Berhemeke Xelîlê Çaçan: Kur ji bavê xwe şerm dike

Berhemeke Xelîlê Çaçan: Kur ji bavê xwe şerm dike

Dema nivîs û helbestên Memê Miksî dixwînim, nizanim çima gotinên ”Sîyaseta dewletê a asîmîlasyonê”, ”Astengên li ser bikaranîna zimanê kurdî”, ”Tunebûna dibistanên kurdî” pûç û vala derdikevin. Carina jî fikirek di serê min da çê dibe, ku leşkerên tirkan ketine gundan, ber derê her malekê çend cendirme sekinîne, ku kurd di malên xwe da kurdî neaxivin. Û yekser fikirek din di serê min da dixuliqe, ku belkî leşkerên tirkan ferman sitendine ku ser mala malbeta Memê Miksî ra derbaz bin, an jî wê malbetê rehet bihêlin.

Memê Miksî bi kurdînivîsîna xwe îzbat kir ku bo bi kurdî biaxivî û binivîsî tenê tiştek lazim e: -Bi kurdî biaxive û bi kurdî binivîse. Ma qey li dibistanên kurdî fêrî axavtina kurdî dikin, an fêrî xwendin û nivîsandina kurdî dikin? Ji xwe zarok nikaribe kurdî biaxive, nikare here dibistana kurdî.

Ez ji nivîs û helbestên Memê Miksî deng û rengê kal û bavê xwe dibihîsim, hîs dikim û li wan vedigerim, bi wan ra dikevim odeyên gundan, guh didime çîrok û serpêhatîyên zarbêjan, kesên bi kûrahîya nimûneyên zargotina me va dagirtî, bi wan ra dikevim govenda giran a hezar rengî û hezar awazî.

Memê Miksî bi berhemên xwe va bi awayekî sergirtî dibêje: -Kurdîneaxivîn û kurdînenivîsîn sûceke, ku cezayê wê dikare ne hebiskirin be, lê rewşeke wisan e, ku meriv gerekê hevsa xwe bi hebiskirinê bînin. Yanî: ”Heft xwazîya hebisê, ne vê jîyana ji hebisê xirabtir, ya bê ziman, bê odeyên kurmancî, bêy zargotina me”.

 

Kerem bikin, pireke wêjeyî ya dirêj ku Memê Miksî di navbera kurdên Bakur û kurdên Sovyet da çê dike.

 

Memê Miksî 

Li xortaniyê dema tê zewal

Mêrik dikeve ser darê kopal

Bi saya evî temenê mezin

Êdî li zelam dest dilerizin

Wextê xwarinê firaxa di dest

Te dît ji nişkê kete xwar şikest

Kur diket li ber firaxên malê

Hewl da çû çêkir wî ji bo kalê

Bi tevşiyê xwe kodikeke dar

Ji hingî pê ve di wê da dixwar

Midehek dirêj borî di ser ra

Rojekê mêrik ji kar vegera

Dêhna xwe didê çakûç û darik

Vayê di destê kurikê jarik

Mêrik jê kir pirs: Lawo te xêr e?

Ev çi çakûç e? Bibe veşêre

Kurik bersiv da: Bavo dixwazim

Kodikek çêkim wê bike lazim

Dê wext bê tu jî firaxên çînî

Wek bapîrê min bêhemd bişkînî

Hingav bo şîv û taştêyan şert e

Bi vê kodikê danime ber te

Merik şerm kir ji evî tefalî

Ew kodik avêt şikest bû du alî

Poşman bû gelek ku kir ev xeta

Rabû ji ewil zêdetir heta

Girt bo bavê xwe qedr û siyanet

Li bêrêziyê nebû xwedî qet.

 

Çavkanî: berhemeke Xelîlê Çaçan 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev