Ji nimûneyên zargotina me – 234

Ji nimûneyên zargotina me – 234

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçardehan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema heftan berdewama nivîsa ”RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA” ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

BER, QEBÎL –2 

Heleqetîya orda bi hevra tunebûye, çimkî ewana gerok bûne, nexebitîne, çi ku tebîyetêda hazir didîtin, jê kar hildanîn, yanê ewana pê xebata xwe nîbû, wekî didebirîn. Berek usa nîbûye. Neferêd berekê dixebitîn, ewana bi xebata xwe kar ji tebîyetê hildanîn. Firqîya ordayê û bereka xûn-qinêtîyêye din jî ewe, wekî orda hîmlî endogam bû, lê ew yek bal bereka tune bû, berek yan jî qebîl, him endogam bûn, him jî ekzogam. Bona berek batmîş nebûya, gerek neferêd wê, xênji malhebûnê usa jî ji alîyê zewacê û derecêd din pevgirêdana xwe bikirina yek, yanê na ewana ber berek û qebîlêd dijmin teyamîş nedibûn.

Em bereka û qebîla ji hev nikarin bidin qetandin, çimkî ewana ji alîyê pizmamtîyê nêzîkî hev bûn, time kêrî hev dihatin.

Berekekê, zemanê berê tu cara nikaribû bêy bereka din, bê alîkarîya wê pak derbaz bikira, bidebirîya. Alîkarîya wana bo hev pir bû.

Ne ku tenê bereka, usa jî temamîya qebîlêd pizmam komek didan hev. Paşmayîyêd berektîyê heta îro jî nav kurdada hene. Derheqa wê yekê paşê.

Wekî usane, ew têorîya „dûrîhevbûna berekaye berî qebîla”, ku efrandine, rast nîne, hema prosêsa pêşdaçûyîna berekada teşkîl bûye qebîl, çimkî neferêd bereka time zêde dibûn, berek parî ser dereca dibû, du bereka, lê wextê oxirmêd giran jî, çawa me jorê got, bona xweykirinê dighîştin hev, çawa pizmam. Neferêd wana ser hîmê pizmamtîyê bi hevra tifaq bûn, ewana borcdar bûn, wekî ji her alîya komek bidana hevdu, yek bo sedî bûya, sed jî bo yekî, ber hevda bihatana kuştin. Û usa jî du berekada destpêkirî komêd merîya dibûn qebîlekê. Nha dewsa bereka em gerek bidin xebatê xebera ber, wekî serecema xweva ji bereka zemanê arxayîk tê ayrîkirin.

Nha nav kurdada ber û qebîl aqas pirin, wekî tev hev dikin, nizanin kîjan bere, kîjan qebîl. Mesele: li nehîya Aparanê û Artîkê hebûne ev ber û qebîlêd hana: çîla, mixayîla, şemsika, sihanîya, kilêra, receva, qerêya, pakêya, xuşoya, ûsoya, witya, sitûrka, mûsêsana, dasinîya, çuxreşa, şûşana, aqosya (anqosya), kekoya, ecemîya, gerdenzera, mendika, pîvaza, mîranga, carêya, berava, botoya, kelmoya, mendesora, mehemda, harêya, zemka, bûtka, beyandûra, axoya, naxoya, memoya, emoya, başêya, hozoya, korkotîya, maseka, xanêya, aroqa, Rojka, habûka, çekoya, nadirîya, ortila, hesinîya, şerqîya, kaşaxa. Li Dêrsimê nha jî hene evan ber û qebîlêd han, wekî xwera temamî dibêjin: Zaza. Derheqa ber, qebîl û eşîretêd Dêrsimê nvîsîye Nûrî Dêrsimî. Ew nave eşîreta hiltîne, lê bera, qebîla başqe nake. Bi gotina wî teşkîla eşîreta ji van koma yan jî ber û qebîlanin:

 

Asan         Bahatjaran

Mîrasan       Mistan

Ferhatan      Hoşan

Zengan       Dêrîkan

Laçînan       Şirtîkan

Karabalan     Rûtan

Dewrêşcemalan

Fndan         Sersaltîkan

Ferhadan      Agûcanan

Abasan        Tîtênîkan

 

Eşîreta Cîmîşkezgîn

 

Hezan         Ferhadan

Şemkan       Nenîkan

Rasîkan       Zêkran

Kurmêşan      Şikakan

 

Eşîreta Kal

 

Keçelan       Qurîkan

Balan          Sihîd Kemalan

Birîman        Mexsûdyan

Abasyan       Beytan

Halîkan

 

Eşîreta Koçê

 

Kaçan         Adya

Şemkan        Nenîkan

Reşkan        Aşûran

Deman

 

Eşîreta Perteka

 

Pîlvankan      Pîran

Keşkexuran     Sûrkîçan

Mîrzan        Şikakan

Xelîfan        Kûrmêşan

 

Eşîreta Sajman

 

Abasan        Xolîkan

Ferxadan      Pîlovênkan

Dewrêşcemalan

 

Eşîreta Plûmerda

 

Keçelan       Bamesoran

Abasan        Balan

Erîlan         Balaban

Cerekan       Lolan

Keman        Sîsan

Kûrgeşan      Şêxmahûdan

Şadan

 

Eşîreta mozgere

 

Bamesoran      Şêxabasan

Hurmekan       Îsalan

Kûlîkan         Şadan

Sandelan        Mûran

Kerîman         Balîkan

Gulan           Gîrtan

Gotan           Mistikan

Zulfan           Îsûfan

Demenan        Gewrêş

Hîran            Sûran

Ketan           Qurêşan

Betan            Şêxan

Bamîran         Heman

Alan             Kûdan

Milan            Şêxmehmedan

 

 Eşîreta Şîretîya

 

Şêmdînan        Karsanan

Porîkan          Lolan

Parcîkan         Şêxhemedan

Hurşîdan         Alan

Qurêşan          Hormakan

Heyderan         Maskan

Arêlan           Kumesoran

 

Eşîreta Kîşî

 

Zmeşkan          Kumsoran

Şavalan           Karsanan

Sadîkan           Îzolan

Şevekan          Hurmekan

Şeteran           Porîkan

Qubetan          Maskan

Maskûdan         Bamesoran

Lêrtîgan          Çekan

Qurêşan          Çarêkan

Canbegan         Gulan (20)

 

Li Îranê, Îraqê hene Bêkzada, Dêbokrî, Mamaş, Mangûr, Pîran, Balêk, Kûrêka, Fêyzûla (Bêkzada), Malakûxa, Erdelanî, Xalêdî, Têlaşî, Hamam, Şîyanî, Kezîm-Xanî, Çoban-Karê, Çêlê, Rewand, Halîyawendî, Wermêzyar, Sobhar, Mûnşî, Zeynal, Bûrbûr, Salîma, Mîran, Mîyamî, Wirkanî, Tûrkîcanî, Basalka(21) û gelekêd din.

Li Laçînê (Adrbêcana Sovêtîyê) heye qebîla Hesenlera, berêd Alamşakler, Walîler, Elvatar, Mamler, Tevûkler, Pîvazler(22) û gelekêd mayîn. Navêd qebîl û eşîretêd din jî hene, bo dirêj nebe, em naynin ortê. Em gelek navêd bera, qebîla, êl û eşîreta usa jî dibînin folklora meda û ewê lîtêratûrayêda, wekî derheqa kurdadane.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev