Ji kedkarên zimanê kurdî re bi evînî sipasnameyek

Ji kedkarên zimanê kurdî re bi evînî sipasnameyek

Şemsettin Işıklı 

Zimanê kurdî bi sed salan e di kapaneke teng de derbas dibe. Di gel bêdewletî, bêsazî, bêîmkaniyan, di gel zordestî, bindest û dorpêçkirinan jî, zimanê me îro gihaye asteke bilind, bûye zimanê nivîskî û gihaye standarteke baş.

 

Ji bo vê em di serî de deyndarê zimanê xwe ne. Zimanê me yekî qedîm, bikok û dewlemend e. Ji ber wê jî hebûna xwe, bedewiya xwe û ihtişama xwe domandiye û heta roja îro jî neteweyê kurd ji pêlên asîmîlasyonê parastiye. Em bi zimanê xwe mexrûr û serbilind in.

 

Di vê rêwîtiya teng û dijwar de gelek insanên me yên fedakar, cefakar û hêja emek dane, xebitîne, sere xwe êşandine û xizmetên giranbiha kirine. Em ji wan kedkarên zimanê xwe re sipasdar in, minetdar in û qedir û qîmetên wan dizanin.

 

Di vê roja zimanê bavûkalan de min jî xwest ku wan kedkarên qedirbilind yên mirî bi bîr bînim û ji yên sax re silavek bişînim û malîavayî bidim wan.

 

Bê guman kedkarên me yên klasîk wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û hwd. ji me re mîraseke wek xezîne li dû xwe hêştine. Lê ez ê li vir ji Celadet Bedirxan de dest pê bikim. Ji bo vê du pîvanên min hene. Yek; yên ku keda wan li ser min hene û ez ji wana karê ketime. Ya din jî, yên ku haya min ji wan çêbûye an min bihîstiye ku emeka wan di pêşdeçûyîna zimanê me de heye.

 

1- Celadet Bedirxan û hevalên wî. Kamuran Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nuredîn Zaza, Qedrîcan û hemû nivîskarên Hawarê yên din.

2- Ekîba kurdên li Sovyeta Berê, xebatên li Kurdistana Sor, Kedkarên Radyoya Erîvanê. xebatkarên Rya teze û Qanadê Kurdo.

3- Piştî salên 1980yî dîsa bi saya Celadet Bedirxan û Rewşen Bedirxanê hişyarî û xebatên li Rojavayê Kurdistanê û hewildan û xebatên li Swêdê.

4- Firat Cewerî bi Nûdema xwe ve. Nûdem ji bo kurmanciya me çavkaniyeke hêja ye.

5- Rojnameya Taybet ya Enstîtuya kurdî ya Parîsê: KURMANCÎ, Reşo Zîlan bi ekîba xwe ve.

6- Bingehên rastnivîsandina Kurdiyê, Nefel. Arif Zêrevan

7- Husein Muhammed bi berhem, gotar û hemû xebatên xwe ve wek saziyeke çalak li sahayê ye. Yekî zana ye û ez pir tişt jê hîn dibim

8- Mehmed Emîn Bozarslan. Emrekî dirêj kiriye weqif ji bo zimanê me. Hemû xebatên wî, bi taybet, baxçê ziman û ferhenga wî ya kurdî bi kurdî (nizanim ka ferhenga xwe temam kiriye an na) Seyda deryayek e.

9- Enstîtuya kurdî ya Stenbolê, ekîba Rewşenê û ya Zendê xebatên hêja ji bo zimanê me kirine.

10- Ekîba Nubiharê û Suleyman Çevik. Rengekî cuda û terzeke rind xistin zimanê me.

11- Şahînê Bekirê Soreklî. Bi xebat, berhem, gotar û niqaşên xwe sewiyeya ziman bilind kiriye.

12- Îbrahîm Seydo Aydogan. Bi Goman 1-2, xebat û niqaşên xwe ve reng û terzeke akademîk zimanê me dikemilîne (min gotarên wî yên di Zendê de teqîb dikir.)

13- Li ser zaravayê zazakî xebatên Malmîsanij û xebatên gruba Vateyê hêjayê teqdîrkirinê ye. Ew kadro ji bo standartkirin û pêşde birina zaravayê zazakî xebateke muhteşem dikin.

14- Roşan Lezgîn. Bi serê xwe saziyek e. Ji bo herdu zaravayên me jî hebûna wî şansekî ye, bi taybet jî ji bo zaravayê zazakî.

15- Keda Mamê Feqe Huseyîn li ser min heye û ez wî bi minet bi bîr tînim.

 

Bê guman helbestvan, nivîskar û kedkarên zimanê me gelek in. Hin hene ku ez nizanim, nanasim an nehatin bîra min. Keda her kesekî hêja ye û tevlî kemilîna zimanê me bûne. Aniha pirtûkxaneyeke dewlemend ya bi zimanê kurdî heye. Ew hemû bi fedakariyên kesan yên kurdîhezan pêk hatine.

 

Ku dibêjin roja zimanê bavûkalan ev xebat û kes tên hişê min. Ez kedkarên zimanê kurdî yên mirî bi hurmet bi bîr tînim û ji yên sax re jî silav û serketin dixwazim.

 

Wêne: Bawer Agirî

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev