Cejna Xidir Îlyas û Xidir Nebî

Cejna Xidir Îlyas û Xidir Nebî

Vê hefteyê Cejna Xidir Îlyas û Xidir Nebî ye. Ev cejn her çiqas ji aliyê gelek gel û baweriyên cuda ve jî tê pîrozkirin lê wateya wê ji bo êzidiyan cuda ye. Li gorî baweriyê “Xidir Îlyas û Xidir Nebî du milyaketên piştevan in, dema ku ferman li ser civaka êzidiyan tê meşandin tên hawara wan.”

Herêma Bişêriyê ya ku demekê bi 365 gundên xwe ve bi navê Êzdîxanê dihate binavkirin, mixabin di roja îroyîn de hema di çend gunden de, çend malbatên êzidiyan mane. Ew jî bêhtir kal û pîr in, kesên ciwan nemane, herî dawî di salên nodî de koçberî Ewropayê bûne.

Ev gundên ku malek, du lê mane yek jî Texerî ye. Texerî niha taxeke navçeya Bişêriyê ye. Kekê Orhanê Texeriyê di vê herêmê de ji sala 1980’yî şûndetir wek xêrxwazê Cejna Xidir Îlyas û Xidir Nebî ye. Ji bo vê di mala xwe de dezge ava kiriye, aşekî biçûk jî çêkiriye.

Hefteya li pey 13’ê sibatê, hefteya Cejna Xidir Îlyas û Xidir Nebî ye. Li gorî salnameyê carinan sê, çar rojan paşve jî dikeve. Li rojên sêşem, çarşem û pêncşemê rojî tê girtin û roja îniyê jî eyd tê pîrozkirin. Li gorî baweriyê rojî li ser her kesî ne ferz e.

Ji bo vê cejnê du dana, du xwarinên taybet tên çêkirin. Heft zadên ji erdê çêbûne yên wekî, genim, garis, nîsk, nok, dendikê zebeşan, dendikê petêxan, gulberojk û hwd. tevlî hev dikin û li ser sêlikê diqelînin. Vî zadî dihêrin, dikin pêxûn ango arvan. Li gorî baweriyê bi vê bereket dikeve sala nû û dinyayê.

Kekê Orhan bi qasî sed kîlo pêxûn dihêre. Vê ji bo xêra dê û bavê xwe, gund bi gund û mal bi mal belav dike. Di fermana 74’an de dema ku êzidî ji Şengalê tên herema Bişêriyê û di wargeha gundê Qorixê de dimînin, kekê Orhan rojek berî eydiyê pêxûna para wan jî dibe û belav dike.

Roja eydiyê bi berbangê re av tê kelandin -bawerî ew e ku wê rojê av jî nû dibe- peyre pêxûnê hedî hedî berî nav didin û pê re tevdidin, heya ku tîr dibe, dibe wek helawî û ev pelor e. Ji aliyekî ve jî dimis germ dikin û rûn diqijilînin. Pelorê dikin feraqan, dimis û rûn lêdikin, ewil ji feraqekê ji xêra miriyan jê vediqetînin û yên din dixwin.

Ji bo şîvê jî şilk tê çêkirin. Bi wî arvanî hevîr tê hasilandin û li ser sêlê wek nanê sêlê, nanekî tenik tê petandin; wî nanî hûrî tebaxan dikin, ser wî li gorî xwestekan mastê bisîr an jî dimis û ser wî jî rûn digerînin; ji vê jî ewil ji tebaxekê ji bo xêra miriyan jê vediqetînin û dest bi xwarinê dikin. Li her carê ew xêra miriyan ji cîranan re tê şandin.

Li gorî baweriyê, Xidir Îlyas û Xidir Nebî jî bi tevî şêniyên malbatê taştiya xwe û şîva xwe dixwin û li hespên xwe siwar dibin, berê xwe didin warên xwe.

Ji bo keç û xortên êzidiyan, taybetmendiyeke cuda ya vê eydiyê jî heye. Ji bo wan eydiya bext û mirazê ye. Li gorî baweriyê, hemû ciwan nebin jî, yên dixwazin, şeva eydiyê, berî razanê sê sêwikên şor dixwin û radizên, di xewnê de kê ku av dirêj kir, ew mirazê wê/wî ye.

Cejna we pîroz be. Mirazê we bi dilê we be. Bila Xidir Îlyas û Xidir Nebî bên hawara we.

Riataza

records Source:https://xwebun.org/cejna-xidir-ilyas-u-xidir-nebi/?fbclid=IwAR3_m5DSFZYYqNoYyKITMGUK4b2YpXxw5f-bkdv4dY6d68XuMvLuz_G8Esk

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev