Pirsa we û bersîva me – 180

Pirsa we û bersîva me – 180

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we dide.

Pirsa me ya îroyîn taybet e. Ew pirs him bi jîyana gelê me va girêdayî ye, him dikare di hêla hişmendîyê da zanebûnên xwendevanên me dewlemend bike, him jî di gelek warên jîyanê da dikare kardar û kêrhatî be.

 

Pirsa Xudêdayê Rojkanî û bersîva Nura Şane

 

Pirs: – Hinek caran zimanê merivan dibe bela serê merivan. Carina meriv dixweze ji dil fikireke aqilmend bêje, lê ji ber cûrê gotinê dikare ew fikir tam bi awayekî din bê fêmkirin.

Gelo hûn dikarin nimûneyekê an bûyerekê bi du awahan bêjin, ku fikira wan yek be, lê cûrê gotinê bibe sebeb ku ew bi du awahên tam ji hev cuda bêne fêmkirin?

 

Bersîv: Ezê bersîva xwendevanê me yê birêz bi nimûneyeke folklorê bidim, ku ew bûyer bi rastî qewimîye.

Padîşahek gazî koçekekê dike, bo bizanibe ka ew ê çiqas emir bike. Koçek bersîveke ha dide:

-Hemû hezkirîyên te wê berî te bimirin.

Padîşah emir dike wê koçekê bo vê fikira neqenc daliqînin. Ango, celat bikin.

Padîşah vê carê gazî koçekeke din dike û eynî pirsê jê dike. Bersîva koçekê nû ha ye:

-Tuyê ji hemû hezkirîyên xwe dirêjtir bijî.

Padîşah emir dike hebûneke mezin bidine vê koçekê. Ango, xelat bikin.

 

Yanî, herdu koçek jî eynî bersîvê didin, lê cûrê gotina wan tam dijî hev in.

Lema gotineke pêşîyan ha dibêje:

-Wê an te xelat bike, an celat bike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev