GELO QIJIK DIKARE ”DELAL Û HEVAL” BE?

GELO QIJIK DIKARE ”DELAL Û HEVAL” BE?

GALEGALEKE ROJA YEKŞEMÊ

Haluk Öztürk

 

Çend roj berê min li ser qijika cîrana xwe, rewşa wê rojê çend hestên xwe nivîsî û di malpera xwe ya facê de belavkir. Ji helbestekê zêdetir wek kurtenivîseke kurmancî ye. Gelek caran ez tiştên weha kurt û kurmancî dinivîsim, bi hêvîya ku ew sûdekê bidin hin hevalên min yên ku hêdî hêdî xwe fêrî xwendina kurmancî dikin.

 

Babeta nivîsê ”Qijik”(bi latini pica pica) bû”. Min li wir ji bo qijikê peyva ”delalê” bi kar anîye, seba vê yekê hevalekî min (Xursid Mirzengi) şiroveyeka weha li binî nivîsîye : ”Xidir, qijik firindeyeke jîr e, lê nikula wê tim di gû de ye. Em dibêjin, hevalê qijikê timî nikul di gû de ye.”

 

Ez dibêjim ev derbirîneke zimanê tirkî ye, ya ku dibêje: ”Kılavuzu karga olanın burnu boktan çıkmaz”. Karga qiroka reş e, ne qijik e (bi tirki navê wê saksağan e, herçend ji eynî malbatê bin jî reng û rûçikên wan ne mîna hev in)…

 

Qijik bi rengê xwe yê reş û sipî û beşek jê kesk, hêşîn û zîvîn di nav de, wek çûkek bedew tê hezkirin. Loma gelek caran ji hunera bedew re dibe mijar. Meriv dikare di gelek helbest û tabloyên xweşik de wê bibîne. Di pirtûkên dibistana sereta de (Li Swêdê) ev yek ji çûkên sereke ye ku li ser tê nivîsandin û xwendin… Taybetiyên qijikê yên nebaş jî hene, hêk û çêlikên çûkan dixwe, û ji ber ku pirî caran li ser erdê xwarina xwe digere (kurm û kêzikan), di firînê de ne ewçend zîrek e.

 

Min li ser gû xwarina qijikê lêkolîneke piçûk kir (di saya lêgerîna googlê). Ez rast hatim li derekê gotiye ku qijik jî di nav pîsîyê de li xwerinê digere wek hemû çûkan…

 

Û min 30-40 helbestên swêdî li ser qijikê dîtin… Yek ji wan, li ser cil û bergên qijikê, û şibandina kincên jinan bû. Desaduf. Min gotiye Bi per û pûrtên xwe, dêre û fîstanên kurmancî”, helbestvaneke swêdî ew reng û rûçikên wê şibandiye wek ”jina keşe ya feqîr û xebatkar”.

 

Di vê lêgerîna piçûk de ez rastî gelek baweriyên xurafeyî (ji rastiyê dûr) hatim, yên sedsala navîn ku derbarî qijikê de hatine gotin. Nimûneyek ji folklora almanî: Kî goştê qijikê bixwe, ronahiya çavên wî/wê zêde dibe. Esse di folklora me de jî tiştên weha hene. Sedemê ku yek ji yekî re dibêje: Qijikê/qijiko heye… Sedem (yan jî çîroka wê) çi ye? Bila yên zane binvîsin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *