Papa Francis bi pesindarî behsa miletê me dike

Papa Francis bi pesindarî behsa miletê me dike

Papa Francis li Kurdistanê ji cihanê ra dibêje: “Kurd kilîda fîlozofîya jiyana piralî, aramî û demokrasîyê ye”

Fuat Önen

 

“Miletê kurd û kêmhateyên ku bi wan re dijîn, pir êş kişandin. Kurd kilîda fîlozofîya jîyana piralî, aramî û demokrasîyê ne”.

“Kesek hicûmî mirov bike mirov xwe diparêze lê ku pesnê mirov bide mirov bêçek dimîne”. Ev peyv ya kê bû nehat bîra min lê peyveke watedar e.

“Kurd kilîda fîlozofîya jiyana piralî, aramî û demokrasîyê ye”. Xwedîyê vê gotinê Papayê temsîlkarê Cîhana Katolîk be jî kêfa mirov tîne û heta mirov dikare xwe pê qure jî bike.

 

Papa mêvan e û kurd xatirê kulavê xwe zanin. Welew ku ev xatirzanîn bûbe bela serê wan jî.

Lê dîsa jî mirov dikare vê pirsê arasteyî Papa bike û divê Kak Mesûd areste bikira:

– Gelo Cihana Katolîk bo çi li dij serxwebûna Kurdistanê derket? Dema bi piştgirîya Cîhana Katolîk (DYA, Fransa, Brîtanya…) hikûmeta Bexdayê û çeteyên Heşdi şahbî hicûmî xwedîyê vê fîlozofîyê kirin û nêvîyê axa wan dagir kirin çima nehat bîra te ku tu ji me re dua bike? Ku tu nuha ji me dixwaze ku em ji te re dua bikin!

Bi sedem ku mêvan e nuha ev pirs bes e:)) 

Not: Birêz Arian Shaddadi ev wêne bi vê nivîsê belav kirîye: ”Du milet û du çand (kultur) ji erdê heya ezman (asîman) ji hevdû cuda”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev