Ber devê Behra Tetwanê

Ber devê Behra Tetwanê

Şemsettin Işıklı

 

Ez her havîn diçime Tetwana xwe ya rengîn. Ez êvaran li Tetwanê dimînim, pirî caran nav rojê jî yan diçime Kizvakê û Gira Kizvakê an jî devbehrek heye di navbera Tetwanê û Kizvakê de diçime wir. Di nav gel de navê wê derê ”Çop” e. Wextekê eskerên tirkan çopa xwe avêtine wir, ji ber wê navê wê derê hema bûye ”Ser Çopê. Tetwanî û ji her deverên Kurdistanê însan tên û xwe li wir dixine behrê. Ew der bûye wek ”plajekê”.

 

Gava ku ez bixwazim bi însanan re têkilî danim an bixwazim bi wan re xeber bidim û li wan guhdarî bikim, diçime wir. Cihekî kozmopolit e, tu her celeb însan li wir dikarî peyda bikî. Tu ji wir, dikarî ji hemû deverên Kurdistanê agahî hilînî. Û Tetwanî jî jixwe li wir in.

 

Erebeya min tune ye. Ez ji bajêr bi minîbusê tême ser rêya Xelatê û ji wir ”otostop” dikim heta ku yek min siwarê erebeya xwe bike û bibe. Carinan erebeyên ticarî jî rastê min tên. Ev rêwîtiya min heta ”Ser Çopê” an Kizvakê 15-20 deqe dikişine.

 

Ez li Tetwanê, nas bikim an nas nekim, hema hema bi tevayî bi her kesî re kurmancî diaxivim. Yên ku bi kurmancî nizanin re jî dibêjim; ez baş bi tirkî nizanim. Îcar di çûyîn û hatinên min de, hema hema her gav têkilî û danûstandinên balkêş çêdibin. Ez ê îro ji van du heban bi we re parve bikim.

 

Rojekê ez li cihê Çopê bûm, min xwe li ser qûmê (sêlewanê) dirêj kiribû. Malbatek bi erebeya xwe hatin li nêzîkê min cihê xwe kirin. Xortekî bi jina xwe ve û zarokekî wan jî hebû, babê xortê jî bi wan re bû, yekî bi rih û li dor 70 salî bû. Bala min kêşand ku xort, jin û zarok bi hev re tirkî diaxivin. Min firsetekê dît ji xortî pirsî:

 

– Tu kurmancî nizanî?

– Belê, ez dizanim.

– Jina te?

– Belê, ew jî dizane, jixwe domama min e.

– Ku wisa ye, hûn ji bo çi bi kurmancî naaxivin? Ji bo çi hûn bi kurê xwe re bi tirkî diaxivin?

 

Ez li benda reaksiyonekê bûm ku bêje ka ji te re çi ye. Lê min dît ku kêfa wî ji pirsa min re hatiye û bi kêfxweşî li min nihêrî û got:

– Qet nepirse, babê min jî ji bo vê tim bi me re şer dike. Babê xwe şanî min de got ewê bi me re babê min e û mele ye, mirovekî kurdperwer e.

 

Piştî demekê ez rabûm çûme bal seyda ku silavekê bidimê. Me hev nasî, pirsa hal û ehwalê hev kir û dûre min jê pirsî ka ji bo çi zaroyên wî bi hev re tirkî diaxivin. Bi xemgînî û bi hêrs got:

– Axx! Bûkê, bûkê! Ew bûk heye, ya! Qaşo biraziya min e jî! Ax û ax.

 

¤¤¤¤¤¤

Îsal havînê bû, ez li ser rêya Xelatê li benda erebeyekê bûm ku min siwar bike û bibe. Min dît taksiyek dihat, min destê xwe bilind kir ew jî sekinî. Min gotê ez ê herime Kizvakê, ka dikare min jî bi xwe re bibe. Got; siwar be.

 

Ez siwar bûm nebûm hema wî dest bi pirsan kir. Ka ez kî me, çi kes im, diçime ku ve û li çi digerim. Li gor texmîna min, wî şik dibir ku ez ”defînecî” me. Loma çenteyê min mezin bû û av bi min re hebû. Min jî bi sebir û bi aramî bersîvên wî dida. Lê dor nehate min ku ez tiştekî bipirsim heta em gihane li ba Gira Kizvakê. Min malavayî daye û got:

 

-Ka ji kerema xwe ez li ber devê vê rêyê peya bibim. Êdî ji vir û pê de ez bimeşim heta Pozê Girê.

Bi hêrs got:

-Tu çi dibêjî? Te çi got?

– Ez êdî bimeşim.

-Yaw, ”bimeşim” çi ye?

– Yanê êdî ez ê bi rê ve biçim.

– Wisa bêje. Ka dê û babê te digotin ”bimeşim”? Ka zanîna ”bimeşim” çi ye? Dê û babê te çawa xeber didan, divê ku tu jî wek wan xeber bidî. Jixwe yên wek te hemû kurmanciya me xira kirine. Wisa nekin, bira!

Ez hema di cihê xwe de sar bûm û sekinäm û dîsa tu firset neda min hema taksiya xwe ajot û çû.

Ez bi wê sariya xwe ketim nav fikaran û meşiyam.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev