Berhemên kurdzanên me – 236

Berhemên kurdzanên me – 236

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970)”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa çaran bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970) -4

Hukûmeta Tirkiyê bang-gaziyên mexlûqetiyê li bendî tiştekî hesab ne dikir û siyaseta xwe ya hundirî ku bû sebebeke xurtkirina hişkiya siyasî li welêt dijî milletiyê berdewam dikir.

 

Di behara 1960 da, rewşa siyasî li Tirkiyê gelek sincirî. Genc û cahil dijî hukûmetê derdiketin û komên mexlûqetiyê yên cihê-cihê piştgiriya wan dikir. Li welêt krîza siyasî dihat xurt kirin. Bona ku pêşiya hişkbûna siyasî bigirin, di 27 gulan 1960 da, li Tirkiyê dewlet hate wergerandin û ji ruyê wê dîwan kete destê komên eskerî yên herî bilind, ên ku di nava Komiteya yekîtiya millî da (KYM) bûne yek. Temamiya dîwana zagondariyê û pêkanînê kete bin destê wê komitê. Bi bîr û baweriya endamên KYM, sebebeke wergerandina dewletê ew pirsa Kurdan, ku heyetiya wê bona dewletê qeziya pêş da dianî, bû (139, r. 260-270).

 

Lê ji rojên serkarîkirina wê ya pêşîn, KYM dewsa ku guhdariya xwe ya sereke deyne ser safîkirina problêmên gihîştî, dest pê kir mecal qebûl bike bona pêşîgirtina her awayê nerazîbûnên bineciyên welêt ên kurd.

 

2. Jimara Kurdan li Tirkiyê û rewşa wan a civakî-aborî 

Statîstîka Tirkiyê jimarên milletên biçûk li welêt ra s t nade : di nava bultenên (belgok) hesabkirina bineciyan da pirsa di derheqa milletan da tu neye. Tê da dewsa wê pirsa di derheqa zimanê dê (zikmanî) da heye. Em wê jî bêjin ku di nava şertên Tirkiyê da gelek mecbûr dibin milletiya xwe veşêrin. Ev hemû me tîne ser wê baweriyê ku jimara bineciyên ne tirk li welêt hîn bêtir e û bi resmî nayê nîşan dan. Ji bo nimûnê, anegorî hesabkirina bineciyan a sala 1927 (bi nîşana zimanê dayikê), milletên biçûk li wilayeta Stembolê (Kurd û Çerkez pê ra) dikir 27,5%, lê yên ne musulman 31,14% (41, r. 71). Ango, 3,69% bineciyên wê wilayetê yên ne musulman zimanê xwe yê dê kiriye tirkî. Ew nîşan dide ku tenê li wilayeta Stembolê weke 21.250 merivên ne tirk wek tirk hatine hesab kirin. Ango, hesabkirina bineciyan a bi nîşana zimanê dê jimara bineciyên ne tirk dide kêm kirin. Lê dîsa, ji ber ku zanînên di derheqa jimara bineciyan a ra s ttir tu nene, em di nava hesabkirinên xwe da li ser statîstîkên dêmografiyê yên resmî hîm bûne.

 

Girêdayî wê yekê ku zanînên hesabkirina bineciyan ên dawîn ên resmî ne hatine weşandin, dema nîşandana teşkîla bineciyên Tirkiyê me nemaze zanînên hesabkirina bineciyan ên berê derbaskirî bi xwe ra wek esas û bingeh hildane.

 

Anegorî zainînên resmî, ji sala 1927 hetanî 1965 jimara Kurdan ji 1.184.000 bêtir bûye û gihîştiye 2.370.000, ango weke du caran. Lê em bawer in ku jimar ne ra s t in. Berî her tiştî, hesabkirina sala 1927 jî di şertên nezaniya gel da, ciyên jiyînê yên çiyayî û sebebên mayîn ne ra s t bû, gelek navçeyên Kurdan ne ketine nava hesabkirina bineciyan. Ewha, hesabkirina bineciyan a sala 1927 eyan kiriye ku li Dersîmê 270.000 binecî hebûn. Lê wê tenê bineciyên qezayên Xozat, Pertek, Çarsencaq, Nazimiye, Ovacix, Mezgirt û Çemîşkezekê hesab kirine, ango bineciyên merkezên qeza û eşîrên cîranên wan. Gelek Kurdên navçeyên Kîgî, Pulumur, Erzincan, Kemax, Kuruçay, Koçgirî, Dîvrigî û Koçxîsarê ne ketibûn nava wê jimarê. Loma jî dîwana Tirkiyê mecbûr bû xwe mukur bê ku di dawiya sala 1938 da tenê li Dersîmê 500.000 Kurd hebûn (126, r. S9).

 

Rewş bi wî awayî usa jî dema hesabkirina bineciyan a van salên dawîn bû. Êdî pey hesabkirina bineciyan a sala 1956, I. Beşikçi nivîsî ku vê demê zanînên rasteqîn di derheqa jimara eşîrên Kurdên ku li zozanên Anatolya Rohilatê koçer in tu nene. Û di wê yekê da tu tiştekî metelmayînê tu neye. Gilî ew e ku li Tirkiyê hesabkirina bineciyan herdem di meha oktobrê da hatine derbas kirin. Hema xût di wan deman da Kurdên koçer ji merkezên qezayan dûr diman, li bajarên mezin û wargên jiyînê jî Kurd pir nîn bûn û li konên xwe yên çiya diman. Loma jî ew qet ne diketin nava hesabkirina bineciyan, an jî ew dikirin nava bineciyên wargehên mayîn. Hela bi ser da, eşîrên Kurdan ên koçer li tu ciyî ne dihatin hesab hildan. Wek ku I. Beşikçi nîşan dide, li wilayeta Siirtê wî çend pirtûkên di derheqa hesabkirina koçeran da, ku tê da xuya dibe ku cara dawîn di sala 1940 da hesabkirina bineciyan di nava wan da derbas kiriye, dîtine. Li qumandariya cendirman, li serwêrtiya vêtêrînêran û ya saxlemîxwedîkirinê zanîn di derheqa jimara eşîrên Kurdên koçer hebûn, lê meriv li ser rastiya wan şikber e. Di vê derecê da, ew karmendên xwefiroş ên bertîlkirî, yên ku qestbende jimara koçeran da kêm kirin, roleke biçûk ne lîstiye.

 

Hewaskar e ku isbata ha nîşan bidin : anegorî hesabkirina bineciyan a sala 1965, li Tirkiyê 2.370.000 merivên ku zimanê xwe yê dê yê kurdî hesab kiriye (herweha di nava wan da zaza jî) diman. Tevî wê yekê, hema wê salê 410.000 wan gotî “Tirk” (ango, ew kesên ku zimanê xwe yê dê tirkî hesab kiriye) di bultenan da zimanê xwe yê duda kurdî hesab kiriye. Şikberî tu neye ku pareke wê cimeta Tirkan, ku li wilayetên rohilatê dimîne, herweha jî ew 100.000 gelên biçûk ên cihê-cihê, bi rastî jî zimanê kurdî dizanin. Lê dîsa jî em li ser wê baweriyê ne ku piraniya wan “Tirkan” bi ra s tî Kurd bûne, lê zimanê xwe yê dê tirkî hesab kiriye. Ew isbat jî me di nava wê yekê da dide bawer kirin ku weke 22.000 “Tirkên” wî awayî zimanê xwe yê duda ermenî hesab kiriye (70, r. 116).

 

Ismail Beşikçi li ser wê baweriyê ye ku di sala 1969 da li Tirkiyê 4,5-5 milyon Kurd jîne (121, r. 377). Ew bi heqî wan komên Tirkiyê yên serokatîkir, ên ku bi fehmberî dixwazin jimara Kurdan li welêt bidin kêm kirin, rexne dike. Tehlîla salixên di bin destê me da tîne ser wê baweriyê ku li dawiya salên 60 li Tirkiyê weke 6-7 milyon Kurd, ne kêmtir jî, jîne.

 

Pêwîst e bi xusûsî nîşan bidin ku, hela di salên 20 da, li gelek navçan Tirk piranî nîn bûn. Li wilayetên Tirkiyê yên Rohilat û başûrê rohilatê milletên biçûk dikir 15,3%, û 47% wan jî Kurd bûn. Ew şehadet dide ku Kurd li wan navçan bi kitle dijiyan. Hela bi ser da jî, li hinek wilayetan ew piranî bûn. Ewha, li wilayeta Wanê 77% Kurd bûn, li Bitlîs û Siirtê 75%, li Diyarbekir û Hekkariyê 69%, li Mêrdînê 61% û li Elazîzê 53%. Hetanî sala 1925, li vira Kurd bêtir bûn. Lê ji ruyê sirgûnkirina wan a bi destê zorê ber bi navçeyên roavayê ku komên Tirkiyê yên serokatîkir pey serhildana Şêx Seîd mîaser kiribûn, jimara Kurdan li navçeyên rohilatê û başûrê rohilatê gelek hat kurt kirin. Lê salên mayîn, nenihêrî mecalên dîwana Tirkiyê yên admînîstratîf û polîsî, li Anatolya Rohilatê jimara bineciyên ne tirk di nava jimara bineciyên welêt da xwezma jimara Kurdan dîsa pirr bû.

 

Hesabkirin didin nîşan dan ku li Anatolya Rohilatê û Başûrê Rohilatê milletên biçûk dikin 40% ji bineciyên welêt, ku ji wan 37% Kurd bûn.

 

Bi salixên wan lênihêrandinên ku fakulteya ilmên siyasî ya zanîngeha Ankarê derbas kirine, nûnerên dîwana Tirkiyê li gelek wilayetên rohilata welêt bi bineciyan ra bi destê wergervan dipeyivîn. Ew wilayetên Bingol, Mûş, Agirî, Bitlîs, Hekkarî, Mêrdîn û Wanê bûn (201, 1968, No 349, r. 14). Wek ku I. Beşikçi digot, ew eşîrên Kurdan, ku li dora deryaya Wanê û çiyayên başûrê rohilata welêt diman û koçer bûn, tenê bi kurdî zanîbû û weke 80-85% wan bi tirkî hîç nizanîbû (201, 1967, No 324, r. 16). Bi vî awayî, Kurd li wilayetên rohilatê û başûrê rohilatê bi kitle dijîtin, dîsa li ser urf û adetên xwe bûn, zimanê xwe diparast û dikarîbûn bi civakî-aborî, çandî û rûhanî pêş va biçûna. Lê komên Tirkiyê yên serokatîkir ên rêaksyonêr li ser riya pêşdaçûyîna Kurdan asêgeh çê dikirin û herdem maf û daxwaziyên gelê kurd ên azadîhez inkar dikirin.

 

Loma jî Kurdistana Tirkiyê wek berê navça Tirkiyê ya herî paşketî dima. Vê yekê hukm li ser pêşketina Tirkiyê bi temamî dikir. Tevî vê yekê, xusûsiyetên Kurdan di dereca civakî-aborî û çandî da, ku ji yên Tirkan dihatin cuda kirin, jî hebûn. Li Anatolya Rohilatê, weke 20% ji temamiya bineciyên welêt diman. Li vira, pirbûna bineciyan ji roavayê Tirkiyê kêmtir bû. Eger ew reqem di sala 1970 da li Tirkiyê 44 meriv li her kîlometreke çargoşe dikir, li Kurdistana Tirkiyê ew li ser hevdu 31 mirov dikir. Hindikbûna bineciyan, şûndamayîna aborî muhra xwe li ser wê yekê hişt ku her kes nikarîbû xebat peyda bikira. Ewha, eger li dawiya salên 60 li navçeyên mayîn li ser her mezîleke kîlometreke çargoşe weke 20 meriv di bêcerkirina erd da kar dikir, li Anatolya Rohilatê 10 meriv, ango du caran kêmtir, bûn. Divê bê nîşan dan ku li vira, ne li navçeyên welêt ên mayîn, binecî bêtir li hev zêde bûn. Loma jî em hindikbûna bineciyan dikarin tenê bi wê yekê va şirove bikin ku pareke bineciyan bar dikir, diçû wilayetên roavayê, xwezma bajaran. Bi salixên weşana Tirkiyê, li bajarên Tirkiyê yên merkezî 10% mihaciran ji wilayetên rohilatê bûn (201, 1968, No 331, r. 9).

 

Piraniya malên Kurdan li gundan diman. Eger li temamiya Tirkiyê 68% bineciyan gundî bûn, 35% jî bajarî bûn, lê li wilayetên rohilatê ew reqem dikir 73% û 27%. Kurd nemaze bi malhebûna gundîtiyê va mijûl dibûn. Bi çend salixan, 90% Kurdan di nava malhebûna gundîtiyê da kar dikir (201, 1968, r. 9). Çawa bona temamiya Tirkiyê, herweha bona Kurdistana Tirkiyê problêma herî giring ew pirsa erd bû. Rast e, cûrên karkirina bi kapîtalîstî li gundên Kurdan hela di salên 50 da hatin rikin kirin, lê fêodalîzm hela wek berê dîsa mabû. Fêodalîzma paşketî ne dihişt ku navçeyên Kurdan bi aborî, civakî-siyasî û çandî pêş va herin, û wek yek alî komên Tirkiyê yên serokatîkir dikir ku gelê kurd di nava belengazî û sexîriyê da bihêlin, dibû asêgeh li ser riya bîr û baweriyên dêmokratîk Û millîniştimanwerî li Kurdistanê.

 

Li Anatolya Rohilatê hergav jî xwelî weke hev par ve ne dikir, piraniya mezîlên xweliyê di bin destên mirovên derebeg û dîndar, ango axa Û şêxan, da bûn, loma jî gelek gundî bê xwelî diman. Anegorî lênihêranvanên (îzgerçî) Tirkan, di salên 60 da 33% ji xweliya çandinê li Anatolya Rohilatê di bin destê 2,4% malan da bûn, ew jî wê çaxê gava ku 38% malên gundiyan lap bê xwelî bûn (121, r. 61). Li çend wilayetan %ê gundiyên bê xwelî bilindtir bû : ji bo nimûnê, li wilayeta Urfê 53%, Diyarbekirê 47%, Siirtê 42% (13S, r. 37).

 

Li wilayetên usa, wek Urfa, Mêrdîn û Gaziantep, di bin destê hinek keisan da hetauiî 10-60 donum erd hebûn, lê bi deh hezaran gundî buhusteke xweliya wan jî tu nebû. Hela bi ser da, ne tenê mezîlên xweliya çandinê pirr di bin destê şêx û axa da bûn, lê usa jî gelek di bin qolê wan da bûn. Ewha, li qezayê Cizîrê ji 27 gund 23 di bin destê mirovekî an jî malbatekê da bûn, li qezayê Nisêbînê ji 72 gund 56, li wilayeta Diyarbekirê 75 gund di bin destê mirovên şexsî da bûn, lê 175 gund jî di bin destê malbatan da bûn (121, r. 62-63).

 

Tevî wê yekê, weke nîvê malên gundiyan kêmxwelî bû. Rewşa wan bi hindik tiştî va ji rewşa kesên bê xwelî dihat cuda kirin. Malên gundiyên kêmxwelî û bê xwelî dikir weke 83% ji hemû malên gundiyan. Em wê jî bêjin ku erdên herî baş, yên deşt û aranan, di bin destê milkedaran da bûn, lê erdê bi kevir-kuçik, dêm, xozan para gundiyan bû. Gundiyan pirr caran xweliya xwe bi cûrê kevnare – bi kotan û mêr-kulingan -diçand. Aleta wan a xebatê nemaze kotan bû. Di nîveka salên 60 da, li wilayetên rohilatê weke 400.000 kotan hebûn (112, r. 137). Ew kara ku ji xweliyê dihat stendin têra abora rêcberan ne dikir, loma jî ew mecbûr dibûn ku karekî mayîn peyda bikin, an diçûn xulametiya milkedaran dikir, an jî bar dikir-diçûn. Gava gundî bi cûrê kirê li bal milkeradan kar dikir, ew êdî bi xwediyê xweliyê ra dihat girêdan. Milkedar, ku hema hema serokê dîwanê bû, li wargehê xwe çawa dixwest usa jî gundî dida xebatê. Mafê axa yê nenivîsar hebû ku gundiyê kirêkirî bê pere di nava xweliya xwe da bide xebatê. Cama rojê hertanî 15 saet kar dikir. Gundî jî ji tirsa ku ewê destê xwe ji xebatê bike, milkedar çi digot usa jî dikir.

 

Gundî ne tenê bi aborî bi şêx û axa girêdayî bûn, lê usa jî di hemû derecên jiyanê da. Ewha, dema hilbijartinan, milkedar bi isbat xwediyê dengê wan hemû gundiyên ku li bal wî kar dikir, ku ji tirsa ku ewê destê xwe ji xebatê bikin, dengê xwe dida wî kesê ku ji wan ra digot, bû.

 

Milkedarên Kurdan ji aliyê dîwana Tirkiyê û serekên r-ûhanî-şêxên ku di destê wan da cama bêhesab erd hebûn dihatin parastin.

 

Şêx û axa koma Kurdan a hukmdar hesab dibûn. Hebûna wan ji xweliya bin destê wan a pirr û xêra mirîdan dihat. Hukmê şêxan li ser gundiyên kurd bi qasî yê axa bû. Dîwana Tirkiyê bi her awayî piştgiriya wan dikir, ji ber ku wan siyaseta hukûmeta rêaksyonêr diparast, dijî her cûre de’wekariyên pêşverd û millî-dêmokratîk derdiketin.

 

Tevî vê yekê, li Kurdistana Tirkiyê pêwendiyên kapîtalîst d est pê kir pêş va biçin. Ew yek nîşan dida ku, mesele, hinek milkedarên xweliyê, ku li bajaran diman, êdî dibûn bûrjuwa : ew êdî xwedî otêl, dikan, sinetxane û fabrîkên biçûk bûn. Bi vî awayî, ew nûnerên serokatiya Kurdan dest pê kir ne tenê li gundan, lê usa jî li bajaran, kontrola deranîn û parvekirina tiş tan bikin. Ji bo nimûnê, 70% fonda xweliyê para xudanên xweliyê ku li bajaran diman, ya ji çar wilayetan – Gaziantep, Urfa, Diyarbekir û Mêrdîn – diket. Lê ew dikir tenê 8% wan malên ku xwedî xwelî bûn. Bi tomerî hildayî, li Anatolya Rohilatê milkedar 5% bûn, lê 30% temamiya xwelya wê para welêt di bin destê wan da bûn (121, r. 64).

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev