Kurd û dinya wan a li ser qoçê ga!

Kurd û dinya wan a li ser qoçê ga!

Ikram Oguz

 

Bîranînên ji dema zarokatîyê nayên jibîrkirin.

Dem tê, mirov xwarin û vexwarina xwe ya rojek berê jibîr dike, lê bîranînên ji dema zarokatîyê di cîhê xwe da dimînin û bi bûyerek ya jî bi nîşaneyek derdikevin pêş û di ber çavên merîyan ra derbas dibin.

Mîna îro tê bîra min.

Sal 1966…

Dawîya demsala havînê, dem dema bêderan…

Erd hejîya bû, navenda erdhejê Gimgim bû. Gimgim jî wêran bibû.

Di bin kavilê xanî û avahîyan da bi hezaran mirî û birîndar…

Tesîra erdhejê li gundê me jî hatibû dîtin, lêbelê zirar û zîyanek mezin neqewimîbû.

Tenê dîwarên hinek qom û merekan hilweşîyabûn, li serê hinek gelî û newalan erd qelişîbû û ji hev qetîyabû.

Dîsa jî gundî ditirsîyan û şev û rojên xwe li derva derbas dikirin û li derva radizan.

Di nav rojê da mêr û zarok li ber bêderan dixebitîn, jinan jî li derva kuçeyên agir dadidan û li ser xwarin û vexwarin amade dikirin.

Bi danê êvarê ra tax bi tax, li der dora bêderan kom dibûn, nivîn radixstin, jin li alîkî, mêr jî li ba hev dicivîyan û civat saz dikirin.

Li alîkî qilûlikên jinan, li alîyê din mesele û metelokên li ser mêrxasîya mêran…

Qilûlîk jî, mêranî û mêrxasî jî bi erdhejê va girê didan û dirêj dikirin.

Zarok di navbera civata jin û mêran da diçûn û dihatin. Ger nêzikî jinan dibûn û guh didan qilûlikên jinan, ger nêzikî mêran dibûn û li çîrokên mêran guhdarî dikirin.

Zeynê ya pîrejin li qîz û bûkên li derdora xwe dinihêrî û bi dengekî nizm ji Gulê ra digot; „Lêlê porkorê te jî bihîst, dibêjin gava erd hejîyaye, Hecîyê serhejok ji tirsa mirinê, bê kiras û derpê ji nav nivînan revîyaye û şilf û tazî xwe avêtîye ber derî…“

Gulê; „Lêle gulîbirê, Serhejok çima bê kiras û derpê bûye?“

Zeynê ji pirsa Gulê eciz dibû, rûyê xwe tirş dikir û bi dengek bilind; „Weyla xwelîliserê, here wê yekê jî ji Gewrê bipirse, Serhejok çima bê kiras û derpê di nav nivînan da bûye…“

Li alîyê din Hemê bi rûyê xwe yê dirêj û spî ra dilîst û digot; “Ecêba Xwedê mêze bikin, erd li Gimgimê dihece, qelşa wê heta vira tê…”

Salihê birazîyê wî dipirsî; “Apo, gelo sedema erdhejê çî ye?”

Hemê berê xwe dida ezmanên çîksayî û li stêrkên ji dûrva dibriqîn mêze dikir, dûra vedigerîya derdora xwe qoleçan dikir û digot; “Birazî qasî ku me ji mezinan bihîstîye, dibêjin dinya li ser qoçê gayekî belek e. Di germahîyê da mêş derdikevin û li derdora ga dikin vizeviz. Jibo ku xwe biparêze, ga doçika xwe li ba dike, bi hêza bayê doçikê ra dinya li ser qoçê ga, ji cîhe xwe dileqe, bi leqa wê ra jî erd diheje…”

Salih; “Apo çima ew gayekî çawa ye ku dinyayê li ser qoçê xwe digerîne? Gelo qe tî û birçî nabe, ya jî namire, ew di cîhê xwe da, dinya jî li ser qoçê wî disekine?”

Hemê; “Kuro, wer berzeq berzeq qise neke û min ji dîn û îmanê dûr nexîne. Ez belengazê Xwedê, ji kû dizanim ga çima tî û birçî nabe û namire? Here vê pirse jî ji şêx û melan bipirse, bersiva xwe jî ji wan bigre…”

Bi pirsên Salih ên bêdawî ra hêrsa Hemê, bi bersivên Hemê ra jî kenên civatê û meraqê zarokan zêde dibû…

Di ser wan salên xweş û jîyana bi kurdayetî ra sal û demsal derbas bûn.

Gund vala, gundî jî bûn nîvbajêri.

Pirs û pirsgirekên civakê hatin guhartin.

Zilm û zordarîya dewletê zêde bû…

Dewleta Tirk, îro ne tenê li Bakûrê Welat, bi zilm û zordarîya xwe li çarnikalê Kurdistanê jî xwedî bandor e…

Li Rojava erd dihejîne, li Başûr ezmanan diqelişîne û bi irz û eyarên Kurdan ra dilîze…

Kurd bûne du alî û bi qilf û qilûlikên sîyasî va mijûl in…

Alîyek dibêje; “Gerîlla rê li ber dewleta Tirk vekirîye…”

Alîyek jî dibêje; “Pêşmerge hevpar û mîhmandarê dewleta Tirk e…”

Dewlet ji erd û ezman va Kurd û Kurdistan bin pê dike, Kurd jî di dinya xwe ya li ser qoçê ga sekinîye da, çavên xwe girtine û bi kopalan bihev ketine…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev