
Nameya Dr. Nûredîn Zaza ji berpirsyarên Partiyên Kurdî re
Konê Reş
Ezbenî! Berî du saetan mamoste Fawzy Asad bi vê gotina xwe nameya Dr. Nûredîn Zaza belavkiriye, ez jî bi destûra wî belav dikim:
“Dilsoz û zanayê gelê Kurd, Nûredîn Zaza, li 01.02.1978 ji Welatê Swîsra, nameyek ji bonî berpirsiyarên Partiyên Kurd re nardiye, ez li vê de naverûka wê namê wekû hatiye nivîsîn, ne kêm û ne zêde, belav dikim.
Fawzy Asad/ Berlin 27.02.2021″
– Berpirsyarên Partiyên Kurd! Di demeke welê de ku dijminên Miletê Kurd, ji hergav bêtir, xurt û har bûne û, vêkra li herifandin wî digerînin, we bend û partiyên rengareng danîne, li ber hev sekinîne, şerê yekûdîtir dikin, hevûdu dikujin û xebata xwe ya neteweyî sist û jar dikin.
Herwekî hun xwe demokrat dibînin û armanca we ya pêşîn bi dest xistina mafên Miletê Kurd e, hiş û mejî ji we dixwaze ku hun bi hev re rûnin, li ser pirsên bingehîn bigehin hev, ji xwe re stratejiyekê deynin, li gora wê têkoşîna xwe saz bikin û, bê xirucir, xebata xwe bajon. Rizgariya Miletê kurd bi tenê bi vî awayî wê bidest keve.
Wek milyonên kurdên niştimanperwer û dilşewat, ez jî banî we dikim ku hun ji çewtiyên kevin dûr bin û destên xwe bidin hev! Serfiraziya we daxwaza min e.
Lausanne 01.02.1978. Dr. Noureddin ZAZA
Jêder: Weqfa SARAyê
Riataza