KU ÎCADA MIN UYGILAMİŞ BIBE

KU ÎCADA MIN UYGILAMİŞ BIBE

Abdurrahman Benek

 

Li Êlihê (Batman) bi navê Evdillah mirovek dijî. Temenê wî li ser pênceyî re ye. Evdillah xwe wek mûcîd an îcatker dibîne. Li gor xwe gellek îcadên wî hene, lê çima ku pirr pere lazim in, nikare îcadên xwe bide naskirin û wana têxe meriyetê.

 

“Bira îmkanê bidin mi, ez xwe guvenmîş dibim. Ezê trafîqa Îstenbolê di nav şeş mehan de çozmîşkim. Rêya ku ji Emînoyê heta Taksîmê saetek surmîş dike, ku ez îcada xwe uygilamîş

bikim (îcada min pêk were) bîst deqe surmîş nake…”

 

Li Qubînê (Bişêrî) em ber bi Batmanê ve diçûn. Di seyareyê de yek jê ajotvan em çar kes bûn. Tenê şofêrê me Tirk bû û Kurdî nizanibû. Axaftina me jî bi Kurdî bû. Bi hev re em Kurmancî

diaxivîn. Ajotvan: “Ben herhalde bu gidişle Kürtçeyî sökeceğim. Abdullah abininkonuşmasını az da olsa ne dediğini anlıyorum ama sizinkini hiç anlamıyorum.” (Ger ku wiha dewam bike ezê fêrî Kurdî bibim. Piçek be jî ez ji axaftina kek Evdillah fehm dikim çi dibêje, lê ji Kurdiya te ez qet fêm nakim).

 

Rêwitiya wan dewam dikir. Zimanşûjin jî di nav wan de bû. Mijar hate ser Kercosiyan. Kercos navçeya Êlihê ye û di navbera Êlih û Kercosê de qasî şêşt kîlometre mesafe heye. Taybetiyeke Kercosiyan, dema li dolmişê siwar dibin, rûniştina li paşiyê ji xwe re şerm dibînin. Hemû dixwazin li pêşiyê yanê li şofêr mahaliyê rûnin. Hecî Şêkir: “Keko lazim e em li cihekî bisekinin ez werime pêşiyê. Ku bi vî şiklî em herine nav bajêr bona me eyb û şerm e qurban.”

 

Helbet henek dikirin. Îcatker Evdillah: “Kercosliyan aqlê xwe şuxilandine. Teva egitîmlî ne, îş gucsahîbî ne.” (Hemû Kercosiyan xwendine û hemû xwedan kar in).

 

Şofêr: “Abi birinci kanala geçseniz (birinci kanal: Tirkî) ben de anlasamne dediğinizi mümkünse? Kusura bakmayın ama insanister istemez merak ediyor ne konuşuluyor diye.” (Keko ku pêkane hûn bi Tirkî biaxivin ez jî gotinên we fehm bikim. Biborin, lê bixwazî nexwazî mirov meraq dike ka çi diaxivin.)

 

Îcatker Evdillah vegeriya şofêr û got: “Bak kardaş, madem biz birarada yaşayacağız, Kürd olsunTürk olsun, birbirimizin dilini bilmemiz lazım. Senin de Kürtçeöğrenmen lazım. Biz nasıl senin dilini öğrenmeye mecbur isek, sen de dilimizi öğrenmek durumundasın. Kardeşlik hukukubunu ister.” (Guh bide min birayê delal. Madem em dike bihev re bijîn, çi Kurd çi Tirk, pêwist e em zimanê hev bizanibin. Pêwist e tu jî fêrî Kurdî bibî. Ku çawa em mecbûr in zimanê te fêr bibin, tu jî mecbûr î zimanê me bielimî. Hiqûqa biratiyê ev e.)

 

Roja din li lobiya otelê Zimanşûjin, Hecî Şêrîn û îcatker Evdillah rûniştibûn. Mûcîd Evdillah bi kelecan qala îcadeke xwe dikir ku bona zêrîngeran (xişirfiroş) îcadek derxistiye. Di bêrîka

xwe de têlefona xwe derxist û sîmulasyona ku çawa dike zêrîngera biparêze û şêlînker teslîm bigire nîşanî wan da.

 

“Ji bo vê îcada mi sermaye lazim e. Bona ez tanitmîş bikim (binasînim) perekî pirr lazim e. Ku îşadamiyek (karsaz) perê xwe yatirmîşa vî îşî bike wexta hate naskirin sed qatî ê perakazanmîş bike…”

 

Zimanşûjin û Hacî Şêrîn bi baldarî ew guhdarî dikirin. Digot “bi dehan îcadê mi hene ema ez çi bikim kes yardima mi nake.”

 

Bala Zimanşûjin ji îcadên wî zêdetir li ser Kurdiya wî bû. Carna Tirkî û Kurdî li nav hev dixist û zimanekî tevlihev derdikete holê. Zimanşûjin:

“Kekê Evdillah tehsîla te çi ye?”

“Wele çi derewan bikim, mi mekteb nexwendiye. Îmkanê me tunebûn em herin oqilê, hinekî îmkan meselesî ye.”

 

“Çend zarokên te hene?”

“Destê te ramîsin pênc zaro hene.”

“Dixwînin şalê.”

“Erê derine mektebê. Mi go me nexwand qet nebe bira zaro tahsîla xwe bikin, xwe qurtarmîş (bifilitînin) bikin.”

“Baş e kekê Evdillah. Zarokên te Kurdî dizanin ne wisa?”

Îcatker Evdillah pirseke bi vî rengî nedipa ku di şûna xwede hinekî sar bû û nizanibû çi bersivê bide. Herhal gotinên duh hatine bîra wî. Li erdê mêze kir û bi dengekî nizm bersiva Zimanşûjin da:

“Malesef (mixabin) zaro Kurmancî konişmîş nabin (zarok bi Kurdî naaxivin).”

“Tu rast dibêjî kekê Evdillah? Niha zarokên te Kurdî nizanin?”

“Mi go ya, neelimîn. Xwazîka bielimiyana, zirar tunebû.”

“Pekî diya zarokan jî Kurd e û Kurdî zane ne wisa?”

“Erê dayim kizi.” (keçxala min e)

“Helbet ez nikarim bibêjim çima te ha kir lê meraqa min bi tiştekî din heye. Duh te ji şofêr re çi got di bîra te de ye?”

“Erê bîra mi da ye, feqet ew meseleke başqe ye.”

“Wele min tiştek ji te fêm nekir. Tu ji Tirkekî re dibêjî bona em bi hev re karibin bijîn pêwist e hûn zimanê me fêr bibin, ku tu rast dibêjî û ez jî wek te difikirim, lê tu bixwe zarokên xwe

fêrî zimanê dayika xwe nakî.”

“Ew başqe ev başqe ye ma.”

“Wele kekê Evdillah başqe maşqe nizanim, lê şaşiyeke mezin di xwe de dihewîne. Dê û bav Kurd û Kurdî dizanin lê zarok zimanê xwe nizanin. Û di ser de jî ji yekî ne Kurd re şîretan bikî, ku pêwist e fêrî zimanê me bibe.”

“De pirr mê ser mi lo, me yanlişek kiriye tu çi bibêjî haqliyî.”

“Ez tiştekî nabêjim, tenê ji nav vî hesabî tê dernakevim, ewqas.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *