”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 33

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 33

Malpera me bi rêzenivîseke nû çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Ol û bawermendî li Kurdistanê”.

Em îro para wê a duduyan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Î. Kolêsnîkov, Î. V. Bazîlênko, O. A. Vodnêva

Ol û bawermendî li Kurdistanê -2

 

Mûsawî (Mûsayî)

Wextê peydabûna olkên cihûyan yên pêşin li Mesopotamîya Jorîn di tarîyê da ne, ango ne bêlî ye. Gorî bawerîyên kurdên cihû, ew berî zêdeyî 3500 salan li wir bi cî bûne. Ev beşa miletê kevinare, ku li Mesopotamîyayê û li ser axên rex wê bi cî bûye, di encama çend koçberîyên bi destî zorê qewimîne. 

Cihûyên Kurdistanê – ji zureta wan cihûyan in, ku di sedsala VIII ya Berî Zayînê aşûrîyên ku zora wana hatibû birinê, ew ji Samarîyê raqendandiibûn, sirgûn kiribûn. Pêla duduyan ya penaberîyê bi desthilatdarîya qiralê Babîlonê Nebukadnezarê II va girêdayî ye. Di sala 586an ya Berî Zayînê ewî Quds hilweşand û niştecîyên wê dîl girt. Piştî çend dehsalîyan Babîlon bi xwe jî ji alîyê Ahemenîdan da hate zevtkirin, piştî wê cihû li ser tevaya axa Qiralîyeta Ahemenîdîyan hatine belakirin. Beşeke penaberan hatine ser axa Kurdistana niha. Rast e, malûmatîyên arkêologîyê ku vê înformasyonê testîq bikin tunene, lê derheqa dîyarbûna cihûyan li çiyayên Kavkazê da nivîsên li ser axa bajarên yûnanan-sfîksan îzbat in. Mihacirîyeke din a mezin a cihûyan li ser axa Sûrîyê û Mesopotamîyayê ji alîyê Împêratorê Romayê Tît di sala 70î ya Berzî Zayînê da zevtkirina Felestînê va girêdayî ye.

Di dewrana Parthi û Sasanîyan da (ji sedsala III Berî Zayînê heta sedsala VII a dewrana me) olka cihûyan ya here mezin li Mesopotamîyayê – li rohilata Dicleyê, di navbera bajarên Nehardeyê li bakur û Sûrê li başûr bi cî bû. Dirêjaya wê axê ji bakur heta başûr weke 22 persengan (124 kîlometre) bû. Navbendên desthilatdarîyê yên cihûyên Babîlonê li Nehardeyê, ku tam bajarekî cihûyan bû, li Peroz-Şapûrê, Pumbadîtê, Sûrê û li Mahozê (Selevkîyê) bûn. Olkên cihûyan herwiha li Mîdîya kevinare û li Îrana merkezî hebûn. Serokê diyasporaya cihûyan êksîlarx (exilarch) bû (Reş-galuta) ji binemala qiral Dawud bû. Olk bi awayekî fermî ji alîyê desthilatdarê Sasanîyan şahinşah da hate naskirinê û otonomîyeke sînorkirî bi dest xist, ew bi qanûn û tradîsyonên xwe va dijît. Erkê serekê diyasporayê ew bû, ku bacan berev bike û hakiman kivş bike. Di rastîyê da êksîlarx helwestgerê tacê Farizistanê bû. Padîşah bi xwe êksîlarx kivş ne dikir, tenê hilbijartina wî testîq dikir.

Malûmatîyên pêşin derheqa olkên cihûyan li Kurdistanê di dewrana musulmanîyê da di berhema cihûyê ji Îspanîyayê Bênyamînê ji Tûdelê xuya dibe, yê ku di salên 60î yên sedsala XII seredana Felestînê kir. Ji wira ew bi riya Şamê û Helebê xwe li riya Nîsîbînê (Nisêbîna îroyîn li Tirkîyê) girt, ew li ser bejayê gihîşte heta Cizîrê, bi riya herikîna Dicleyê berê xwe da Mûsilê. Bênyamîn di bîranînên xwe yên rêwîtîyê da dinivîse, ku li ber kenarê çemê Ferat kinîşta (synagogue) pêxember Ezekiel heye. Wisa xuya ye, ku firsenda wî rêwîyî tunebûye seredana Kurdistana çiyayî bike û, dema behsa bi sedan diyasporayên cihûyan dike, ku li ser axeke mezin, heta digihîje sînorên Mîdîyayê diman, hêvîya xwe danîbû ser gotinên sohbetvanên xwe ku zêde bawerî bi wan nayê kirinê.

Di nivîsên Benyamîn yên ji Tudelê tiştên balkêştir hene, ji ber ku di wan da malûmatî hene di derbarê tevgera Messianan ya bi serokatîya Davêde Alroy da (ji erebî David ar-Ruhî). Navê tam yê wî karmendî – Menahem ben Solomon e. Ew niştecîyê Amedîyê bû, ku dîreka mîratgirê binemala kurdan ya binavûdeng e. Menahem ben Solomon, ku ji encama êrîşên xaçgiran li ser cihûyan zendegirtî mabû, navê David li xwe kir û xwe îlan kir wek qiralê Îsraêlê. Sala 1121ê wî serokatî li tevgera netewî kir, ku ne tenê kesên bawermendên dînê wî yên der û doran tevî wê bûn, lê herwiha ji diyasporayên cihûyan ku li ser tevaya axa Kurdistaanê belavbûyî dijîtin, herwiha ji warên Îranê, wek Ûrmîyê, Selmasê, Tewrêzê û Mereguyê. Di dema tevgera bo rizgarkirina Qudsê eşîretên kurdên êzdî jî tevî serhildêran bûn. Tevgera ewqasî xurt desthilatdarîya ereban nerehet kir û di sala 1135an da bi fermana Xelîfê Ebbasîyan David Alroy li çiyayên Kurdistanê hate kuştin.

Hevalbendê Benyamînê Tudel, ku bi temenê xwe va jê biçûktir bû, Petahya yê ji Ratisboniayê ji bakur – ser Rûsîyayê, Qrîmê û Ermenîstanê ra hate Kurdistanê. Petahya ji Ermenîstanê berê xwe da Nîsîbînê, ji wira jî – Hesenkeyfê, bi riya herikîna çemê Dicleyê xwe gîhande Mûsilê. Ew dinivîse, ku heta li herêmên Kurdistanê yên çiyayî jî olkên cihûyan hene.

Di wan salan da jimara niştecîyên bajaran yên Mesopotamîya Jorîn bi kîsî hatina penaberên cihû, ku ji dest şerê ku xaçgiran tevrakiribû revîbûn, êpêceyî zêde bû. Jimara penaberên li Mûsilê, gorî malûmatîyên Benyamînê ji Tudelê, dikir heft hezar kes, lê bi hesabên Petahya yê ji Ratisbonnayê – şeş hezar. Jimara niştecîyên Nîsîbînê bi hezar kesan va zêde bû; li bajêr sê kinîşteyên ku kar dikirin hebûn. Li devera Cizîrê jimara niştecîyan bi çar hezar kesan va zêde bû.

Derheqa diyasporayên cihûyan li herêmên kurdan di sedsala XVI da helbestvanê cihû ji Yemenê Yehya az-Zahîrî (navê wî yê esilî – Abner ha-Temanî ye) jî nivîsîye û behsa rêwîtîya xwe ya li bajarên kurdan Kerkukê û Erbîlê, herwiha çûyîna xwe ser mezelê, pêxember Danîîl û Îon dike, ku nêzîkî Mûsilê ye, herwiha çûye warên heca bona cihûyan û musulmanan. Di dema padşatîya Şahê Îranê Ebbasê I (1588 – 1629) Xalo-xanê (1590 – 1616) hukumdarê Mîrîtîya Erdelanê, ku bo avadankirin û şênkirina paytextê Mîrîtîyê pir ciddî bû, bona geşkirina tucarîyê cihûyên Îsfahanê teglîf kir cîguhastî Senendecê bin. Diyasporaya cihûyan, ku bo pêşketina bajêr û herêmê bi giştî gelek karên bêhempa kir, li Kurdistana Îranê bû olka here berbiçav û gulvedayî.

Çend diyasporayên cihûyan li Kurdistanê di sedsalên Navîn da bi musewîyên Qudsê û Felestînê ra di nava pêwendîyan da bûn. Mîsyonerên ku hatibûne Kurdistanê, bo alîkarîkirina cihûyên Felestînê pere berev dikirin û bo çareserkirina nerazîbûnan û nelihevîyan, herwiha pirsgirêkên din, dadwerî dikirin. Bi bawerîya lêkolîneran, mayîna diyasporaya cihûyan li ser axa Kurdistanê ser demeke ewqas dirêj bi wê yekê va tê şirovekirin, ku niştecîyên kurd di hindava wan da dilovan û berbihêr bûne. Cihûyên Kurdistanê dikaribûn çêkirina kenîşteyên xwe berdewam bikirana û mafê xwe yê rahîbîyê biparastana1. Rabîyê rêwîtî dikir, ku sala 1824an seredana Mesopotamîyayê kir bona dû ”deh eşîretên Îsraêlê yên windabûyî” bigere, behsa 21 warên cihûyan yên li Kurdistana Osmanîyê û 13 warên wan yên li Kurdistana Farizistanê dike. Ew behsa goristana pêxember Naum Elkoseyanin, kenişta kevinare li Dîyarbekirê, ku li wir destxetên heyştsed sal berê nivîsî têne parastin, herwiha behsa kenişta li Zaxoyê dike. Du keniştên li Amedîyê – yek bo hurmeta pêxember Ezekiel, ku bi plana qubeya Qudsê hatîye çêkirin, ya din bo hurmeta şîretkar Ezdra – heta çûyîna cihûyan li ser axa Pîroz di salên 1950î kar dikirin.

Zimanê rojane yê cihûyên li Kurdistanê, weke ku zimanê cînarên wan – aşûrîyên xaçparêz, yek ji zaravên zimanê aramî ye. Em wê jî destnîşan bikin, ku li her warekî ew zarav xwedî taybetmendîyên cuda ne. Di destpêka dewrana xaçparêzîyê da îbranî êdî ne zimanê cihûyên Rohilata Nêzîk bû, lê wek berê ma zimanê Nivîsa Pîroz, ruhanîyê û qanûndarîyê. Piştî îbranî bona cihûyan aramî bû zimanê pîroz, ku bi wî zimanî piranîya edebîyeta telmudî û rahîbî hate çapkirin. Îbranî di ebabetîyan da hate bikaranîn, ku li kinîşteyan pêk dihatin, lê zimanê aramî dihate bikaranîn bona fêrkirina ebabetîyan li dibistanan, zanîngehan, herwiha dema erefatên ruhanî yên din.

 

Îslam

”Îslam” bi erebî tê maneya ”milahîmtî”, ”xwe radestî (Xwedê) kirin”. Îslam di çarêka pêşin a sedsala VII li ser axa Erebistanê di encama bîrdozîya îdêologîya olên cihûyan-xaçparêzan xuliqî, ya ku Mihemed pêxember (dora 570-632) bi kar anî bona belakirina îdêayên xwe yên şexsî û bawerîyên derheqa pêwîstîya careke din avakirina Yekxwedêtîya  ku di Încîla Abraham (di Quranê da nave wî wek Îbrahîm derbaz dibe) da hebû. Di sermezên pêxemberê ereban de, kevneşopiyên pîroz ên Cihû û xirîstiyanan bi awayekî nû hatin raberkirin û rengê erebîyê sitendin. Hema di destpêka avabûna civaka musulmanîyê da pênc xalên sereke yên ulmê ola îslamîyê hatine raberkirinê: îfadeya bawermendîyê (şehadat), îtîrafkirina bawermendîya yekxwedêtîyê û naskirina peywira pêxembertîyê ya Mihemed; rojîgirtin (selawat); bac ji bo alîkarîkirina feqîran (zikat); çûyîna hecê.

Di dema zindîtîya Mihemed ola nû bû rêbera bona hevgirtin û hevkarîya eşîretên ereban, lê peyhatîyên wî di dema êrîşên zevtkarîyê yên musulmanan li ser bakur û rohilatê hukumê xwe li ser dewletên cînar dane testîqkirinê.

 

Îslamkirina Kurdistanê di nîveka sedsala VII destpê bû, piştî zora dewleta Îranê hate birinê û desthilatdarîya binemala Sasanîyan hilweşîya.

 

Ew pêvajo ji hemûyan pirtir tesîr li ser navbendên îdarî yên bakurê herêma kurdan kirin: Cizîrê, Erbelû (Erbîl) û Amedê (Diyarbekira niha), yên ku berî hemûyan întegreyî cîhana şaristaniya îslamî bûn. Binecîyên beşa pirtir ya çiyayî ya axa Kurdistanê, ku dûrî navendan bûn, di hindava qeyde û qanûnên îslamê da dudil bûn. Niştecîyên wira hela demeke dirêj bawermendî û edetên xwe yên kevinare parastin, dijî îslamê ber xwe dan û di hindava desthilatdarîya ereban da zêde memnûn nîbûn.

Rêwîyê ereb Abu Dulaf, ku di nîveka sedsala X ji Îraqê ser Kurdistanê ra seredana Îranê kir, gelek sertacên arkîtêktûrî yên dewrana Ahemenîdîyan û Sasanîyan qeyd kirine, ango şikil kirine: koçikên qiralan, pira, qubeyên agirî, keleh û efsaneyên derheqa wan da. Şiroveyên wî bi navên warên  axa ku kurd lê dimînin va dagirtî ne. Ew behsa Vadî el-Kurdî, Dînewarê, Qesra Şîrîn, Karmîsîyê, Mesabadanê, Nîm-az-rayê, Şehrîzûrê û yên din dike. Herwiha ew behsa eşîretên kurdan yên serîhildayî û kelehên kurdan dike. Lê nivîskarê xwedî bawermendîya Îsmaîlîtîyê Nasir-e Xosrow, ku di nîveka pêşin a sedsala XI seredana Kurdistanê kirîye, bûyerên gera xwe bi du salnameyan – ya Zerdeştîyê (li gorî serdema Yezdînerdê III, ji sala 632an) û musulmanîyê (gorî serdema Hicreya Hîvê, ji sala 622an) şirove kirîye.

 

* * *

Piranîya musulmanên sunî li Kurdistanê bawermendên îslama şafiî ne. Sunî – bawermendên sunne (adet û toreyan) ku xwe li pêxemberê Xwedêdayî digirin, ango ew kes in, ku bona wana emel, gotin û helwesta Mihemed şêweyên jîyanê ne û ewana bo çareserkirina hemû pirsgirêkên jîyanê yên şexsan û civakê bi tevayî rêber in.

Şafiî bawermendên yek ji çar dibistanên bingehîn yên Xwedênasîyê û Heqîyê yên îslama sunnî ne. Bingehdarê dibistana Şafiî imam Mihemed ibn Idris el-Şafiî ye (767-820). Şafiî nivîsên Quranê û hedîseyên wê – efsûnî li ser gotin û kirinên pêxember Mihemed di derbarê alîyên olî û qanûnî yê jîyana civaka misilmanan da – wekî çavkaniyên bingehîn ên dogma û qanûnê nas dikin.

Şiî di nava musulmanên Kurdistanê da kêmjimar in. Şiî (ji gotina erebî şîa – ”peyçû”, ”dûçû”) – navê tevayî yê komên musulmanan yên cuda-cuda ne, ku xelîfeyê heq yê çaran Ali ibn Taliba (kurap û zavayê pêxember Mihemed; sala 661ê wefat bû) û kesên ji zureta wî Mihemed pêxember wek kesê ruhanî yê tekane nas dikin.

Sunnî, berevajî Şiîyan, sê xelîfên pêşin – Ebû Bekir, Umer û Usman, wekî “evdên heq” nas dikin, ser wê bawerîyê ne, ku dikarin nûnerên desthilata ruhanî yên herî bilind gorî zanebûnên wan hilbijêrin, ango ne tenê bi wê, ku ew kes gerekê mirovê pêxember yê xwînî be. Kurdên şiî li bajarên Xaneqînê û Mendelîyê li Îraqê, li herêma Kêrmanşahê li Îranê, lê li Tirkîyê – li bajarên Sivasê, Tuncelîyê (Dêrsim), Hatayê û warên din dijîn.

 

* * *

Di demên cuda-cuda da di nava îslamê da Biratîya Sufîyan xuliqîne. Li Kurdistana sedsalên navîn gelek alîgirên Sufîzmê (mîstîsîzma musulmanîyê) hebûn. Rêberên Biratîya Sûfîyan – Şêx – li welêt xwedî hukumê sîyasî yê pir bûn. Di demên dîrokê yên cuda-cuda da Biratîya Sûfîyan di jîyana Kurdistanê a civakî û sîyasî da rola mezin lîstine, ji ber ku wek rêxistinên civakî kar dikirin û ne bi eşîretê ra girêdayî bûn, ne jî bi dewletê ra. Di çend sedsalîyên buhurî da Biratîya Qadirîyan û Biratîya Neqişbendîyan di civaka musulmanîyê da di serê herî jorîn da bûn.

Bingehdanîna Biratîya Qadirîyan ya Sûfîyan bi navê xunedarê binavûdeng Abd el-Qadirî Gîlyanî (1077 – 1166) va girê didin. Ew di dawîya sedsala XIII bi awayekî qanûnî hate qeydkirin.

Bawermendên Biratîyê ev ayînên dînî pêk dianîn: şahîyên tevayî (bi xwendina helbestên taybet û tevgerên derbirîn va), zikira tevayî ya dengbilind (bîranîna çendbare ya navê Xwedê) û zikira teknevsî ya bi dengê nimiz. Li Kurdistanê şahî di bin dengê diholan, tembûran û bilûrê tê derbazkirin. Zikira dengbilind bi xwendina helbestên ku pesinê pêxember Mihemed didin tê pêkanîn, Biratî gerekê duayan bike, bi kom qedirê parastvanê pîroz yê Biratîyê bide, ku bi fermanên endamên perestgehê va bi dawî dibe. Her sûfîyek zikira dengnimiz bi çarmêrkî rûniştî dike. Ew çavên xwe digire û di ber xwe da sûrên Quranê yên pêşin (”Ya vekirinê”) û ya sedduwanzdehan (“Paqijkirina bawerîyê” an jî ”Lixwemukurhatina rasteqîn”) dibêje û pir caran formuleya zikirê dubare dike, ku ji heft gotinên Xwedê ne. Jin û kesên ser bawerîyên din jî dikarin tevî şahîyan bin.

Yek ji şahîyên sereke yên Biratîyê merasîmên hersale ne bona qedirgirtina Abd el-Qadir, ku herdem 11ê meha çaran ya gorî salnameya musulmanîyê ya Hîvê, Rabîya II tê derbazkirin. Di wê rojê da sûfî weke ku diçine hecê, berê xwe didine mezelên2 Şêxên Qadirî yên pîroz, di wê merasîmê da duayên surî yên Biratîyê dikin, di bin awazên sazbendîyê da bi dengekî bilind zikir dixwînin. Balkêş e, ku endamên Biratîya Qadirîyan li Kurdistanê porên xwe dirêj dikin, lê rîyên xwe û simêlên xwe kur dikin.

Biratîya Sûfîyan a din, ku navdar e – Neqişbendî ye. Ew di dawîya sedsala XIV ji bo hurmeta Baha ed-Dîn Neqişbendî (1318 – 1389) wisa hate binavkirin, yê ku wî ulmê mîstîk daxuliqand û dewlemend kir, ku Abd el-Helik el-Gîcûvanî (sedsala XII) bingehê wê danîbû, û hîmê struktûrayên teşkîldarîyê yên Biratîyê ava kir.

Baha ed-Dîn Neqişbend derkete dijî dînhebandina bi rû va û merasîmên dînî yên dijwar, ku merivan ji xizmetkirina bo Xwedê dûr dixe. Ewî rojîgirtina çil rojan, bêkarî, parskirin, şahîyên bi sazbendî û stiranan a bi cûrê qerebalix, zikira dengbilind ji holê da rakirin. Daxwezên wî yên sereke yên ji bo Sufîstan redkirina drav-hizkirinê, paqijaya giyanî, xizaniya rezadil, redkirina têkilîyên bi rayedaran re û jîyana li perestgehê bû. Bingehê daxwezên Neqişbend yên sereke hewildana pir bo Heqîyê û zikira aram bû. Şîreta Şêx a pir giring ha bû: ”Bîranîna navê Xwedê di dilê xwe da mohr bike.”

Ji sedsala XV destpêkirî Neqişbendî hêdî-hêdî bûne Biratîya ruhanî ya here belavbûyî (piştî Qadirîyan), çiqilên wê yên cuda-cuda di paşdemê da bûne Biratîyên serbixwe û karê xwe li ser axeke pir mezin dimeşînin: Ji Misirê û Bankanan grtî heta Çînistanê, ji herêma çemê Volgayê û Kavkaza Bakur girtî heta bigihîje başûrê Hindistanê û Hîcaza Erebistanê. Di destpêka sedsala XIX yek ji çiqilên Neqişbendîyan – Mucedîdîya – bi hewildana kurdê ji Suleymanîyê, Xwedênas Xelîl el-Bexdadî (1776 – 1827) li Îraqê, Sûrîyê û Kurdistanê hate belavkirin. Dema ew sala 1811an ji Hindistanê vegerîya welêt, çiqilê Xalidîyan yê serbixwe damezirand, ya ku bû hevmaneya Biratîya Neqişbendî li Tirkîyê, welatên ereban û Kurdistanê. Li Kurdistanê Xalidî bi awayekî aktîv tevî jîyana sîyasî ya herêmê bûn. Şêxên Biratîyê serokatî li tevgerên çekdarî yên kurdan yên bo serxwebûna miletîyê kirin, derketine dijî hewildanên Tirkîyê ku reformên bûrjûazîyê bide derbazkirin. Sala 1925an kar û barê Neqişbendîyan li Tirkîyê hate qedexekirin, ew ji holê hate rakirin. Lê dîsa jî qedir û hurmeta Biratîya Neqişbendîyan di nava kurdên bakur-rohilata Tirkîyê da pir e. Li Kurdistanê bûye edet, ku postên şêxên Biratiyê ji zuretekê derbazî zureteke din bikin. Mesele, hemû şêxên Biratîya Qadirîyan li Kurdistana Başûr tenê ji du binemalan e – Barzincîyan û Telebanîyan. Di sedsalên XIX û XX li Kurdistana Başûr binemala ji hemûyan zêdetir naskirî ya Barzincîyan bû, ku ji wana Xwedênasên musulmanîyê yên binavûdeng û şêxên Qadirîyan yên wisa derketine, ku tesîra wan a sîyasî li welêt pir e. Di salên 1920î Şêx Mehmûd Barzincî dijî îngilîsan serhildan kir û xwe îlan kir wek Qiralê Kurdistanê. Û di salên pişt ra jî vê binemalê di jîyana sîyasî ya Îraqê da roleke giring list. Di şerê Îranê-Îraqê yê dawî da (1980 – 1988) yek ji endamê wê binemalê, Şêx Mihemed Necîb Barzincî, serokatî li desteyeke şervanîyê ya ne mezin dikir, ku şerê dijî desthilata Îraqê dikir. Hema di wan salan da, nûnerekî dinê ji wê malbetê, Cefer Abd el-Kerîm Barzincî, li hukumeta Îraqê di posteke bilind da bû: ew serokê îdareya hukumeta Herêma Kurdan a otonom bû. Him hukumeta Îranê, him jî ya Îraqê bona belakirina hukumê xwe di nava kurdan da hewcê piştgirîkirina neferên vê binemalê bûn.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev