FIKIR Û FELSEFEYA OLA ÊZDIYATIYÊ

FIKIR Û FELSEFEYA OLA ÊZDIYATIYÊ

Sakar Kamil

 

Francis Bacon dibêje: -Felsefe fikirîna li ser daneyên zanistîy e, bi fikra baconî fikirîn bingeha lêkolîn û çavdêriyê ye, bi ramenek din felsefe fikirîne, di ol û ayînan jî de îdolojiyek heye li ser biha û nirxên girêdayî felsefe û fikira olî di hin biyavan de, Êzdiyatî jî bingeha wê ye olî fikir û felsefey û nirxên eqilgerayiyê ne lew pêwîste bi berdewamî lêkolînên zanistî û fikirî li ser bêne encamdan.
Ola êzdiyatiyê ola here kevnara kurdiye û pitiriya lêkolera kokin li ser wê çendê kû dîroka wê kevnare vedigere dema somerî û ayînê yezdaniyê beriya 5 heya 7 hezar salan, dua, qewil û beyt û qesîdeyên êzdiyan bi zimanê kurdîne û bi şêweyekî sanahî û rohin hatine nivîsîn lê li naveroka wan rehendên fikirî, felsefî, zanistî û civakî li pişt hene û mijarên girêdayî wan rehendan anîne ziman, mijara hizrî (fikrî) jî mijarek taybet e di qewl û beyt û duayan de sererayî şîret û raspardeyan.
Hizir binyata hertiştiye bi taybet zanistî bêyî hizir zanist nabe, hizir dibe felsefe paşî zanist.
di êzdiyatiyê de hizra hebûn, jiyan, çêbûna kewnê, û xwedayekî bi tenê têde berceste dibe herwiha peydabûna mirovahî, û berdewamî û dinyabînî û felsefe û hwd.
di piraniya qewlên êzdiyan de cevenga eqil û felsefeyê xwiya dibe mînak di qewlê nadir de sebeqek dibêje:

Heqe hûn bi sebirin
bi şevê û rojê bifikirin
da bi silametî hûn rabihurin

Di vê sebeqa qewlî de giringiya fikirînê bo mirovan xwiya dibe û daxwazdike mirov bi şev û roj bifikirin li barê her tiştî û berdewan pirsa bikin û hewil bidin bersivên serrast ji bo wan pirsan peyda bikin pirs li bareyî her tiştî Xweda, sirûşt, bûn, çêbûna kewnê û hwd.

Ji qudreta melkê bêrûne
bipirsin ji xelkê hûne
ka çawa ev ‘ezmane rawestabû bê sitûne?

Di vê sebeqêde dibêje bipirsin ka çawa ezman rawestaye bê sitûn? ankû bifikirin li rawestiyana ezmanî û hizrra xwe di çêkirin, bilindî û rawestiyana wî de bikin.

bi qudreta pedşê minê heqe
nijiyarkir çarde tebeqe
ev ezman çawa rawestabû mi’eliqe?

Ev sebeqe belgeye kû di êzdiyatiyê de ezman (asman) ji çarde tebeqan pêk tê lê dîsa pirs ewe çewa rawestiyaye?

meleka cewab daye
şehde bi xwe padşaye
sitûna erd û ezman pê rawetabû duaye

ankû ji qudreta Xwedê û duayan ezman sekiniye bê sitûn

sebeqeke din ya qewilî diyardike ka eslê sitêran çiye?

Xwezî min zanîba ka eslê sitêra çiye?
ji qudreta îlahîye
ruknê wan li ser çî sekiniye?

Di vir de pirsa eslê sitêran dike eve jî diçe di qalibê fikir û felsefeyê de, êzdiyatî gelek behsa kewn û felekê kiriye û çendîn sebeqe û qewil hene vê çendê dûpat dikin.

Pirs ji fikirê ye paşî piriskirin û fikirîn û lêgeriyan li bersivan dibe felsefe eve jî bi aşkirayî diyare di êzdiyatiyê de û şirove û analîza qewil û beytan me di gehîne bersivên gelek pirsên helawîstî lew giringe lêkolînên têr û tesel li dor babetê fikir û felsefeyê bên encamdan û bikevne di aliyê dîrasat û têhizrîneka baş de.

Herwiha mijarek giring heye di ola êzdiyatiyêde ew jî fikra takxwedayî û yektaperestiye,êzdî baweriyê bi tenê bi yekxwedayî diînin û hertişt bi firwara wî dibe

ji qewlê dayîk û baba sebeqek dibêje:
hizra xwe bike li vê dinê
bi emrê pedişayî bi tinê

mirin û jiyan herdû bi destê Xwedê ne û bi firwara wînedi qewlê seremergê de hatiye:

ev dinya xane
evid û beşer têde bazirgane
hina mala xwe barkir hina ji nû dane

Di vê sebeqê de rehendê fikirê baş diyar dibe kû ev jiyan destpêk û mirine û her kesek hatiyê ser diniyayê dê ji vê diniyayê barke jî
felsfeya mirin û jiyanê di vî qewlî de xwiya dibe.

Pirsa çêbûna dinyayê pirseke giringe li cem êzdiyan ka çawa Xwedê ev dinyaye çêkir, li destpêkê Xwedê durrek ji nûra xwe afirand û paşî ji durrê dinya çêkir
ji qewlê şêxûbekir:

pedşê min durr ji xwe çêkir
seyirî û seyran lêkir
û sêwirî û birî pêkir

pedşa ankû Xweda,

Di sebeqeke din de hatiye ji qewlê şêxûbekir:

pedşê minî cebare
ji durrê afrandibûn çare
baye û axe û ave û nar e

her çar element binyata her tiştî ne û jiyan bê wan nabe.

Eve bi tenê li bareyî çêbûna dinyayê di aliyê fikrî û felsefî de, fikir di êzdiyatiyê de bineret û esasê her tiştiye û mirov bi fikrê û pirs û lêgeriyanê dikeve di cîhana felsefeyê de, fikirîn hêvênê pirsa ne di edebiyat û felsefeya êzdiyatiyê de.

jêderên mifa jê hatiye wergirtin
1. Hizir û felsefe di edebiyata dînê êzdiyan de, Kovan Xankî 2016 Dihok
2. Lalişname, Bedelê Feqîr Hecî 2019
3. Perin ji edebê dînê êzdiyan, dr. Xelîl Cindî 2004

 

Çavkanî : https://www.kurdrawm.com/

 

Wêne: Mîrê Êzdîyan Elî Paşa 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *