Pênc berhemên bi ruhê kurdîtîyê ser dînê êzdîtîyê

Pênc berhemên bi ruhê kurdîtîyê ser dînê êzdîtîyê

Xerzî Xerzan

 

Ev berhemana, ne keda salek-du sal, lê keda salan e…

Yek ji mamostayên min ên hêja, Kemal Tolan ev set amade kirîye û Weşanên NA-yê jî çap kirîye… Mala mamosta hezar carî ava…. Heta em sax bin, em ê jê hin gelek tişt fêr bibin, weke her tim…

 

Yê ku bixwaze rastîya dînê kevnar ê gelê Kurd baş têbigihîje, bila ev set bi dest bixe û di nav wan 1500 rûpelan de, bi dilê xwe bi çand û dîroka xwe, helbet bi zimanê xwe baş serwext bibe…

 

Yên biyan, nikarin rastîyên me bibêjin; hem hesaba wan nayê, hem jî weke “me” rastîyên me nizanin…

 

Ji qelema kurdekî êzdî yê zana û têgihîştî, zanîn jî xwe dide der… Zanîna kurdî, ya êzdîtîyê…

 

Ez ê wisa bikim, ez ê rastîya xwe ji “xwe” hîn bibim, peşnîyara min; Hûn jî wekî min bikin…

 

Ev jî danasîna weşanxaneya NAyê 

Seta Êzdiyatiyê – Kemal Tolan

 

Di van (pirtûkên) Seta ku Kemal Tolan li ser Êzdiyatiyê amadekirine de, gelek dokument, dîroka veşartî mayî, serpêhatî, irf û edetên Êzdiyatiyê, zargotin, çîrokên ku şopên Êziyatiyê di nav wan de hene; mijarên aktuel, hevpeyîn, bîranîn, nirxandin, klam û stranan cîh girtine.

 

Bi van pirtûkên ra, winê Ezdiyatiya ku bi sedan salan ji aliye desthilatdaran ve hatiye tepisandin û rastî êrîşên hatiye nas bikin; rastiya nexşeyên cihê ku Êzdî lê jiyan kirine û dijîn, rewşa demografiya wan,  tabloyên navên cih û warên wan, îstatîk û analîzên  kevn û nû binêrin.

 

Bi  hewla kesên wek nivîskarê me Kemal Tolan, Êzdiyatî û hinek dîroka wê bi desten Êzdiyan dikeve dokumantan û nav jiyana me. Di van berheman de zelal dibe ku, gelek berhemên heya îroyîn li ser Êzdiyatiyê hatine nivîsandin,  bi desten kesên ne Êzdî hatine nivîsandin û pirr ji wan jî bi meqsedên siyasî hatine nivîsandin û ewan ya Êzdiyatiyê şaş nivîsandine yan jî reşkirine. Yek ji taybetiya  vê xebatê ev e ku, beşekê berfireh yê vê xebatê bi şahid û kesên Êzdî, yên li  qada  xebatê bakûr, başûr, rojhilat, rojava û Ewropa yê nehatine berhevkirin, Ev berhemên vê setê bersivên van pirsan jêr bi alîkariya  tablo,wêne, nexşe  û belgeyan  didin:

 

Hinek mijarên di van pirtûkan de

Di Êzdiyatiyê de Naskirina Xwedê?

Êzdiyatiya Berî Dema Şêx Adî li Ser çend Çîna Bûye?

Di Kurdîstanê de Erdên Êzdiyan?

Mîrgehên Êzdiyên li Bakurê Kurdîstanê?

Erdên Êzdiyên li Başûrê Rojavayê Kurdistanê?

Erdên Êzdiyên li başûrê Kurdîstanê?

Xwedan û Ocaxên Êzdiyan?

Sembolên Êzdiyan?

Ziyaret û hin cihên pîroz yên Êzdiyan?

Rewşa Êzdiyan a îro?

Rewşa Êzdiyan a demografik?

 

Berhemên di setê de ev in: 

1-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – I –

2-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – II

3-Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de

4-Çîrokên ku şahidiya kevnariya mîtologiya Êzdahîtiyê dikin

5-Hevpeyvîn, Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev