FOLKLORA QEREJDAXÊ derket!

FOLKLORA QEREJDAXÊ derket!

Süleyman Çevik 

Qerejdax herêmeke gelek fireh e. Ji Hîlwanê bigre heta Diyarbekirê; ji Çiyayê Reş ê ku li ser Çêrmûg û Erqeniyê ye hetanî Çinar, Dêrik û nêzî Wiranşehrê jî di nav erdê Qerejdaxê de hesab dibe.

 

Parêzerê hêja Mehmet Güzeler deh salên xwe daye vê kitêbê; weke bi derziyê bîrê bikole, bi kedeke mezin ev xebata han amade bûye.

 

Di nava xelkê me de, şarezayên van mijaran hene. Ev gotin jî gund bi gund, ji van kesên şareza û rûspiyan hatine berhevkirin.

 

Xebat ji şeş beşan pêk hatiye: 

Pirsên Pêşiyan,

Biwêj,

Qirwelk,

Gotinên li ser Gundan û Eşîran Hatine Gotin,

Nifir û Dua.

 

5000 hezar gotinên folklorîk bi maneya xwe ya Kurmancî di kitêbê de cih girtine.

Kitêb 458 rûpel e.

 

Ji bo siparîşê: www.nubihar.com

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]aza.com

Qeydên dişibine hev