Pirsa we û bersîva me – 181

Pirsa we û bersîva me – 181

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we dide.

Pirsa me ya îroyîn taybet e. Ew pirs bi jîyana gelê me va girêdayî ye, ka em çiqasî qedirê jinan digirin. Çi erênî, çi neyînî.

Kerem bikin, pirsa xwendevaneke me û bersîva Nura Şane.

 

Pirsa Gulbuhara Çargurçikî û bersîva Nura Şane

 

Pirs: – Em zanin, ku derheqa jina kurd da gelek kesên binavûdeng fikirên xwe gotine, di zargotina me da jî gelek nimûneyên xweş hene derheqa jina kurd da. Lê, hilbet, hinek fikirên cuda ye jî derheqa jinê da hatine gotin.

Pirsa min ev e: -Gelo hûn dikarin çend nimûneyên erênî û neyînî ser jina kurd raberî me bikin?

 

Bersîv: Kurdzanê binavûdeng Olêg Vîlçêvskî derheqa jina kurd da ha dibêje: “Rast e, ji hezaran salan bigire heta rojên me bi demê ra hukumê mêran di civaka Kurdistanê da bela bû û bi kûrayî bingehê xwe girt, lê dîsa jî rola jinê heta roja îro jî di nav civaka kurdan da pir e û qedirê jinan bilind tê girtinê. Serxwebûna jina kurd, qedirgirtina hindava wê da, hurmeta wê ya pir di nav civakê da me tînine ser wê bawerîyê, ku di navbera jinên kurd û jinên gelên cînar yên Asîya Biçûk û Îranê da ferqeke mezin heye. Jina kurd, ku ne tenê li zozanan, an jî li gundan, lê herwiha di bajaran da jî hîç caran rûbendê (serrûk) nade ber çavên xwe û rûyê xwe venaşêre, ji alîyê îslamê da tê gunehkarkirinê. Jina kurd ya jîr û jêhatî, zîrek û aqilmend, ku namûsa xwe wek ronaya çavên xwe diparêze û temamîya êl û eşîra wê li pişta wê sekinîye, gorî normên binecîyên Asîya Pêş jinên ji riya xwe derketî ne. Ji bo nimûnê, gotina kurdî – cindî, ku tê maneya “ciwan”, ketîye di nava zar-zimanê farizên riat û fikra xwe guhêrîye, bûye “jina ji riya xwe derketî”, “qehbe”.

 

Derheqa jina kurd da herwiha gotine:

…ji jinên Rohilatê tenê jinên kurd rûbend (çarşev) danenîne ber çavên xwe. Ev nîşana azadîya jîyana jina kurd û bi misqalekê jî dûrbûna ji qanûnên îslamê ye.

Di folklora me da hinek gotinên ser jinan yên bi henekî jî hene, mesele, çawa mêr dibe pepûkê jinê. Ev yek di vê gotina pêşîyan da xuya dibe: -Jinê ruhukê, dayê buhukê. 

Hinek kurd jî bo jinan tiştên pir ecêb dibêjin, wek:

  1. Me bûkek anîye, ji van derîyan ra nayê. Yanî pir qelew e, wê bikaribe karên giran bike, ku karên mêran e.
  2. Bûka me gava dimeşe, erd dihêje.
  3. Sûretên bûka me ji paşva xuya dibin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev