Berhemeke delal ji LÎSê

Berhemeke delal ji LÎSê
  • BANGA CEGERXWÎN JI GORÊ
  • BONÎYE-SUAD CEGERXWÎN

 

Kurdistana min!

 

Bi salan e li ser te ez dinalim

Dikim qîr û hawar timî bi vînê

Li min b’bûre nema êdî dikarim

Li gorê me bê deng im ez li jînê

Dixwazim kefen bigrim biçirînim

Serî hildim ji nav taxên zemînê

Keçên Kurda tevî xortan dinalin

Cegerxwîno were hana birînê.

 

Ev banga helbestkarê nemir Cegerxwîn a di dîwana Banga Cegerxwîn Ji Gorê ya ji teref keça wî Bonîye-Suadê ve hatiye nivîsandin de, giyanê nemir ê helbestkêr radigihîne roja têdeyî û bi rewş û derûnîya Kurdîstanîyan ve pêwendîdar dike ku ger Cegerxwîn li jîyanê bûyê dê bi hestên xwe yên bi vî awayî deng bidaya wan.

 

Bonîye-Suad Cegerxwîn reh û rîşalê berdayî yê Cegerxwîn e ku bi heman şêwaz, heman kêşsazî û heman daxwazên bavê xwe weke jineke Kurd a azad tevgerîyaye û dengê xwe gihandiye hemû keç û jinên Kurd ên li ser rûkala dinê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev