Ronakbîrekî xwedî keda mezin

Ronakbîrekî xwedî keda mezin

Bo bîranîna salvegera wefata profêsor Şerefe Eşir (17.01.1932-26.02.2002)

 

Profêsor, doktorê dîrokê, serokê otonomiya netewî ya kurda yê çandî li Rûsiya Fêdêratîv, cîgirê serokê civata pismamtiya gelê kurd û rûs, endamê kongrêya netewî ya Kurdistanê Şerefe Eşir di sala 1932 de li gundê Çobanmazê (niha Avşên), li komara Ermenistanê ji dayîk bûye.

 

Xwendina destpêkê li gundê xwe qedandiye, lê ya navîn li sala 1950 de mekteba gundê Elegezê. Salek li gundê xwe de wek serokê klûba gund kar kiriye. Salên 1951-1956 de Ûnîvêrsîtera bajarê Yêrêvanê ya dewletê beşa erdnasiyê xwendiye. Pey sitendina xwendina bilind weke 10 salan rojnema kurdî “Rya teze” de wek serokê para “Jiyana partiyayê û propagandayê” xebitiye. Li sala 1966 de bi pêşniyara Komitêya navendî ya Partiya Komûnîsta Ermenistanê diçe bajarê Moskovayê aspîrantûra (amator) bixwîne li Akadêmiya zaniyariyê li rex Komîtêya navendî ya Partiya Komûnîsta Yekîtiya Sovêtê.

 

Bi têma “Tevgera netewiyê-azadariyê li Kurdistana Îraqê salên 1961-1967” têza doktoriya ewlîn xweyî dike û vedigere Yêrêvanê. Li Enstîtûya Rojhilatzaniyê ya Akadêmiya Ermenistanê yê zaniyariyê li salên 1969-1977 de wek memûrê zaniyariyê sereke dixebite. Li sala 1977 de xebata pêdagogiyê li zankoya Yêrêvanê ya Polîteknîkiyê dike. Li wur berê wek doçent, pişt re profêsorê beşa polîtolojiyê dixebite. Li sala 1989 de têza doktoriya a duda bi têma “Pirsgirêkên Kurdan li Îraqê salên 1970-1980” xweyî dike. Navê profêsoriyê distîne.

 

Li sala 1975 de weşenxaneya “Naûka” (Zanîn) bi zimanê rûsî li Moskovayê pirtûka wî ya zaniyarî “Tevgera netewiyê-dêmokrasiyê li Kurdistana Îraqê salên 1961-1968” diweşîne. Pişt re ew pirtûk bi zimanê erebî li Beyrûtê tê weşandin. Şerefê Eşîr zaniyar, siyasetmedar, welatparêzekî hêja bû. Ewî temamiya jiyana xwe pêşkêşî şerkariya azadariya welatê xwe, gelê xwe kir. Emekê wî pir mezin bû di karê damezirandina otonomiya kurda ya fêdêrale netewî-çandî li komara Rûsiya Fêdêratîv, serokê kîjanê ew bû.

 

Eyan e, ku li pey hilweşîna welatê Sovêtê kurdên ku li komarên Ermenistanê û Gurcistanê tomerî dijîtin, ji dest halê xirab koçberî li gund û bajarên Rûsiyayê bûn. Hemû bi hezara km dûrî hev bûn. Çêkirina dezgehekî çandî-perwerdayî pêwist bû ku wan bigihîne hev, pêwendî navbera wan de çêke, xebata çandî-perwerdeyî di nav wan de bimeşîne. Wî dezgehê jorgotî û beşê wê, bi serokatiya Şerefê Eşîr wan sala xebateke hêja kirin. Ew rêdaktor û berpirsiyarê kovara “Drûjba”(Dostanî) bû li salên 1997-2001 de. Rola wî wisa jî mezin bû li kovar û rojnameyên siyasî û civakî de wek “Ston Rodîni” (Axîna Welat), “Kurdistan Raport” û yên din, ku li Moskovayê bi rûsî û kurdî derheqa şerkariya kurda, çand û dîroka kurda dihatin weşandin. Nivîsên wî yên siyasî, dîrokî, çandî û civakî bi gelek zimanên mediya li cihanê hatine weşandin. Ew endamê yekîtiya rojnemevanên Welatê Sovêtê bû. Sala 2002 de, di 70-saliya xwe de zanyar û siyasetmedar çû ber dilovaniya Xwedê.

 

Wisa jî Şerefê Eşir hê li salên xwendina xwe helbest û destanên satîrî dinivîsand. Li sala 1963 de berevoka wî ya bi navê “Gezgezk” li Yêrêvanê hatibû weşandin. Bi wê berhevokê bi rastî jî bingeha wêjaya satîrayê di edebiyeta Kurdên Ermenistanê dihate danîn. Lê wî zû ev meydana helbestvaniyê hîşt û berê xwe da Rojhilatzaniyê û Kurdzaniyê. Helbestên wî wisa jî li rojnameya “Riya Teze”, li berevokên niviskarên kurd yên Ermenistanê, gelek rojname û kovaran de hatibûn weşandin, û bi radiyoya kurdî hatibûn xwendin. Li sala 2002 de berhevoka berhemên wî bi navê “Îsaf” hatibû weşandin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev