DU PİRTÛKÊN TEZE

DU PİRTÛKÊN TEZE

Serokê Wakfa Riya Azadî birêz Kemal Burkay danasîna du kitêbên delal

raberî me dike, ku wana çap kirine. Yek ji wan kitêba bîranîna ya wî bi xwe ye,

ya dinê jî cildeya 3an ya kurdzanê binavûdeng Lazarev e

bi sernavê ”Kurdistan û pirskgirêka kurdan di salên 1923-1945 da”.

Berpisryarê malpera me Têmûrê Xelîl ev berhema zanyarî

ji rûsî wergerandîye kurdî û dîyarî Wakfê kirîye…

 

Kemal Burkay

 

Di nav weşanên Wakfa Riya Azadî da du weşanên teze derketin.

 

Yek ji wan pirtûka dîrokzan Lazarev e û li ser “Kurdistan û Pirsgirêka Kurdan” e. Ev lêkolin sê cild in. Cilde 1-2’yan salên berê li Stokholmê di nav weşanên Roja Nû da hatin weşandin. Nuha Cildê 3. (1923-1945) di nav Weşanên Wakfa Riya Azadî da derket.

 

Prof. M. S. Lazarev dîrokzanekî Rûsî bi nav û deng e, ji 30 salî zêdetir, di Akadamiya Sowyêt ya Moskowayê da, di Enstîtûya Rohilatzaniyê da Serokatiya Beşa Kurdzaniyê kiriye.

 

Pirtûk ji Rûsî bi aliyê nivîskarê Kurd Têmurê Xelîl hatiye wergerandin, ango bûye Kûrdî.

 

Kitêba dinê Cild ê 5’an ya Bîranînen min e. Wekî xwendevan zanin, Cildên 1 û 2 salên berê di nav Weşanên Deng da derketibûn. Cildê 3. Sala 2019, ya 4. jî di sala 2020 da di nav Weşanên Wakfa Riya Azadî da çap bûbûn. Nuha jî Cildê 5. ango ya dawî dîsa di nav Weşanên Wakfa Riya Azadî da derket.

 

Bîranînên min bi van 5 cildan nêzî 3000 rûpel in. Tevî jiyana min, bûyerên sereke yên welat û dinyayê yên 80 salê dawîn tê da cî digrın.

 

Bi temamkirina weşana bîranînan kêfxweş im.

 

Heval û xwendevan dikarin her pênc cildên bîranînên min, her usa jî pirtûkên me yên dinê ji Wakfê, yan jî bi rîya online (www.ozgurlukyolu.com) bixwazin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev