Bo cara yekem kurdek dibe lîstikvanê ”Liverpool”ê

Bo cara yekem kurdek dibe lîstikvanê ”Liverpool”ê

Hewlêr (Rûdaw) – Kluba Îngilîzî ya ”Liverpool” a navdar ragihand ku lîstikvanê Mêrdînî Ozan Kabak transfer kirine.

Tîma ”Liverpool”ê ku sala bihorî bibû şampiyona Premier Lîg a Îngilizî, yarîzanê Kurd Ozan Kabak ji tîma Schalke 04 a Almanî heta dawiya werzê kirê kiriye.

”Liverpool”ê li ser hesabê twittera xwe transfera Ozan Kabakê 20 salî eşkere kiriye.

Li gorî nûçeya BBC, ”Liverpool” ji serê werzê ve Ozan Kabak dişopand. Bi seqetbûna lîstikvanên defansê/parastinê Virgil van Dijk, Joe Gomez û Joel Matip ”Liverpool” rastî pirsgirêkên mezin dihat.

Ozan Kabak bi eslê xwe Kurd e û ji navçeya Dêrika parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye, lê ew bi xwe li Enqerê ji dayik bûye û niha 21 salî ye.

Kabak di 11 saliya xwe de di binesaziya Galatasarayê de dest bi futbolê kir. Telê Ozan Kabak 1.86 cm dirêj e û piyê xwe yê çepê baş bikar tîne û li defansê dileyîze.

Di 12ê Gulana 2018 de li hemberî tîma Yenî Malatyasporê di Super Lîga Tirkiyê de derket yekemîn pêşbirka xwe ya profesyonel.

Ozan Kabak di 2018an de bi 11 milyon Euroyî ji Galatasarayê transferî tîma Stuttgart a Almanî bû. Piştî ku Stuttgar ji Bundeslîga Almanî ket Ozan Kabak Transferî Schalke 04ê bû.

Kabak bi Schalke 04ê re ji bo 5 salan peymanek îmze kir û berdêla serbestberdana wî 15 milyon Euro bû.

Ji ber seqetbûna lîstikvanên wek Virgil van Dijk, Joe Gomez û Joel Matip yên parastinê, Ozan Kabak ji bo Lîverpoolê hat pêşniyazkirin.

Ev demeke dirêj e ku tîmên mezin ên Ewropî li pey Ozan Kabak in, transferî ”Liverpool”ê bû û êdî dê bi îdolên xwe re bileyîze.

Li gor malpera Transfermarktê nirxê Ozan Kabak 25 Milyon Euro ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev