Roja Cilûbergên Kurdî pîroz be1

Roja Cilûbergên Kurdî pîroz be1

Yaqûb Kurmanc 

Cilûberg yek ji diyardeyên herî girîng û berbiçav ya neteweyekî ne.

 

Bi awayekî din, cilûbergên her neteweyekî nîşan û sembolên eşkere û berçav ya wî neteweyî ne û beşek ji pênas û çanda miletekî ne.

 

Her neteweyê ku cilûbergên xwe yên neteweyî biparêze, dikare kesayetîya xwe ya çandî û nasnameya xwe jî biparêze.

 

Cilûbergên kurdî nîşana me ya netewî ne û bi baweriya min bi qasî zimanê kurdî, hebûna wan girîng e û di asta navneteweyî de jî Kurd bi cilûbergên xwe têne naskirin.

 

Berî ku kurd bi navê zimanê kurdî bên naskirin, bi cilûbergên xwe dê werin naskirin, ji ber ku hêmana herî eşkere bo nasandina me ye.

 

Kurdên Devera Makûyê jî bi taybetî jinên kurd wekî gelek deverên din yên Kurdistanê her çend ku şêwaza jiyanê hatiye guhertin, cilûbergên xwe yên kurdî li xwe dikin û bi şanazî parastine.

 

Erkê me yên nifşên nû û xwenda ew e ku em çand û rêûresmên xwe biparêzin û ji wan xwedî derkevin û ji bo danasîn û nasandina wan ji tu hewl û xebatê derbas nebin. Ji ber ku parastina ziman, cilûberg, çand û hunera her netewî bi destê wî netewî bi xwe pêkan e. Eger em di vê babetê de xemsariyê bikin, bêguman em ê di warê çandî û hunerî de lawaz bibin û ev lawazî, dê pirsgirêkên din jî derxe holê.

 

Dema berê hem jin û hem jî mêran li Devera Makûyê kincên kurdî li ber dikirin, lêbelê bi derbasbûna demê kincên kurdî yên mêran hatin jibîrkirin û di dema îroyîn de tenê mamosteyên dînî û hinek xort di dawetan de cilûbergên kurdî li xwe dikin û piraniya mêran kincên îroyîn û nûjen li xwe dikin. Lêbelê berovajî mêran, jin zêdetir girîngiyê didin cilûbergên kurdî û di jiyana xwe ya rojane û cejn û şahiyan de cilûbergên kurdî li ber dikin.

 

Cilûbergên jinên kurd li Devera Makûyê ev in: 

1-Dêre (fîstan): Cilek e ku jinên kurd li ser kirasî de li xwe dikin û ji pêşve vekirî ye.

2-Kiras: Cilek dirêj e ku di bin dêreyî de li xwe dikin û ji stû heyanî gûyîzika pêyî dipêçe.

3-Hevalkiras: Derpêyên fireh in ku jin di bin kirasî de dikin lingên xwe.

4-Êleg: cilek bêmil e ku jin li ser dêreyî ve li xwe dikin.

5-Desmal ango Dersok: Pateyê ku jin bi wê porê serê xwe dinixêmin.

 

Şêwazê sergirêdana jin û keçan cudahiya wan heye û bi giştî jinan bisk û guliyên xwe ba didan û di ber desmalê de diçikandin û bi gulikan jî tê xemilandin.

 

6-Kofî: Kumê ku jin dikin serê xwe û bi xişr û zîweran dixemilînin.

7-Devzendik: Pateyê ku jin dikin zendê xwe û bi van serê hiçikên xwe berhev dikin.

8-Pêşmal: Parçeyê ku jin dema çêkirina xwarin û vexwarinê li ber kirasê xwe girêdidin da ku kincên wan qirêjê negerin.

9-Berpişt ango Şala piştê: Şala ku jin li nava xwe girêdidin da ku di dema kar û şixul de pişta wan neêşe.

10-Paştkezî: Xemleke jinan e ku bi morî û mircanan tê çêkirin û jin wê bi keziyên xwe ve girêdidin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev