Di Mîtolojiya Yewnan de Mîtosa Afirandina Jinan

Di Mîtolojiya Yewnan de Mîtosa Afirandina Jinan

Ali Gurdilî 

 

Li gor vegotinên mîtolojiya yewnanî piştî ku Prometheus, bi jîrîtiya xwe agir ji Zeus didize û dide mirovan, nîjada mirov xwe li quretiyê girê dide û tor dibe. Piştî vê bûyerê bi armanca sizandana mirovan, Zeus jinê dide afirandin û wê dişeyne nav mirovan. Zeus ji kurê xwe Hephaîstos dixwaze ku ew jinê biafirîne. Li ser daxwaza bavê xwe, Hephaîstos avê tevlî heriye dike û peykerekê bêdew diafirîne.

 

Di dema çêkirina peykerê de jî Hephaîstos, Aphrodîteya jina xwe wekê modelekê hildibijêre, ku Aphrodîte wekê xwedawenda herî bêdew ya çiyayê Olîmposê dihate hesibandin. Dema ku peyker temam dibe, di dewsa rih de jî, Hephaîstos pêtekê dixe nava dilê wê. Wê demê çavên peykerê vedibin, liv dikeve dest û lingên wê, lêvên wê dilepitin û dest bi axaftinê dike. Ji bo xemilandina wê, hemû xweda û xwedawend dibin alîkar.

 

Her xweda û xwedawend, ji taybetmendiyên xwe tiştekî didinê û navê Pandorayê lê dikin ku di zimanê yewnanî de di wateya ‘Hemu Diyarî’ ê de ye. Athena, kayîşeke delal û cilên bi xeml didê. Periyên Kharîtesî, gerdeniyên zêrînî dixine sitûyê wê. Aphrodîteyê, delaliya xwe û Horayên kezîdelal jî, gurzên kulîlkan bi serê wê ve vedikin. Hermes jî xiyanetê û gotinên xapînokî dixe dilê wê. Piştî hemûyan Zeus, qutîyeke devgirtî wekî diyarî dide wê û şîreta nevekirina devê qutîyê lê dike.

 

Zeus bang li Pandorayê dike û jêre wiha dibêje: ‘pêwîst e tu devê vê qutiyê, ti caran venekî û tiştên ku têde ne dernexî derve. Nexwe dê hemû tiştên di qutîyê de derbikevin derve û hemû tiştên xirab, li ser rûyê erdê belav bibin. siberoj û bextewariya mirovahiyê, girêdayê vê yekê ye û divê tu vê yekê, ti caran ji bîr nekî.’ Piştî ku gotinên xwe diqedîne, Zeus Pandoraya dişeyne dinyayê û weke diyarî, dide Epîmetheus.

 

Prometheus beriya vê bûyerê, şîreta nepejirandina diyariyên Zeus li birayê xwe kiribû. Lê digel vê şîretê, Epîmetheus xwe li hember bêdewiya Pandorayê nagire û pêre dizewice. Lêbelê Pandora jî weke hemû mirovan bi meraq e û piştî kurtedemekê hatina dinyayê, dev ji şîreta Zeus berdide û devê qutîkê vedike. Piştî vekirina devê qutîkê, çi xirabiyên ku di qutiyê de hatibûn bicîhkirin yên wekî xirabî, nexweşî, êş, kalitî, bêrûmetî û hwd. ji qutiyê der diçin û bi carekê li dinyayê belav dibin.

 

Pandora, piştre bi çewtiya xwe dihise û devê qutîyê dadide. Piştî ku devê qutiyê dadide, yek tişt tenê di qutiyê de dimîne ku ew jî Hêvî ye. Hêvîya ku herdem, wêrekiyeke dide mirovan. Tê gotin ku bi vî awayî, Zeus ji mirovan tola xwe hildaye.

 

Çavkanî: Ferhenga Mîtolojiyê 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *