Hejmara 60î a ”Le Monde diplomatique kurdî” derket!

Hejmara 60î a ”Le Monde diplomatique kurdî” derket!

Yado Ciwan 

Li ser rêwîtîya wêjeyî û cîhana ramanî ya Firat Cewerî hevpeyvîna Jînda Zekioğlu di LMD-Kurdî de.

Firat Cewerî: „Kurmê edebîyatê bi min girtibû û dev ji min bernedida“. Ez bi xwe alîgirê pirdengîyê me. Yanî ez ne li dijî hebûna partîyên cihê û fikrên cihê me. Pirdengî nîşana demokrasîye ye. Gava hemû kurd bibin yek û tenê di bin sîwana partîyekê de tev bigerin, hingî cih li demokrasî û azadîya fikrê teng dibe. Lê, partî û fikrên cihê ji bo bidestxistina mafên kurdan, ji bo doza azadîyê divê bi hev re tev bigerin. Divê ji hev re nebin asteng û kelem. Hev rexne bikin jî, divê neyartîya hev nekin. Divê hertim dîyalogek di navbera wan de hebe da ku bi hev re bigihîjin armanca xwe.

 

Ji bo tevahîya heypeyvînê lînka jêrîn bitikînin.

http://lemonde-kurdi.net/kurme-edebiyate-bi-min-girtibu…/

 

Baran Baran

 

Hejmara sibatê a ”Le Monde diplomatique kurdî”, bi naverokeke dewlemend derket. Rojnameya mehane ku bi çapa dîjîtal weşana xwe didomîne bi hejmara xwe ya 60î ji xwendevanên kurdî re careke din got merheba.

 

Xwendevanên rojnameyê, di hejmara sibatê de, dê bikaribin gotar û analîzên wekî; ”Îskoçya xeyala serxwebûne dike”, ”Bîrek ku tu kes dawîya we nabine”, ”Qada Tahrîrê, semboleke dorpêçkirî”, ”Îlîzyonên Kêmbûnê” û hwd. bixwînin.

 

Lmd-kurdî, di beşa nivîsên redaksîyona kurdî de vê mehê cih daye gotar û analîzên balkêş; Dr. Nadîre Güntaş Aldatmaz lêkolîna bi sernavê ”Zimanên Mîrata Kultura Dinyayê yên di Tehlûkeyê de ne: Mînaka Kirmanckî (Zazakî)””, Zimanzan Reşo Zîlan jî bi sernavê ””Serpehatîyek bi Ape Mihemed re”, Weşanger Köroğlu Karaaslan li ser pirtûka “Dr. Seîd, Me Kilîta Çîyê Wenda Kir”, ji bo xwendevanên ”Le Monde diplomatique kurdî” nivîsandin. Û hevpeyivîna Jînda Zekioğlu bi nivîskar Firat Cewerî re li ser edebîyata kurdî û serpêhatîya wî û nivîskarîya wî.

LMd-kurdî, di vê hejmara xwe de rûpelên xwe bi wêneyên wênezasê kurd Timur Çelîk xemilandîye. Hunermendê vê hejmarê ji Gümüşhaneyê ye û niha xebatên xwe yên hunermendîyê li Almanyayê didomîne.

Xwendevan dikarin bi rêya malperên jêrîn yên medyaya civakî rojnameyê bişopînin:

 

Web: http//:lemonde-kurdi.net/

Facebook: Le Monde diplomatique kurd

Twitter: @Diplo_Kurdi

Instagram: diplo_kurdi

E-Mail: [email protected]

Rojnameya LMd-kurdî di bin banê RÛPEL MULTIMEDIA GMBHyê de, bi weşana dîjîtal xizmetê dide xwendevanên kurdî.

Birêveberîya LMd-kurd

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev