Ji nimûneyên zargotina me – 236

Ji nimûneyên zargotina me – 236

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûsîûşeşan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema nehan berdewama nivîsa ”RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA” ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

BER, QEBÎL –4

 

Hebûn ber û qebîlêd usa, wekî 2-3 merîya serkarî lê dikirin. Wexta yek diçû cîkî dûr yan jî dimir, serkarî duda dikir. Serkarêd usa berî rêvolyûsîya Oktyabrê nav kurdêd dora Yêrêvanêda jî hebûn. Derheqa qebîleke wan kurda ya Birûka Yêxîyazaryan dinvîse:

“Serkarîyê li her qebîlekê dike merivekî ji maleke kivş yan jî dewlemendek, wekî nav wanda hurmetlîye. Cîna çend serkarêd qebîlê hene, awa, yêd Birûka sê merîne: Nadir axa, Mîrze axa, Nemo axa”(27).

Wê şûnda Yêxîyazaryan ktêba xweda rast kivş dike, wekî her yek ji wan serkarê berekekê bûye, lê usa jî serkarî li temamîya qebîla Birûka kirine. Qebîlêd usa zef hebûn û nha jî hene nav kurdêd Îraqê, Îranê û yêd mayînda. Herneyse, ser hîmê xûn û qinêtîyê neferêd berê, serkarêd wê û qebîlê wexta oxirmêd giran alî hev dikirin. Vê gave jî li welatê dereke usane, mesele: “Li Dêrsimê kurdêd Qizilbaş dijîn… Ewana nava çiyada bela bûne. Nav wanda hene eşîret, wexta nav cmaetêda tiştek diqewme, ewana dighîjn hev”(28).

Ev yek Dêrsimêda tiştekî teze nîne. Ew edet zûda nav wanda hebûye, çawa nav kurda gişkada û îro jî heye. Nav wanda vê gavê jî ber û qebîl, êl-eşîretêd kurdaye usa hene.

Xênji mêranîyê, serkarêd berê û qebîlê dihatin ber çeva her wî çaxî, wexta ewana bi leşkerêd xweva pêşîya qebîl û dewletêd dijmin şer bikirana, wî şerîda altindarî dest banîyana, wextêda egîtîya xwe nîşandana yan jî tiştêd usa bikirana, wekî neferêd qebîlê pê bihesiyana, ku rastî jî serkarêd wana zorin. Eger serkarekî berê yan jî qebîlê ji alîyê aqil û zorbûnê qolayî bûya, wî çaxî neferêd qebîlê, berê jî guhdarîya wî nedikirin, nav ber û qebîlada dutîretî pêşda dihat, carna, çar-neçar bereke pizmam destûrdayî bereke din dibû, ew yek nav êl-eşîretêda pir şerm dihat hesabkirin. Neferêd wê bera destûrdayî, ruhê xweva diniqisîn. Hilbet, berêd usa nav kurdada hindik hebûn. Lê wexta berêd xûn-qinêtîyê destûrdayî hev dibûn, wî çaxî talaş nîbû, çimkî ewana xwe pizmam hesab dikirin: ji dê û bavekî, lema jî digotin: ”Em pizmamin”, ”Em dikarin xulamtîyê jî hevra bikin”- û glîyêd din.

Alîyê dayîna xerc jî dîsa serkarî destê serekê ber û qebîlêda bû. Berî rêvolyûsîya Oktyabrê bal me, Ûrisêtêda, usa jî nav hinek qebîlêd kurdêd welatêd derekeda, neferêd berêd kurda xercê dewletê nedidan wekîlê dewletê, lê didan serkarê berê û qebîlê, wana jî xerc ji neferêd xwe zêde distendin. Çi ku norma dewletê bû, didanê, yê din jî xwera hildanîn. Vê derecêda jî gelek cîya serkarê berê û qebîlê bi serî xwe bûn.

Serkarêd bera, qebîla neslî bûn. Eger serkar bimira, gerek kur yan jî nebîyê wî dewsa wî bigirta. H. Şahpazyan derheqa kurdêd Dêrsimêda dinvîse:

”Nav kurdada serkarîkirina êlbaşîya ji neslêye. Wexta kurek ji serkarê qebîlêra dibe, wî çaxî li wî dinhêrin çawa mezinê qebîlêyî paşwextîyê”(29). Tesîletîya ser neferêd qebîlê pir bû. Temamîya pizmama, zarada destpêkirî heta mezina, usa dihatin terbîyetkirinê û şîretkirin, wekî çûktîya xweda gura serkarê xwe bikirina. Gerek ewana mêrxas bûna, jîr bûna.

Bona ji neferêd xwe bihatana cudakirinê serkara kincêd lape xas li xwe dikirin, sîlihêd lape baş dest danîn. Li hespêd kihêl siyar dibûn. Siyarbûna hespêd bergîr bo êlbaşîya, serkarêd ber û qebîla, axa û beglera şerm dihat hesabkirin.

Konêd serkarêd ber, qebîlêd kurda timê bi sîliha xemilandî bûn. Tunebûn konêd êlbaşîyaye usa, wekî bê sîlih bûna. Hebûn xulam, xizmetkar, dengbêjêd axa. Dengbêj bi serkarara diçûn raw û nêçîrê, bona serokê xwera bistirana, ewana şa bikirana.

Ser hîmê edet neferêd qebîlê borcdar bûn, wekî timê miqatî serkarêd ber û qebîla xwe bûna, eger lazim bûya, gerek xûn birêtana, lê usa nîbû. Vêderê hebûn pirsêd şerkarîya snifîyê, heyfhilanînê û yêd din.

Hilbet, orta qebîlêd kurdada timê şerkarî hebû. Wana bo zozana, xwelîyê heyfhilanînê û pirsêd din bi serkarîya serokê qebîla xwe mêr ji hevdu dikuştin, hevdu diperitandin. Lê hema bi wêra tevayî, nav qebîlada hebû şerê sinifê orta dewlemenda û batrakada, xweyî û xulamada. Dewlemenda bi cûrê îrgatîyê, xulamtîyê, şivan-gavantîyê, rêwîtîyê kesîb xwera didan xebatê, keda wana dixarin.

Kurd, çawa cmaeteke patrîyarxal, şerê sinifîyê navda sist dihat eyankirin, lê ew şerkarî hebû, nha jî nav kurdêd derekeda heye û pêşdaçûyîna êkonomîkayêra, senayêra, pêşdahatina prolêtarîyatêra girêdayî diha kûr dibe.

Dengbêja derheqa serokêd xwe, merîyêd qebîla xweye qoçax, mêrxas, hizkî kesîb bûya, klamêd mêranîyê diefrandin. Wexta peyê hespê axa, êlbaşîya didan, kêfa wan gelekî xweş dibû. Hespêd usa, wekî peyê wana gelekî hatîye dayîn, em dibînin folklora meda, mesele: ”Bor” di poyêma cmaeta me ”Mamê û Zînêda”, ”Sosik” romana cmaetêye ”Kerr û Kulikê Slêmanê Silîvîda”, hikyata ”Dewrêşda” û yêd mayîn.

Xwekirina kincêd başqe nîşan dida kawbûn, kubarî û ruhê sinifîyê, yê êlbaşîya, axa û beglerêd kurda. Wê yekê îzbat dike Hakob Şahpazyan, wexta ew derheqa Hemîdîya, êlbaşîyêd Dêrsimêda xeber dide, dibêje: ”xênji taraza. (cûrê kinca-E.E.) Hemîdîya, wekî taraza tirkaye leşkerîyêye resmîye, heye taraza mezinêd qebîlêd kurdaye başqe, wekî jêra dibêjin kincêd êlbaşîyêd kurda”(30).

Gelek merîyêd kurd, serkarêd ber, qebîla xwera digotin ”Bav”, mesele: flankes bavê elêye yan jî bav-birê êla me flankese.

Ew serkarêd dêmokrat bûna, dilovan, neferêd êla xwera pak bûna, serê wî sond dixwarin, lê ji yêd ne dêmokrat, dêspot hiz nedikirin, serkarêd vî teherî diha zef bûn. Wexta berek mezin dibû, neferêd wê pir dibûn, wî çaxî ew ber dibû du bera, du serkarêd wan dihatin kivşkirinê.

Serkarêd bera bi destî terêqê; şêxa, mela pîra nava xulama, berdestîya, kesîbada, bi glîkî, nava wekîlêd sinifa xebatkarada timê dixebitîn wê fikrê pêşda bînin, wekî menîya kesîbtîyê û bindestîya wan ne ku dewlemendin, lê qrara xwedê usane, yek gerekê kesîbbe, lê yê din dewletî, yê kesîb gotî qulixî yê dewletî bike. Gura wîdabe û yêd din.

Bi vî teherî, merivê xebatkar ne ku tenê ji alîyê wekîlêd dîwanê, lê usa jî ji alîyê serekêd qebîla, êl-eşîretada, axa û beglerada dihatine êksplûatasîyakirinê.

Wexta hewar û gazîyê, şera, heyfhilanînê berê ewlin giregir û mêrxasêd berê yan jî qebîlê dora serokêd xwe top dibûn, şêwr dikirin, çika çawa bikin, wekî ji qedayê xilazbin, altindarîyê dest bînin. Her şêwrdarek û mêrxasek ardimîdarê serok dihat hesabkirin û ew yek nav kurda gişkada bûbû xûn û qinêt. Çaxê glîkî, qewmandineke ferz biqewimîya gundda, ew glî mîna bayê brûskê bela dibû, wexta neferêd berê pê dihesiyan, radibûn ser piya, bo qedandina glîyê serkar, şêwra giregirê xwe. Ger neferekî êlê bihata kuştin, gerek bi serkarîya serokê berê heyfa ewê kuştî, eger zû, eger dereng, bihata hildan.

Andranîkê ermenî, wekî kitêba xweye ”Dêrsim”-da daye berkîya eşîretêd Dêrsimê, serokêd êl-eşîra, ew dibê, ku neferekî qebîlê ber serokê berê yan jî qebîlê nikaribû bigota viq.

Çawa me got, derheqa serok, mêrxasêd ber û qebîla kilamêd mêrxasîyê dihatin efrandin. Ew kilam nha jî nav cmaetêda tên gotin, dengbêj wan kilama bi dil û eşq distirên. Wan kilama him jin dibêjin, him jî mêr. Derheqa mêrê mêrxas, dilketî jina kurd dibêje:

 

”Syarê min syarê bozê dêlberdayî, berdayî,

Ketîye deşta Srûcê xire-xalî,

Hey lo, hey lo, lo, hey lo, lo,

Ezê hildim pale-pûlê xwe qusandî.

Lo bidim pey mêrê serkarî,

Aqilbendî-dilbarî.

Hey lo, hey lo, lo, hey syaro.

Hey lo, hey lo, lo, lo, hey syaro.

Syarê min syarê bozê, heylê, lê,

Reşxaleke ber gerdenê.

 

Hey lo, lo, hey lo, lo, syaro,

Hey lo, lo, hey lo, lo syaro.

Syarê min dike ji mal here,

Darê destê xwe digere,

Hey lo, lo, hey lo, lo syaro,

Syarê min syarê bozê hey lê, lê

Wextê dûrva min dibîne.

 

Dil werdaye bi evîne,

Hey lo, lo, hey lo, lo syaro

Hey lo, lo, hey lo, lo, syaro

Syarê bozê dêlberdayî, dêlberdayî

Nakim gura dê û bavê.

 

Nabim qûlê Hesen axê

Hey lo, lo, hey lo, lo syaro

Syarê min syarê bozê,

Serkarê elê lo, lo syaro(31).

 

Klamêd mêrxasîyêye wa gelek hene, em naynin ortê.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev