Têkiliya Îktîdar û Şîdetê

Têkiliya Îktîdar û Şîdetê

Di nêrînên Foûcaûlt de, di çarçoveya têkiliya îktîdar û şîdetê de, têgeha girtîgehê

Mûrad Dildar 

 

Destpêk

Di siyasetê de û girêdayî wê di felsefeya siyasetê de têgeha îktîdarê (desthilatî), têgeheke gelek girîng e. Bi wateya giştî di maneya ‘bidestxistina hêzê’ de ye û li her ciyê ku dewlet an pergaleke siyasî lê hebe ev têgeh derdikeve pêşberî me. Otorîte û pergala siyasî ya heyî, ji bo îsbatkirina hebûn û hêza xwe, îktîdara ku li ser ‘bindestan’ tê li dar xistin, di roja me de jî, hema bibêje di her qadê de û bi rêbazên cuda xwe dide hîskirin. Yek ji van rêbazan jî <şîdet> e. Îktîdar li ser navê  ‘terbiyekirina bindestan’, tu carî ji bikaranîna şîdetê dûr nemaye. Di vê xebatê de, li gorî fikir û ramanên Foucault, îktîdar şîdetê çawa bi kar tîne, têkiliya îktîdar û şîdetê çawa ye, ev têkilî di kîjan pêvajoyan re derbas bûye, em ê hemûyan li ber çavan raxin.

 

I. Îktîdar û Şîdet

Îktîdar çi ye? Yek ji bersivên vê pirsê ev e: ‘Hêzeke siyasî, huqûqî yan ehlaqî ye ku derfeta bikaranîna bandor an çalakiyan dide. Wek formel, ew hêz û qudret e ku A tiştê ku B naxwaze bike, bi B yê dide kirin.’ (Cevîzcî, 2005)

 

Di vê pênaseyê de, têgeha bingehîn a ku tê destnîşankirin, têgeha ‘hêz’ ê ye. Di warê siyasî de, sebeba herî girîng a bikaranîna vê hêzê  ya hêza rêvebiriyê bi dest dixin, yanî yên îktîdarê bi dest dixin, parastina hêza heyî û lêzêdekirina vê hêzê ye. Ji bo parastina vê hêzê rêya herî sereke ev e ku ji holê rakirina ûnsûrên ‘xeternak’ an dikarin bibin xeternak, e. Ji bo ji holê rakirinê, rêya herî zêde tê zanîn jî şîdet e.

 

Weke rêxistineke siyasî, ji roja dewlet derketiye meydanê û heta îro, hema bibêje hemû îktîdaran şîdetê bi kar anîne û di bikaranîna vê rêbazê de tu astengî nedîtine. Girêdayî pênaseya ku me di paragrafa pêşîn de kiribû, îktîdar gava bixwaze bi zorê tiştekî bi kesên di bin desthilatdariya xwe de ne bide kirin, rêbaza herî pêşîn şîdet bûye.

 

Li gorî fama huqûqa dewra ku Foucault wê wek çaxa Klasîk bi nav dike (hema bibê ji nîveka sedsala 17an heta dawiya sedsala 18an didome) û kêm zêde bi pergala monarşiyê re li hev dike, taybetmendî û hedefa wî çi dibe bila bibe, sûcê li hemberî qanûnê tê kirin, di rastiyê de li hemberî hukumdaran hatiye kirin. (Keskîn 1996)

 

Sûc li ser vî asasî dihatin bicîkirin, sebeb jî ew bû ku di wê dewrê de yê ku qanûnan çêdikir hukumdar bi xwe bû. Qanûn û yê qanûnê çêdike bi vî awayî dibin yek, dîsa destnîşan dike ku avakarê qanûnan yanî hukumdar, li her ciyê ku qanûn lê derbas dibe heye. Bi vî awayî jî qada bandora hukumdar, yanî îktîdarê hatiye firehkirin. Ji ber ku qanûn û îradeya hukumdar heman tişt in, û ji ber ku hêza qanûnê bi heman awayî hêza hukumdar e, sûcdar hem bi awayekî kesî hem jî bi awayekî fîzîkî êrîşî hukumdar dike.

 

Ji ber wê jî înfazên li pêşberî gel dihatin kirin, dihat wê maneyê ku xisara gihîştiye îktîdarê dihat tamîrkirin û serdestiya îktîdarê dihat pejirandin. (Keskin 1996)

Sûcê li hemberî qanûnan, wek êrîşeke li hemberî hukumdar dihat qebûlkirin. Sebeba wê ya herî girîng ev bû ku gava te qanûnan nas nekira dihat wê maneyê ku tu îktîdara hukumdar jî nas nakî. Gava kesekê sûcek bikira û qanûnan binpê bikira, dihat wê maneyê ku hem hukumdar, hem qanûnên hukumdar hem jî îktîdara hukumdar nas nake.

 

Ji ber wê jî binpêkirina qanûnan, li dijî îktîdarê çalakiya herî xeternak e. Ji ber ku dewlet û hukumdar di heman wateyê de ne, divê cezayê sûc jî li gorî ‘mezinbûna’ dewletê be. Di çaxa navîn de serên jêkirî yên mirovan bi dîwarê kelehan ve dikirin, bedenên kesên kuştî li meydanên bajaran nîşanî gel didan… û hwd. Mirov dikare bûyerên bi vî rengî wekî mînak nîşan bide. Ev rêbazên cezakirinê herçiqas nîşana sedsalên 17 û 18an bin jî, di roja me de jî hinek dewlet rêbazên cezakirina li meydanan bi awayekî berfireh bi kar tînin. Komara Îslam a Îranê, cezayê îdamê dide Kurdan, li meydanên bajaran li pêşberî qelebalixên mezin bi kar tîne, ev jî nîşan dide ku ev rêbaza cezayê hîn jî didome.

 

Meriv dikare xebata Foûcaûlt a li ser girtîgehan, Avakirina Girtîgehan, wek dîroka şîdetê binirxîne. Ev xebat li ser sîstema cezaya modern a bi piştgiriya dewletê lêkolîneke dîrokî ye. (Oksala, 2012)

 

Berhema bi navê Avakirina Girtîgehan, bi analîzeke li ser îşkenceyên li Damîensê sûîkastvan hatine kirin dest pê dike. Li gorî biryara dadgehê divê bi maşeyên sorkirî ji gelek ciyên canê Damîens goşt bên jêkirin, destê wî yê kêr girtibû divê bi sulfurê bê şewitandin, divê guleyên helandî, rûnê sorkirî, reçîneyên agirpêketî, şimayê helandî û sulfur bera ser ciyên ku goşt jê hatibûn jêkirin bidin, divê paşê bedena wî bi hespa ve bê girêdan û bê parçekirin. Divê parçe bên şewitandin û wan bikin xwelî û herî dawîn jî divê xweliyê bidin ber bayê û tune bibe.  (Foûcaûlt, 2000)

 

Ev cûreyên îşkenceyê ku li hemberî cezakirina bedenê mînakên herî dijwar in û mînakên cezakirina li pêşberî gel, piştî nîveka duyem a sedsala 18an hêdî hêdî kêm dibin. Foûcaûlt raçav dike ku, piştî nîveka duyem a sedsala 18an bi awayekî cîdî, li hemberderketina înfazên li pêşberî gel û îşkenceyan zêde dibin. Cezakirina ji îşkenceya li ser beden hatiye dûrxistin, yanî daxwaza nekirina îşkenceyê, li ser bingeha hurmeta ‘însaniyeta’ girtî weke reformekê tê binavkirin. Li gorî Foûcaûlt, ev li hemberî qada cezakirina îktîdarê, sînoreke qanûnî ye. Bi vî awayî ‘mirov’ di heman demê de dibe sînorê îktîdarê. Di vê xalê de Foûcaûlt, lêpirsîna sebeba berteka li hemberî îşkenceyê û israra mijara ku divê ceza ‘însanî’ be, dike.

 

Wateya rêgeza pîvana cezaya ku divê ‘însanî’ be çi ye?

 

Bersiva vê pirsê, meriv encax bi têgihiştina pêvajoya tevgera reformê dikare bide. Di vê pêvajoyê de, sûc her çûye kêmtir şîdetê di xwe de hewandiye, li hemberî wê jî ceza nermtir bûne. Lê berdêla vêya ev e ku îktîdarê li ser civakê mudaxeleyeke xurt û kûr kiriye. (Keskîn, 1996)

 

II. Avakirina Girtîgehan

Ber bi dawiya sedsala 18an ve, êdî  rêbazên cezakirinê, di şûna ku li meydanên bajaran li pêşberî gel bê kirin, veguheziye ser rêbazên ku veşarî dihat kirin û wek dem jî bikaranîna xwe li demeke dirêj belav dikirin. Ji bo bikaranîna van rêbazan jî mekanên herî musaît, bêguman girtîgeh bûne. Li gorî Foûcaûlt, girtîgeh cara pêşîn di vê demê de derneketine meydanê. Lê, di warê taybetmendî û armanca bikaranînê de, bûne xwediyê erkeke nupînû. (Foûcaûlt, 2000)

 

Bi girtîgehan re, rêbaza cezakirina îktîdaran jî guheriye. Rêbazên cezakirina li meydanên bajaran a bi bikaranîna şîdetê ya li ser bedenên mirovan vediguheze ser ‘şîdeteke dîsîplînkar’ a di nav girtîgehan de. Li gorî Foûcaûlt her çiqas di terza cezakirinê de ev guhertin çêbûbe jî, berê şîdetê ji ser bedenê veguheziye ser ruhê mirov.  ‘Êş û jana fîzîkî’ ciyê xwe daye ‘êş û jana ruhî.’ (Foûcaûlt, 2000)

 

Berê şîdet û cezayê, ji bedenê ber bi ruh ve veguheziya. Ev rasterast bi xebatên wê dewrê yên psîkolojîk û psîkîyatrîk ve jî eleqeder e. Foûcaûlt îddîa dike ku, di serê sedsala donzdemîn de, gava psîkîyatrî tevlî nav qada huqûqê bû,  di huqûqa cezayê de, giringî ji ser sûc hêdî hêdî vediguheze ser sûcdar. Yanî fikrê ‘kesê xeternak’ derketiye holê, ji bo kes dibe wek xeternakek potansiyel, ji ber wê hedefa sîstema cezayê êdî ne cezakirin e, ya herî girîng başkirina kes e. (Oksala, 2012)

 

Armanc ew e ku bi cezakirina bi êş û jana ruh û di girtîgehan de dûrxistina ji mirovên din, terbiyekirina ruhê mirovê sûcdar, baqilkirin û dîsîplînekirin e.

 

Foûcaûlt di axaftina xwe ya bi navê ‘Xeleqên Îktîdarê’ de, avakirina girtîgehan wisa îzeh dike: ‘Ez qesta sîstema girtîgehan dikim, bi derengî ava bûn, hema bibêje di dawiya sedsala hîjdemîn de ava bûn. Berî dawiya sedsala hîjdemîn girtîgeh, ne cezayekî qanûnî bû. Ji bilî rewşên îstîsnaî, sûcdar; bi tenê  heta doz li wan bihatana vekirin li wê derê dihatin girtin.

Yanî ne ji bo cezakirinê. Wek sîstemeke pêkutiyê girtîgeh bi vê hincetê hatin avakirin: Girtîgeh wê bibe ciyê sîstema ji nû ve perwerdekirina sûcdaran. Girtîgeh jî wê heman bibe wek saziyên eskerî û dibistanê, kesê di wir re derbas bibin wê bibin hurmetkarê qanûnan. Ji ber wê jî bi razandina girtîgehê, dixwestin kesên îteatkar derxin meydanê.’  (Foûcaûlt, 2014)

 

Mumkun e ku meriv li girtîgehên Tirkiyê jî rastî polîtîkayên ‘kedîkirina di tîpa eskerî û dibistanan de’ ya ku îktîdar di girtîgehan de bi kar tînin, were. Bi rêbazên îşkenceyên ku di salên 80yî de dihatin bikaranîn, girtîgeha Diyarbekirê ji bo vêya mînak e. Li Girtîgeha Diyarbekirê, ku pirraniya girtiyan Kurd bûn, her sibe talîma eskerî bi girtiyan didan kirin, marşên eskerî didan gotin, marşa Îstîklalê didan jiberkirin.  Armanca wan ew bû ku bi vê rêbazê, Kurdên serî hildidan û li hemberî dewletê derdiketin bikirana ‘welatiyekî/e baş yê/a Tirk.’ Yanî bi gotina Foûcaûlt ew ê wan bikirana keseke hurmetkarê qanûnan.

 

Foûcaûlt di pirtûka bi navê ‘Çavê Îktîdarê’ de, hîpoteza ku girtîgeh ji serî ve projeyeke ji bo veguhestina mirovan e diparêze: Bi giştî jê tê bawerkirin ku girtîgeh, xurdexaneyeke wisa ye ku ji sûcdaran pêk tê. Ji ber ku çiqas tê bikaranîn astengiyên vê xurdexanê derdikevin meydanê, her tim tê gotin ku divê ji bo girtîgehan reform bêne kirin, divê girtîgeh ji bo veguhestina mirovan bibin amûrek. Ev ne rast e. Bername û diyarkirinên niyetan li pêşberî min disekinin. Divê di serî de girtîgeh jî wek dibistanan, wek qişleyan, wek nexweşxaneyan bûbûna pergaleke teqûz û divê li ser kesan bi hûrgilî bisekiniyana. (Foûcaûlt, 2012)

 

Meriv dikare armanca ku, girtîgeh ji bo veguhestina mirovan pergaleke bêhempa ye, di hinek planên mîmariya girtîgehên navdar ên di pirtûka bi navê Avakirina Girtîgehan a Foûcaûlt de hatine belavkirin de bibîne. Ji planên mîmariyên van girtîgehan jî gelek eşkere xuya dibe ku, girtîgeh ne avahiyên ji rêzê ne. Xwestine ku îktîdar û pêkutiyê, di her quncikê van avahiyan de bi mirovan bidin hesandin. Qûleyên çavdêriyê, li nîveka hucreyên ku ‘sûcdar’ lê dimînin, di xaleke serdestê hemûyan de hatine çêkirin. Ev sîstem û sîstema ‘Big Brother’ ku Orwell di romana xwe ya ‘1984’ an de behs dike, hema bibêje heman tişt in. Armanca wan ew bûye ku di avahiyên wisa de, bi mirovan bidin hîskirin ku her tim tên kontrolkirin û dibin çavdêriyê de ne.

 

Di van girtîgehan de, têkiliya mirovên ku di hucreyan de bi tenê dimînin, hema bibê bi “sûcdar”ên din re tune ye. Armanca wê jî ew e ku, mirovên di nav girtîgehê de him ji dinyaya derve qut bikin, him jî ji mirovên din ên girtîgehê dûr bixin û wan <dîsîplîne> bikin.

 

Li Tirkiyê jî di salên 2000î de hat xwestin ku, ji sîstema qoxûşan derbasî sîstema hucreyan bibin, lê ev biryar, rastî berxwedaneke cîddî ya girtiyên siyasî hat. Bi biryara Wezareta Adaletê, bi operasyonên bi navê ‘Vegera li Jiyanê’ bi zorê ketin girtîgehan û girtî bi rêbazên dijî mirovatiyê, neqlî hucreyên yekkes û girtîgehên Tîpa F kirin. Di dema van operasyonan de, ji girtiyan hinek  bi gazên jahrê hatin kuştin, hinek jî bi awayekî zindî hatin şewitandin û 32 kesan  jiyana xwe ji dest dan.

 

Li gorî Foûcaûlt, di dîroka pêkutiyê de, ji cezakirinê derbasbûna çavdêriyê demeke navendî ye. (Foûcaûlt, 2012)

 

Hêmana bingehîn a ku vê guhertinê dike navendî, di guhertina nêzîkbûna mirovan û rêbaza nirxandina mirovan a îktîdarê de veşartiye. Wek ceza taxrîbkirina bedenê û li ser bedenê bikaranîna şîdetê, şûna xwe dide rêbazên ku ji qûleyên çavdêriyê şopandina tevgerên mirovan. Ji bo vêya hewce nake ku mirovan têxin girtîgehê, têxin nav çar dîwaran jî. Di romana bi navê ‘1984’ a George Orwell de ku wek mînakeke dîstopyayê ye, partiya ku serdest e, çavdêriya wext û tevgerên mirovan dike, çi wext ew ê çi bikin, bi biryara wan e. (Orwell, 2000)

 

Biraderê Mezin (Big Brother)’ ê ku di pirtûkê de behsa wî tê kirin, dîktatorekî wisa ye ku li ser her tiştî desthilatdariyeke mîsoger pêk aniye. Bi rêbazên ku bi kar tîne, yekane serok e û rejimeke otorîter a gelek tund ava kiriye. Bi wesiteya ku partiya ava kiriye, dixwaze teşe bide mirovan û bi vî awayî desthilatdariya xwe pêk bîne, pergaleke pir tund ava kiriye.

 

Rêgez û qanûnên ku hatine amadekirin, hinek car li gorî dîn, hinek car li gorî mantiqê hinek car jî li gorî zanistê hatine amadekirin. Hinek caran jî bi temamî li gorî hewcedariyên civakê hatine sêwirandin. Bi çi awayî dibe bila bibe, ev rêgez gelek tund in û divê herkes li gorî van rêbazan bijî. Li ser çi asasî dibe bila bibe, hemû ji îradeyekê yan jî ji ramanên kesên girêdayî îradeyekê derketine û bi temamî ji bo civakê têxin nav qalibekê hatine avakirin.

 

Gava meriv li armancên wan dinêre, ya herî berbiçav, dixwazin pergaleke li gorî ku civak bê qeyd û şert, stûxwar bike amade bikin. Meriv dikare ji vê derê encameke wisa derxe: Daxwaza qanûnên roja me jî heman tişt e. Lê îro ev fam şekil guhertiye, şûna xwe daye armanceke ku zîhnîyeteke zana, lê serî ditewîne biafirîne. Zorê didin kesên di bin desthilatdariya wan de dijîn ku ji bo wan bifikirin, yan jî hewl didin ku li gorî fama rêvebiriyê tevbigerin, heta mafê fikir û ramana van mirovan jî tune.

 

Bi vî awayî hewce namîne ku mirov ji bo tu tiştekî serê xwe biêşîne. Lewra partî ji bo her tiştî di şûna mirovan de difikire. Partî mudaxeleyî jiyana rojane, rêgezên kar, sîstema dadê, tevna medyayê û têkiliyên di navbera mêr û jinê de jî dike ku ya herî balkêş jî ev e. (Orwell,2000)

 

Di vê romana ku îktîdar û raçavkirin bi awayekî herî tund tê vegotin, armanca îktîdarê ew e ku li ser mejû û bedena mirovan desthilatdariya xwe qewî bike û bi vê rêyê mirovan <kedî> bike û ji bo civakê mirovên îteatkar pêk bîne. Yanî welat veguheziye ser girtîgeheke mezin.

 

Li gorî Foûcaûlt bandora girtîgehan a li ser mirovan, bitenê li hundirê girtîgehê namîne. Gava yek têkeve girtîgehê, piştî wê demê ji bo wî kesî bikin yekî kirêt, di gavê de mekanîzmayek dixebite. Gava derdikeve jî, ji bilî ku mêla xwe bavêje ser sûcdariyê çareyeke din jê re namîne. Ji bêgavî xwe davêje nava sîstema ku wê ew bike muxbîr an jî polês. Girtîgeh profesyonelan digîhîne. (Foûcaûlt,2012)

 

Ji ber ku civak kesên ji girtîgehê derdikevin nagire nava xwe, wan ji xwe bi dûr dixe, nîşanî me dide ku ‘êş û jana ruhî’ ya ku Foûcaûlt ji me re behs dike, ne bitenê di nav girtîgehê de, piştî ku ji girtîgehê derdikeve jî didome. Kesên ji girtîgehê derdikevin nikarin bi hêsanî kar bibînin, nikarin bi mirovan re têkiliyê deynin, nikarin di nav civakê de bi aheng bijîn.

 

Ev jî nîşanî me dide ku civak wî/ê kesî/ê mor dike. Ev jî nîşanî me dide ku girtîgeh ji armanca xwe ya avakirinê yanî ji <dîsîplînkirina kesan û ji nû ve qezenckirina ji bo civatê> çiqas bi dûr ketiye.

 

Encam

Têgeha Îktîdarê, têgeheke wisa ye ku li her ciyê ku rêxistineke siyasî lê hebe tê dîtin û derdikeve pêşberî me. Avakirina girtîgehan ku ji bo îktîdar hêza xwe nîşan bide û hêza xwe bide hîskirin ji qadên herî girîng yek e. Berî sedsala 18an rêbaza cezakirina mirovan li ser bedena mirovan bû, ji dawiya sedsala 18an û pê ve, îktîdarê di rêbaza cezakirinê de veguhestineke pêk aniye. Di vê veguhestinê de xala herî girîng, guhertina qada ku şîdet lê tê kirine. Berê li ser bedena sûcdaran şîdet dihat kirin û hewl didan ku sûcdar ji holê rakin.

 

Gava sûcdar ji holê rabûya wê sûc jî ji holê rabûya û wê cezakirin, bigihîşta armanca xwe ya herî rast. Lê paşê cezakirina ser bedenê berê xwe bi ser ruh ve guhertiye û bi gotina Foucault ‘êş û jana bedenê’ ciyê xwe daye ‘êş û jana ruhî.’ xwestine ku mirovên li girtîgehan dicivandin, di bin çavdêriyê de ‘dîsîplîne’ bikin. Bi vî awayî îktîdarê xwestiye ku desthilatdariya xwe ya li ser ‘sûcdar’ an, hinek din demdirêj bike. Di roja me de jî, di xala ku em niha hatinê de, tê dîtin ku mekanîzmayên kontrola li ser mirovan a îktîdarê ne bitenê di nav girtîgehan de, di her qada jiyanê de derdikeve pêşberî me. Yanî her qada di bin desthilatdariya îktîdarê de, bûye weke girtîgeheke mezin.

 

Çavkanî

1- Foucault, Michel (2000) Hapishanenin Doğuşu, wrg. Mehmet Ali Kılıçbay, Weşanxaneya Îmge

2- Foucault, Michel (2012) İktidarın Gözü, wrg. Işık Ergüden, Weşanxaneya Ayrinti

3- Foucault, Michel (2014) Özne ve İktidar, wrg. Işık Ergüden, Osman Akınhay, Weşanxaneya Ayrinti

4- Keskin, Ferda (1996), Foucault’da Şiddet ve İktidar (Gotar), Kovara Cogito, Weşanxaneya Yapı Kredi

5- Oksala, Johanna (2012), Devlet Şiddetinin Yönetimi (Gotar), Kovara Cogito, Weşanxaneya Yapı Kredi

6- Orwell, George (2000) 1984, wrg.Celal Üster, Weş. Can

 

Çavkanî: Kovara Felsefevan. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev