EZ KOÇER IM, PENÊR TÎNIM..

EZ KOÇER IM, PENÊR TÎNIM..

Husên Duzen

 

Sal 1989 bû. Rahmetiyê Mehmed Uzun, Ansîklopediya Edebiyata Kurdî amade dikir. Ji min tika kir ku ez ji bo wê çîrokeke Esma Ocak wergerînim ser kurdiyê. Ger ez ne şaş bim hîngê tenê pirtûka “Berdêl” li ber destê me hebû. Min çavên xwe li çîrokên Berdêlê gerandin, yeke bi navê „Kayɪktaki Kadɪn“ bala min kişand. Min beşekî baş jê wergerand. Ji nişkê ve perçeyekî helbestî derket pêşber min. Kêm zêde wisa bû:

 

Ben göçerim, peynir satarɪm,

Kapɪ, kapɪ dolaşɪr da satarɪm…

 

Di wê kêliyê de awaza Meryem Xan ya zaroktiya min hat guhê min:

 

Ez koçer im, penêr tînim,

Derî bi derî digerînim, gewra min tu yî lê…

 

Tavilê tiliyên min sist bûn. Mejiyê min hew bû alîkar. Min dev ji wergera li ber xwe berda. Hestên di awaza Meryem Xan de di çîroka Esma Ocak de tune bûn. Wergra ser kurdiyê bi min mekanîk hat. Tingîniyeke bê hest jê derdiket. Hîngê ez têgihiştim ku wergereke bi serketî harmoniyan hestan e jî.

 

Piştî bi demekê, ji bo ez rahmetî neşkînim, min çîroka „Köye Gelen Mektup“ wergerand û wek „Nameya ku Hate Gund“ di antolojiya navderbasbûyî de weşiya, ku ezê piştî bi salan li wergera wê jî poşman bibûma.

 

Min ji hevaleke xwe bihîst ku Esma Ocak, ji bo wergera cîroka xwe qet nerazî bûye. Li gor ku ji min re hat gotin, li civatekê gotibû: -Ez kemalîst im, nizanim seba çi kurdiyê bi min ve dizeliqînin.

 

Ji bo hişmendiya kurdewarî nasîna van kesên wisa yek bi yek zehf giring e. Di tevahiya ruhê civaka me de lihevnehatîbûna kesên wisa asteng in ji bo geşbûna estetîzma hestan.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev