd ser jê kirin û ewqas mirov sirgûn kirin ku hukûmeta Tirkiyê nuha dikare isbat bike ku li Tirkiyê pirsa Kurdan tu neye” (256, 17.4.1946).

 

Lê nûçegihanê kovara Ingilterê “Economist” di gulana wê salê da nivîsiye : “Kurd bona dewleta Tirkiyê têderxistinokek e. Li Tirkiyê di derheqa qeder û dîroka wan da tiştekî tam nizanin. Kurdistana Tirkiyê kiriye bin perda hesinî. Tiştekî tenê ku xuya ye ew e ku ordiya Tirkiyê di sala 1930 da bi hêzên mezin dijî Kurdan şerr kiriye û ew yek dl salên 1937-38 da wekiliye. Paşê, pey şerrê dawîn, wezîrê Tirkiyê yê karên hundirî îlan kir ku li Tirkiyê pirsa Kurdan êdî tu neye. Ji wê demê da, bi resmî Kurdên Tirkiyê wek milletekî cihê ne hatine hesab kirin. Di derheqa wan da car-caran tînin bîr ku ew jî an wek qaçaxên serê çiya, an jî wek Tirkên çiyayî, ne” (249, 10.5.1946).

 

Ji aliyê komên serokatîkir, herdem inkarkirina heyetiya pirsa Kurdan, helbet, nikaribû ew pirs ji meydanan bide hilanîn; ew hergav jî wek problêma hundirî ya giring dima. Rast e, sensura berk hebû, lê dîsa jî di weşana Tirkiyê û welatên derve da cama agahdariyên ku tê da netîcên siyaseta dîwana Tirkiyê ya şovînîst di hindava milletên biçûk da, herweha Kurdan jî, dihatin ber çavan diyar dibûn.

 

Bi vê yekê ra girêdayî, perçeke gotara endamê parlementa Ingilterê, Philippe Prays, ku di sala 1956 da çûye wilayetên Tirkiyê yên rohilatê, hewaskar e : “Li ser girava deryaya Wanê kelefên mizgevtên Ermeniyan ên kevn hene. Hetanî veui dawiyan jî dîwana Tirkiyê ne dihişt ku mirovên biyanî herin wira. Ew naxwazin xwe mukur bên ku milletên wek Ermenî û Kurdan demekê li vira jîne û li ser wê baweriyê ne ku hemû bineciyên vira hergav jî Tirk bûne. Lê nuha wan dest pê kiriye xwe bi tebiya aqiltir bigirin. Çend komên welatên derve van dawiyan çûne wê giravê. Lê dîsa jî wek berê ber bi Kurdan dibin. Her mirovek ku çil sal pêş da li Tirkiyê qesidiye, dizane ku piraniya bineciyan Kurd bûn, ew milletekî kevnare ku li navçên çiyayî dima ye, bi zimanê xwe dipeyivîn û tu tiştekî wan ê tomerî bi Tirkan ra tu neye. Hetanî nuha jî li wan navçan dikarin jinên usa ku kofî didin serê xwe, êlek û kurtikan li xwe dikin bibînin. Ew Kurd in ku bere-bere ji aliyê Tirkan tên helandin. Mêr êdî wek Tirkan li xwe dikin … Ew gişk bi zimanê tirkî dipeyivin, lê li kuçeyên bajarê Wanê û gundên dor-beran dikarin zimanê kurdî jî bibihîsin” (168, r. 28).

 

Çawa dema şerr, herweha di salên pey şerrê pêşîn ra, komên Tirkiyê yên serokatîkir ferzendên hayjixwehebûn û fesalbûnê bi kar dianîn, dicedand ku nehêlin ku Kurd pêş da bên. Ew xwezma ji sazkirina Partiya Kurdistanê ya Dêmokrat li îranê gelek ditirsiyan, ji ber ku ew dikaribû şerkariya Kurdan a azadariyê li Kurdistana Tirkiyê bide hez kirin. Li dawiya sala 1945 û di destpêka 1946 da, dîwana Tirkiyê dest pê kir Kurdan ji ciyê wan raqetîne ber bi kûrayiya welêt, li hêla sînorên tevî Iraq û îranê. Lê ji ruyê xurtbûna hişkbûna siyaseta hundirî, ew zûtirekê mecbûr bû ku dev ji siyaseta zordestiya bi kitle di hindava Kurdan da berde. Hela bi ser da, di nava siyaseta civakên hukumdar da, çend xusûsyên ku nîşanan didan ku di hindava pirsa Kurdan da berbirîbûneke nuh diyar dibe di pirsa millî da peyda dibûn.

 

Gilî ew e ku pey şerr ra û pey derbasbûna ber bi sazûmana pirpartîtiyê ra, rola di nava jiyana welêt a siyasî da baş bilind bû. Wan nikaribû ji wê yekê ra hesab rûnenên ku bijarvan ewê dengê xwe bide kîjan partî. Gelek tiş t girêdayî wê yekê bûn ku ewê bi kîjan partiya burjuwaziyê ra li hev bê ji bo ku di dema bijartinan da bêtir dengên bijarvanan, herweha dengên bineciyên kurd jî, berhevke.

 

Karmendê Ingilterê K. C. Edmonds, yê ku pey şerrê hemcihanî yê pêşîn ra tevî şerkariya dijî têkoşîna Kurdan a azadariyê bûbû, di nîveka salên 50 da nivîsiye : “Ji serkaniya rasteqîn ez pê hesiyam ku ji ruyê dêmokratîzekirina Tirkiyê, dengê Kurdan bi carekê ra kemaleke giring bi dest anî û divê hildin ser hesêb ku dema ku jimara bineciyên kurd li wî welatî tînin meydanê, jimara ra s t cama digihîje 3-4 milyon” (161, r. 4).

 

Derbasbûna ber bi sazûmana pirpartîtiyê, ku gaveke ber bi dêmokrasiya burjuwa hesab dibe, çiqas jî tiştekî ecêbmayînê nîn be, bi dilê derebegên Kurdan, şêx û axan, bû. Ev yek ew nêzîkî milkdarên tirk ku li meclisê dijî her cûrê warguhastinên erd derdiketin dikirin, lê tevî wê yekê jî bi dilê fêodalên Kurdan pêş da dihatin. Girêdayî wê yekê, ew qewimandina ku di sala 1945 da bû gelek hewaskar e, gava li meclisê projeya zagona di derheqa rêforma xweliyê da dihate enene kirin. Xwediyên xweliyê yên usa bi nav û deng, wek Cewad Orel, Ednan Menderes, Emîn Sezak û xudanxweliyên Tirkan û Kurdan ên mayîn, berk dijî projeya zagona di derheqa rêforma xweliyê derketin. Ji bo nimûnê, Emîn Sezak, gava ber bi Şewket Reşît Hetipoglu ku ew proje raberî enenekirinê kiribû bû, îlan kir : “Ewê projê paş da hildin … û ezê 30.000 donum erd li navça Beylikopruyê bidim we”. “Lê eger em bi qanûnê hildin ?”, Hatipoglu pirsî. “Eger dewlet xweliyê bi destê zorê hilde, wê demê Emîn Sezak li wê navça Eskişehirê nejî”, wî bersîv da (121, r. 326).

 

Bi derbasbûna ber bi sazûmana pirpartîtiyê, hukmê şêx, axa û hukumdarên Kurdan ên mayîn bi hêztir bû. Berê sazûmana bijartinan a nuh kemala bijarvanan, yên Kurdên ku bi aborî û dîndarî-olî bi axa, şêx û serekeşîran va girêdayî bûn jî pê ra, da bilind kirin. Divê bê gotin ku serokatiya Kurdan a civakî wek berê bûbû serkaniya berhevkirina dengan ji bo kara civakên Tirkiyê yên hukumdar, partiyên siyasî û bi wê yekê va ew dibû şertekî siyasî yê mezin di nava şerkariya bona dîwanê da. Bijarvanê kurd ê sade dengê xwe dida wî mirovê ku şêx û axê wî jê ra gotibû. Ya dudu, ew mêlgirtina qenc, ku şuxulvanên burjuwazî di hindava serokatiya fêodalên Kurdan û serekeşîran da diyar dikirin, hurmeta wan di nava bineciyan da bêtir dida bilind kirin. Ev hemû alî xurtbûna tebiyên şêx, axa û serekeşîran dikir, hukmê wan li ser bineciyên kurd bêtir dida mehkeme kirin.

 

Bi vî awayî, derbasbûna ber bi sazûmana (sîstêm) pirpartîtiyê bû bingeh bona Kurdên dewlemend ku bi civakên Tirkiyê yên hukmdar ra nêzîktir bibin. Derebegên Kurdan ji ruyê “lîstikên dêmokrasiyê” dest pê kir bere-bere bi nûnerên civakên Tirkiyê yên serokatîkir, burjuwa û milkdaran ra bikevin nava hevkarkirinê. Wan dest pê kir bar bikin, biçin bajarên ku tê da dibûn tucar û bazirgan, cama jî bi wan ra li hev dihat ku çiqlên malhebûnê yên cihê-cihê bikin bin hukmê xwe û pê ra jî xweliya wan di destên wan da dima. Nûnerên serokatiya Kurdan, tevî wê yekê, bi siyasetê va jî mijûl dibûn û bi qayilbûna partiyên serokatîkir nemaze tevî xebata civînên wilayetê yên belediyê û yên sereke dibûn.

 

Ango, şerkariya partiyên burjuwaziyê ya siyasî ji bo ku bijarvanan bîne hêla xwe, dîwanê hilde destê xwe, kemala şêx û axayên Kurdan da bilind kirin û bext û qederê pewandarên (kandîdat, namzed) parlementerîzmê li meclisê bi gelek tiştan bi wan va girêdayî bû. Ew mecal jî dikarin bi vê yekê va şirove bikin ku hukÛmeta Partiya Gel a Komarî bi kar dianî bona ku Kurdan bîne hêla xwe. Ewha, di sala 1947 da, serekwezîr îlan kir ku divê Kurdan, çawa ku Tirkan, li vira bi wî awayî gazî eskeriyê bikin (165, r. 31). Berî wê, Kurd di nava pareskerên dijwar da bi kar dianîn. Tevî wê yekê, di 8 hezîran 1947 da, meclisê zagon No 5098, ku çend guherandin di nava zagona di derheqa mihacirkirin û sirgûnkirinê da dikirin (1510) û ku di sala 1934 da hatibû qebûl kirin (35, dîwan 28, r. 1322-1327), qebûl kir.

 

Anegorî miqala wê ya we’delî ya lmîn, ew hemû astengên we’delî yên bona mafên wan mirovên ku bi biryara hukûmetê bi destê zorê, berî qebûlkirina zagonê, hatibûn sirgûn kirin ber bi navçeyên dûr, ji ortê dihatin hildan. Lê di zagonê da dihat gotin ku bêy izndayîna hukûmetê destûra tukesî tune ku barke-here navçeyên qedexekirî – Agirî, Sasûn, Tuncelî û Zeylan Tevî wê yekê, pey çapkirina wê zagonê, kesên berê sirgûnkirî dikaribû bi izndayîna hukûmetê di nava salekê da (39) vegerin wilayetên xwe, an jî yên cîran (miqala we’delî, hejmar 2). Lê wê çaxê temamiya hebûna wan diket destê dewletê.

 

Anegorî zagona jorgotî ya No 5098, a 5 sibat 1948, hukûmetê biryar hejmar 3/6992 ku şehadet dida ku komên Tirkiyê yên serokatîkir, ra s t e, bona şêx û axayên Kurdan hinek berdaxwarin kir, lê xwe ji siyaseta helandina Kurdan ne da paş, qebûl kir. Wek di paragraf “b” ya wê biryarê da tê gotin, “koçerên ne tirk, ku bi zimanê tirkî dipeyivin, her maleke wan gundên Tirkan ên di navçeya mihaciriyê da tên cîwar kirin, an jî di her gundekî da divê ewqas mihacir hebin ku jimara wan 10% ji bineciyên gundên Tirkiyê yên mezin derbastir nebe” (45, r. 133). Ango, bona Kurdan û koçerên ne tirk ên mayîn qedexerkirî bû ku wargên xwe yên jiyînê çêkin, ji ber ku ewê dijî siyaseta dîwana Tirkiyê ya helandin-asîmîlasyonê bibûna.

 

Ev ferzend di nava zincîra mecalên dawîn, ku Partiya Gel a Komarî di nava 27 salên serokatîkirina xwe da dida derbas kirin bona “safîkirina” pirsa Kurdan, da bûn. Temamiya dîroka serokatîkirina PGK şehadet di derheqa teribandina (şerpezebûna) siyaseta wê di pirsa Kurdan da dida. Çend şuxulkarên Tirkiyê yên burjuwaziyê jî mecbûr bûn bi vê yekê xwe mukur bên. “Di nava temamiya dema serokatîkirina Ismet InönU da (wek serekwezîr an jî serek), pirsa di derheqa wilayetên rohilatê da … wek perçeke problêma millî lê ne hatiye nihirandin. Safîkirina pirsa di derheqa wilayetên rohilatê da tenê diket nava planên admînîstratîf û eskerî … û wê yekê tevlihevbûneke bêhempa saz dikir. Berxweketinên Rohilatê herdem kûrtir bûn, ne ku ew ji kêlekê dihat texmîn kirin …” (116, r. 326), Ş. S. Aydemir nîşan daye.

 

Siyaseta hukûmeta PGK ya durûtiyê di hindava pirsa Kurdan da (lîstikên bi derebegên Kurdan ra di hêlekê da, û berdewama siyaseta helandina Kurdan di hêla mayîn da) tebiyên partiya hukumdar dida s ist kirin û hukmê Partiya Dêmokrasiyê (PD) ê nuh ê muxalefetê xurt dikir, xwezma li wan wilayetên ku tê da piraniya bineciyan Kurd bûn. Loma jî di sala 1950 da, dema bijartinên di nava meclisê da, piraniya Kurdan dengê xwe da Partiya Dêmokrasiyê ku serkariya wê C. Bayar û A. Menderes dikir. Pewandarên wê partiyê ji wilayetên rohilatê, dema kampanya bijartinê, di nava peyvên xwe da soz dida ku mafê rasteqîn, ên wek mafên Tirkan, bidin Kurdan, lê usa jî her tiş tî bikin bona pêşdabirina aboriya wan navçan ku tê da bineciyên kurd piranî ne. Lê qewimandinên paşdemê nîşan da ku ew sozdayîn tenê tewlebaziyên berî bijartinê bûn. “Bona Kurdan, hem komarî, hem jî dêmokrat, – I. Ş. Wanlî nivîsiye – hergav hukmê burjuwaziya Tirkiyê, yê rasîstan hebûye, herdem zordariya millî bi korpusa admînîstrasyona Tirkiyê, têrora polîs û ordiyê hatiye texmîn kirin. Kurd hergav jî zêrandî, bê maf bûne … Faşîzm, milliyetçîtî, tunebûna dêmokrasiyê berdewam bûne, nenihêrî ku bi resmî gelek tiş t soz dane … ” (173, r. 16).

 

Aydemir ku di derheqa tebiya partiyên siyasî di pirsa Kurdan da dipeyive, pey wê yekê ra, gava dîwan kete destê PD, nivîsiye ku hukmê şêxan li ser bijarvanên para welêt a rohilatê û bikaranîna wan bûne haceta şerkariyê û “tucariyê … di navbera partiya serokatîkir û muxalefetê da” (116, r. 327). Loma jî pey hatina dîwana PD ra, li wilayetên rohilatê kêm tiş t hatin guherandin. Di 3 tebax 1951 da, hukûmeta Partiya Dêmokrasiyê li meclisê zagon No 5826 ya di derheqa guhartinên di nava miqal 12 ya zagon No 5098 da derbas kirin. Pey nuhkirina wê miqalê ra, ewha bû : bêy destûrdayîna hukûmetê izna tukesî nedin (bilî nûnerên hêzên çekdar û ordiyê” ku here navça qedexekirî, herweha ji erdê rohilatê girtî hetanî wê xeta ku wargehên jiyînê yên Ilîce (qezayê Qersê) dest pê dike û pê digihêje Tokatli-Serdarbulek-Qemiyarik-Şexirgerden-Yukarinoçeyê (wilayeta Agiriyê), usa jî hetanî A rarata Biçûk (45, r. 114).

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev