Banga PDK-Bakur, PÊLKURDê, PSKê, TEVGERê, PAKê

Banga PDK-Bakur, PÊLKURDê, PSKê, TEVGERê, PAKê

Em piştgiriya Kurdên Êzdî dikin, ku dixwazin vegerine warê bav û kalan

Bi gor deng û bahsên ku ji navçeya Batmanê û Merdînê tên, hinek birayên me Êzdî, ku dixwazin vegerine gundê xwe, dikevin ber êrîşa parezvanên gund û hêzên noker ên dewletê.

Êzdiyên Kurdistana Bakur, ku her tim di bin zilm û zordariya dewleta dagirker da bûn û tûşî gelek fermanan bibûn, di vê dawiyê da, ji ber rewşa şer û di bin zexta dewlet û nokerên wê yên navçeyê, mecbûr man warê bav û kalên xwe bi cî bihêlin, zevî û bax û baxçe û malê xwe biterikînin û avareyê welatên Ewropayê bibin.

Hinek hêz û aliyên navçeyê, ku bi salan zêviyê Êzdîyan ajotin, ji mal û bax û baxçeyê wan îstîfade kirin, îro jî nahelin Êzdî vegerin bo ser mal û milkê xwe. Gelek asteng derdixin ber pêşiya wan.

Nokerên rejîmê yên navçeyê û parêzvanên gund, ku dur ji dab û nerîteyê Kurdî, dur ji nirxên mirovatî û exlaqê, dest danîne ser mal û milkê Êzdîyan, îro jî guhê xwe nadine biryarên dadgehan.

Saziyên fermî yên navçeyê jî, bi armanca ku dijberîyê di navbera Kurdên misilman û Kurdên Êzdî kûr bibin, berjewendiyên wan kesên ku bi zorê dest dane li ser milkê Êzdîyan diparêzin û ji bona cî be cî kirina biryarên dadgehê karên pêwîst nakin.

Birayên me yên Êzdî, ku dixwazin vegerine gundê xwe, îro ji her demê pirtir hewcedariya alikarî û piştgirîya me ne.

Em partî û rêxistinên siyasî, ku li jêrê navê me hene, piştgiriya vegera birayên xwe Êzdî bo ciyê bav û kalan dikin.

Em banga hemu rêxistinên mirov dost, rêxistinên mafê mirov, Baro û rûsipîyên navçe, hemû partiyên siyasî û nunerên navçeyê dikin bila hewara birayên me Kurdên Êzdiyan da biçin. Bikevin navberê, daku birîna me a dirokî kûr nebe.

Em banga hemu hêzên hestyar û welatparêz dikin, ku bona parastina mafên Êzdî û piştgirî li wan, destê xwe bidine hevûdu û înîsiyatîfek ava bikin.

Mafê birayên me yên Êzdî ku yek ji perçeyek netewa Kurd in heye, ku ew di welatê xwe Kurdistanê da bi awayeke ewle jîyana xwe bidomînin û hebûna xwe ya neteweyî û çandî biparêzin. Xebat ji bo vê armancê, erkeke neteweyî, însanî û exlaqî ye.

Em ji raya giştî ra dîyar dikin ku heta daxwazên rewa yên birayên me yên Êzdî cî bi cîh bibin emê têbikoşîn û pirsa hanê bişopînin.

Divê Êzdî bê tirs û xof û bi awayekî azad vegerin warê bav û kalên xwe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev